Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê KJKê bi daxuyaniyekê Komploya Navdewletî ya 9ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. Koordînasyonê her wiha berxwedana 27 salan a Abdullah Ocalan a li dijî sîstema qirkirinê ya Îmraliyê dimeşîne silav kir û bang li her kesî kir ku azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk bînin.
Koordinasyonê di destpêka daxuyaniya xwe de Kompoloya 9ê Cotmehê ya di sala 1998an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşketiye bi tundî şermezar kir. KJKê, berxwedan Abdullah Ocalan a li dijî pergala qirkirinê ya li Îmraliyê ya 27 salan jî silav kir. KJKê wer wiha di şexsê Aynûr Artan û M. Xalid Oral de hemû welatparêz û şoregerên li dijî komployê bi şîara ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ xwe kirin xeleka ji agir, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî.
KJKê wiha dirêjî da daxuyaniya xwe: “Em çalakiyên dîrokî û bi wate yên gelê kurd, jinên kurd, dostan û hêzên dijberê sîstemê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Kurdistanê û her aliyê cîhanê timî di nava çalakiyan de ne, silav dikin. Dîsa em çalakiya ku bi pêşengiya jinan bi şîara ‘Em bi Hêvî ber bi Azadiyê ve Dimeşin’ ku ji 1ê cotmehê li Amedê destpê kir û 7ê cotmehê li ber meclisê bi dawî bû û coşa jinan, silav dikin. Ev gavên ku bi hêviyeke mezin ber bi azadiyê ve hatine avêtin, divê bi milyonan kesan tevlî xwe bikin û dewam bikin, divê ev meş domdar be. Ji bo ev komploya herî berfireh a dîrokê were pûçkirin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were, divê hêza pêngavan hîn zêdetir were mezinkirin, her der û her kêlî bi paradîgmaya Rêber Apo dagirtî be.”
KJKê wiha dirêjî da daxuyaniya xwe: “Hêzên hegemon ên ku li herêmê ji bo berjewendiyên xwe hewl didin şer berfireh bikin, dixwazin bi destê netew dewletan gelan li dijî hev rakin û modela netewa demokratîk a Rêber Apo jî ji bo planên xwe yên qirêj weke jehrkuj dîtine. Şerê ku niha li Xeze, Sûriye, Ûkrayna û Rûsyayê dewam dike nîşan dide ku kirasê netewe dewletan li gelan kirine teng e û parçe dibe. Van şeran car din îspat kiriye ku modela netewa demokratîk a Rêber Apo modela jiyana azad a gelan û jinan e. Lewma em dibînin ku komploya navneteweyî ya 9ê Cotmeha 1998an, îro jî bi rê û rêbazên cuda di dewrê de ye. Bi perspektîfa Netewa Demokratîk a Rêber Apo sîstemek hate avakirin ku ji bo Sûriye, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahî Rojhilata Navîn bûye nefes. Di vê sîstemê de jin û gel bêyî ku ferq û cudahiya ol, ziman û netewê bikin bi hev re dijîn, xwe bi azad îfade dikin, bi rê ve dibin, biryarên xwe didin û dibin îrade. Êrîşên li dijî vê sîstemê dewama komploya navneteweyî ye. Em van êrîşên li dijî îradeya gelan û jinan şermezar dikin. Li dijî van êrîşan mezinkirin û parastina deskeftiyên şoreşa jin a Rojava, têkoşîna li dijî komployê ye. Rêber Apo di nava sîstema qirkirinê ya Îmraliyê de, bi têkoşîna xwe hêza qezenckirinê ya têkoşînê nîşanî gelê kurd û hemû gelên bindest daye. Rêber Apo li dijî sîstema înkar, îmha û îşkenceyê her kêliya xwe bi têkoşîna li ser navê mirovahiyê û bi pêngavên ku rêya jiyana azad û bi rûmet vedikin derbas kiriye.”
