Bi salan e li ser axa Kurdistanê talan û qirkirinek heye. Bi taybetî jî ev çend salên dawî polîtîkayên dewletê yên talan û qirkirinê kûrtir û zêdetir bûne. Rojane li herêmekê ev qirkirin dikeve rojevê. Niha jî bi destûra dewletê li gundên Eskar û Beyrokê yên li quntarê Çiyayê Dorşînê yên Pasûra Amedê ev qirkirina xwezayê, birîna daran û dalan pêk tê. Dar, bi destê cerdevanan û hin gundiyan ve tên birîn. Qada dar lê tên birîn, li herêmê qada herî bi daristan e. Her wiha ev herêma ku birîna daran lê pêk tê bi hinceta “ewlehiyê” qedexeye. Li gel têketin û derketina vê herêmê ji aliyê dewletê ve hatiye qedexekirin jî li gorî agahiyên welatiyan bi çavdêrî û kontrola hêzên dewletê ve ji aliyê cerdevanan ve dar tên birîn.
Li gorî nûçe û wêneyê ku Ajnasa Mezopotamyayê parvekiriye li kêleka rê qamyonên barkirî rastiya qirkirin û talanê radixe ber çavan. Xelkê herêmê li dijî vê qirkirin û talana xwezayê bi gazinc û bibertek in. Ku bi salan e herêma Botanê di bin qirkirinekê de ye niha jî li herêma Eskar û Beyrok ên Pasûra Amedê ev talan û qirkirina xwezayê pêk tê.