Mehmet Salih Erdem ê ku di sala 1995an de li navçeya Hezex a Şirnexê hate binçavkirin, Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) cezayê muebedê lê birî. Mehmet Salih Erdem ê ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê dihate ragirtin, piştî 30 salan hate tehliyekirin.
Herwiha Mehmet Salih Erdem ê ku cezaya wî di 11ê Çileyê 2025an de xilas bûbû, tehliyeya wî 6 mehan hatibû taloqkirin. Mehmet salih Erdem, di nava 30 sal û 6 mehan de li girtîgehên Amed, Ordu, Sêrt, Erzirom, Oltu û Gumuşhaneyê hate ragirtin.
Erdem ê ku duh şev ji Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê tehliye bû, ji aliyê malbata xwe ve hate pêşwazîkirin û derbasî mala xwe ya li Hezexê bû.