Lîderê CHPê Ozgur Ozel li balafirgehê têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd û guhdarîkirina li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Îmraliyê nirxandin kir.
Ozgur Ozel li ser Îmraliyê got: “Eger meclîs wê tiştekî bi vî rengî bixe rojeva xwe bila bixe rojevê, em bibînin. Bila Serokê meclîsê bixe rojevê, MHP û AKP helwesta xwe nîşan bidin. Piştre jî bên ji min bipirsin. Bila AKP destpêkê helwesta xwe diyar bike. Hejmara heyetê diyar bike. Serokê meclîsê ji kîjan partiyê kê vedixwîne bila bike. Bi şeytankirina CHPê re dema ku bê hesabê wan bila nedin pêş.”
Ozgur Ozel serokkomar Recep Tayyîp Erdogan rexne kir û got, “Erdogan bêyî dijmin nikare siyasetê bike.” Lîderê CHPê got, “Ji helwesta xwe ya şeva ku me hilbijartin qezenç kir, gelek tişt hene ku hîn bibe. Ji ber ku kîndar e, xwe ranagire. Ji ber ku eger dijminê xwe nebe, Erdogan jî nîne.”
Ozgur Ozel di mijara girtiyê siyasî yê kurd Selahattîn Demîrtaş de jî îtiraza Wezareta Edaletê ya li biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) rexne kir û got: “Biryarên DMMEyê ji bo Tirkiyeyê diyarker in. Em di nava pêvajoyekê de ne. Şaşitî kirin. Divê biryarên DMMEyê tavilê bi cih bînin.”