Di 10ê Kanûna 2015an de Platforma Ked û Demokrasiyê mîtînga aştiyê pêk anî. DAIŞê di mîtîngê de êrişa xwekujiyê pêk anî. Di êrişê de 103 kes hatin kuştin. Piştî bûyerê polîsan bi gazê û ava şid êrişî girseyê kir. Ji ber wê birîndar bi derengî birin nexweşxaneyê, kesên ji teqînê rizgar bibûn ji ber gazê travma derbas kirin. Ciyê bûyerê nehat parastin û ekîbên kontrolê û dozger zûbizû neçûn ciyê bûyerê. Îdianameya derbarê êrişê de di 13yê Tîrmeha 2016an de hat qebûlkirin. Li 36 kesan doz hat vekirin. Di îdîanameyê de hat diyarkirin ku Îlhamî Balî ku berpirsê Tirkiyeyê yê DAIŞê ye fermana êrişê daye. Hat diyarkirin ku êrişa Pirsûsê jî heman kesan organîze kirine. Der barê Îlhamî Bali û 13 kesên bersûc, ji ber “kuştina bi zanebûna gelek kesan” 100 caran cezayê heta hetayê yê girankirî hat xwestin. Doza ku di 7ê kanûna 2016an de dest pê kir û didome. Heta niha tu encam nehatiye bi destistin.
Bi qasî misqalekê gav nehatiye avêtin
Têkildarî doza komkujiya 10ê cotmehê ya li Gara Enqereyê Sazumankara Komeleya 10ê Cotmehê Prz. Mehtap Coşkun anî ziman ku ji 10ê cotmeha 2015an heta niha 10 sal in têkoşîna hiqûqê didin û wiha got: “Di vê têkoşîna hiqûqê de mixabin bi qasî serê derziyê gavek nehatiye avêtin. Ji ber vê yekê em xemgîn in. Li Tirkiyeyê eger ji bo komkujiya 10ê Cotmehê edalet pêk neyê, mirov nikaribe ji bo meseleyên din li benda edaletê be.”
Mehtap Coşkun anî ziman ku di 10 salên dawî de ew dibînin ku cewherê edalet û hiqûqê çiqas vala bûye û wiha axivî: “Di vê dozê de ji destpêkê heta dawî em nikarin bibêjin lêpirsînek bi bandor hatiye meşandin. Ji ber daxwazên me li ber çavan nayê girtin, lêpirsîneke bi bandor nayê meşandin. Di pêvajoya lêpirsînê de der barê dosyayê de biryara veşartina dosyayê dan. Gotin di cih de be, li hemberî mexdûran û xizmên mexdûran muameleya bersûc hat kirin. Dosya ji xizmên mexdûran û cemaweriyê veşartin. Ji vê yekê jî hat dîtin ku xwestin li gorî planên xwe bi encam bikin û ser meseleyê bigirin. Doza komkujiyê wekî lîstikoka şanoyê danîn pêşiya me.”
Hişmendiya dewletê nehatiye guhertin
Mehtap Coşkun, bal kişand ser nêzîkatiya dewletê û wiha lê zêde kir: “Ji ber 10 sal in hişmendiya dewletê nehatiye guhertin, heta niha me di lêgerîna edaletê de encam negirtiye. Her dem lêgerîna me ya heq û edaletê rastî astengî û planên cuda tê. Ji ber ku heta niha edaletê cihê xwe nedîtiye li aliyekî xeyalên me şikestin, li aliyê din hêrs û bertekên me zêde ne. Me soz daye ku ji bo edalet pêk bê em ê têbikoşin. Heta edaleta rastîn pêk bê, heta berpirsiyarên cemaweriyê erka xwe pêk bînin û heta hemû kes li hemberî edaletê hesab bidin em ê vê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
Mehtap Coşkun destnîşan kir ku heta ku ew nebêjin qediya ev têkoşîn dê bidome û wiha got: “Heta em nebêjin qediya dê tu carî ev doz neqede. Me wekî komele û parêzvanên mafên mirovan her tim hêviyên xwe zindî hişt. Ji ber darbeya 15ê tîrmeha 2016an û pêvajoya şewba coronayê ku bandor li cîhanê kir, vê doza komkujiya ku mînaka wê tune, zêde derneket pêş. Bi qasî me dixwest bikin rojev, nebû rojev. Ji ber vê yekê em têkoşîna xwe berdewam dikin û ji bo binpêkirinên der barê dozê de bi dawî bibin û ev bêhiqûqî bi dawî bibe, em her dem xwe bi rêxistin dikin û têdikoşin.”
Dê heta dawî doza edaletê bikin
Mehtap Coşkun, da zanîn ku daxwaza malbatan ew e ku edalet cihê xwe bibîne û wiha bi dawî kir: “10 sal in mexdûrên vê komkujiyê li malên xwe kêfxweşî û coşa li malê winda kirine. Li şûna wê kêf, coş û xweşiyê, xemgînî, şîn û kîn heye. Em dixwazin demeke nêzîk edalet cihê xwe bibîne û ev doz li gorî edalet û hiqûqê bi dawî bibe. Em gelek têkoşiyan. Lê heyeta dadgehê du caran hat guhertin. Daxwazên me li ber çavan nehatin girtin. 10 sal borîn, lê di edaletê de tu gav nehat avêtin. Lê wekî ku darizandina dozê nû dest pê dike, em bi hevî û kelecan in û têkoşîna edaletê didin.”