Di berdewamiya daxuyaniya xwe de KJKê ev tişt anî ziman: “Eger mirov paradîgmaya Rêber Apo ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ku ji hemû gelên bindest û jinan re bûye hêvî, fêm bike wê sedemê komploya qirêj a navneteweyî jî fêm bike. Di demeke welê de ku li hemû cîhanê li hemberî sosyalîzmê bêhêvîtiyeke mezin hebû û kapîtalîzmê li hemberî hemû bindestan serketina xwe îlan kiribû, Rêber Apo got, ‘İsrara di mirovbûnê de israra di sosyalîzmê de ye’ û li dijî hemû hêzên kapîtalîst ên kûreyî şerekî mezin berçav girt. Sedemê esas ê pirsgirêkên civakê yên aborî, perwerde, tenduristî, exlaq, polîtîka, ekolojîk, moral û hwd derxist holê û bi vê yekê re pêşniyarên çareseriyê jî pêş xist. Ji gelan re bû hêvî û tirs xiste dilê hêzên sîstema kapîtalîst. Lewma fêmkirina rastiya Rêber Apo, fêmkirina komploya navneteweyî ye ku 26 netew dewletan têde cih girt û rola gardiyantiyê dan dewleta tirk. Bi komploya navneteweyî re ku bi pêşengiya DYA, Îngilistan û Îsraîlê kete dewrê, sîstema kapîtalîst a kûreyî di şexsê Rêber Apo de li dijî hebûna kurd her cure êrîşên şerê taybet ê qirêj xiste dewrê. Di serî de jinên evîndarê azadiyê, hemû gelê me bi berxwedana bi rûmet a Rêber Apo li dijî van polîtîkayên şerê taybet li ber xwe dane, her tim li qadan bûne û bi dengekî bilind daxwaza xwe ya azadiyê vegotine.”
Koordînasyonê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Jin dizanin ku komploya qirêj a navneteweyî herî zêde li dijî wan pêk hatiye û her tim daketine qadan, bi dengekî bilind dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re û daxwaza xwe ya ji bo azadiyê vegotine. Rêber Apo dît ku rizgariya civakê bi rizgariya jinê dibe û ji şoreşa neteweyî hîn zêdetir berê xwe daye şoreşa jinê. Anî ziman ku armanca herî mezin a vê şoreşê bi jina azad û sosyalîst pêşxistina mêr e û ji bo kesayetên xurt ên wiha pêş bikevin kedek mezin daye. Sîstema kapîtalîst jî li dijî jina azad û mêrê azad, her kêliya xwe ji bo avakirina jina kole û mêrê kole bi kar aniye.”
Darbeyeke mezin li xeyalên qirêj ên komployê xist
KJKê daxuyaniya xwe wiha domand: “Herî dawî Rêber Apo înîsiyatîf girt û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk da destpêkirin. Vê pêvajoyê darbeyeke mezin li xeyalên qirêj ên komploya navneteweyî xist. Lewma di serî de jin û ciwan, divê hemû gelên me bi coş tevlî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bibin, pêşengiyê bikin û vê komploya qirêj car din pûç bikin. Rêber Apo anî ziman ku di nava aştî û dewlemendiya jiyanê de jin bi pêş ve diçe, lê di nava şer de mêr xurt dibe, ya ku mêr dike mêr ê hegemon jî ev şerê qirêj bi xwe ye û sedemê komkujiyên jinan û zarokan ên li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê bi rengekî herî eşkere nîşan da. Lewma têkoşîna li dijî komployê, di esasê xwe de têkoşîna ji bo jiyana azad e. Têkoşîna li dijî komployê, têkoşîna li dijî koletiya jin û mêr e. Lewma weke jin tehemûla me nemaye ku em kedkarê herî mezin ê jiyana azad Rêber Apo, di nava sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê de bibînin.”
Di dawiya daxuyaniya xwe de KJKê ev bang jî kir: “Li ser vê esasê, di serî de jin û ciwan em bang li hemû gelê xwe, dostên xwe, hêzên dijberê sîstemê, karker, kedkar û ekolojîstan dikin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin. Em bang dikin ku ji bo pêşxistina civaka azad, paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê di her qada jiyanê de ava bikin, timî bi ruhê pêngavê têkoşînê pêş bixin û ji bo bibin hevrêyên komunalîst ên Rêber Apo, hîn zêdetir xwe rêxistin bikin û ji bo serketinê bi dil û can bixebitin.”