10 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Kobanê komploya 9ê cotmehê hat şermezarkirin

Li kantona Firatê bi hezaran welatî ji bo protestokirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xistin.

Bi hezaran şêniyên kantona Firatê bi meşeke girseyî Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

Meş ji Qada Jina Azad dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên HSDê hatin hildan û dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”,”Bijî berxwedana Îmraliyê” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Meş heta Qada Şehîd Egîd dewam kir û li wir deqeyekê rêz hate girtin.

Dûre berdevkê Însiyatîfa Azadiya Abdullah Ocalan a Kantona Firatê Bekir El Ceradê axivî û anî ziman hêzên hegemonîk ku bi rêya komployê xwest gel parçe bikin. El Ceradê wiha got: “Ew hêzên ku komplo pêk anî, xwest bi vê yekê gel û Rêber Apo ji hev qut bikin û bi taybet gelê Kurd tune bikin. Gelê Kurd rabûye ser pêyan û ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan tê dikoşin û li ber xwe didin. Daxwaza gelên azadîxwaz ew e ku Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo bişikînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”

Meş bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.