Bi dirûşma “Bi Projeya Aştî û Civaka Demokratîk, Em ê Komploya Navneteweyî Têk Bibin”, Meclisa Malbatên Şehîdan û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji bo şermezarkirina Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xistin.
Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tevlî meşê bûn. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û pankartên bi nivîsa “Bi Projeya Aştî û Civaka Demokratîk, Em ê Komploya Navneteweyî Têk Bibin” hatin vekirin.
Meş li ber Hola 8ê Adarê ya li taxa Şêxmeqsûd dest pê kir. Girseya gel li çerxerêya Zeytûnê li taxa Eşrefiyê kom bûn û meş veguherî mîtinga girseyî.
Piştî deqeyek rêzgirinê, endamê Komîteya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk Şiyar Ehmed li ser navê şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê axivî.
Ehmed diyar kir ku Komploya Navdewletî nekariye ramanên Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan bitepisîne û wiha got: “Têkoşîna Îmraliyê bûye binyada zanîn, raman û rastiyê ye û çavkaniya aştî û azadiyê. ”
Hevseroka Meclisa PYDê ya Helebê Ferîha Ehmed behsa têkoşîna şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir û got, şêniyan îdeolojiya Abdullah Ocalan wekî rêyek ji bo jiyanê qebûl kirine. Ferîha wiha got: “Îradeya gel bi ser ket û mohra xwe li dîrokê hişt. ”
Meş bi dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.