Demokrasî têgeheke yewnanî ye û xwedî dîrokeke têr û tijî ye. Ji xwe heta roja îro gelek nîqaş, gengeşî û guherîn derbas kiriye. Lewra desthilat her tim li gorî dil û berjewendiyên xwe wateyekî lê bar dikin. Li ser meselê di demokrasiya Yewnana Kevin de cihê jin, zarok û koleyan tune be û piranî kesên dewlemend xwedî gotin bûn. Tevî ku di roja me ya îro de ev rewş guheriye jî desthilat hê jî li gorî xwe nêzîkê demokrasiyê dibin. Lêbelê tişta zelal ev e ku desthilat ji bo hêza xwe bidin nîşandan, demokrasiyê wekî amûreka rêvebirina civakê bi kar anîne û bi kar tînin. Ango çawa demogogên Yewnana Kevin civak û demokrasî manîpule dikirin, îro jî li qadên siyasetê civak li ser navê demokrasiyê tê manîpûlekirin. Heke pêşiya vê manîpûlekirinê bê girtin, demokrasî di bingeha xwe de bi wekhevî, azadî, edalet û vîna civakî re xwîşk û bira ye. Di bingeha xwe de demokrasî hemû endamên civakê di nav xwe de dihewîne. Ango heke hemû beşên civakê yên wekî nasnameyên cuda, jin, mêr, civak, kom, komik, kêmnetewe, bawerî û hwd. beşdarî rêvebirina polîtîk bibin, di nav pergala polîtîk de xwedî gotin bin û hemû mafên wan ên civakî di qanûna bingehîn de bên parastin wê demê mirov dikare behsa demokrasiya rasterast bike.
Ev cureyê demokrasiyê di esasê xwe de civaka demokratîk e. Civaka demokratîk xwe ji pergala kapîtalîst şûştiye û ne li ser bingeha dijberî û dijminatiyê li ser bingeha jiyana bi hev re û aşitiya civakan bilind dibe. Bêguman divê hîmên civaka demokratîk li ser nirxên civakî yên wekî wekhevî, edalet, azadî û jiyana bi hev re bên avakirin. Lewra divê civak van hîmên netew-dewletan ji wan stendî careke din ji wan bistîne û bi vî awayî civaka demokratîk ji nû ve vejîne. Baş e. Wê ev yek çawa pêkan be? Ev yek di mijara diyalektîkê de veşartiye. Li gorî diyalektîka rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan qad ji hêla pergala modernîteya kapîtalîst ve li hîmên civaka demokratîk ango modernîteya demokratîk hatiye tengkirin ku li gorî vê diyalektîkê ti caran dijber hevdû tune nakin. Lewra niha qad li hîmên civaka demokratîk teng bûye û divê niha qada van hîmên civaka demokratîk bên berfirehkirin. Bêguman ev yek bi xwestin û daxwazê pêk nayê. Ev yek bi têkoşîn û berxwedanê tê bidestxistin. Helbet di nav pergala kapîtalîst de ku îro pergala serdest e û civakê li gorî vê pergalê teşe girtiye, avakirina civaka demokratîk zor û zehmet e. Lêbelê heqîqet di civaka demokratîk de ye, lewra avakirina wê jî li gorî diyalektîkê hêsan dibe. Ji ber ku hemû hîmên civaka demokratîk di nav pergala kapîtalîst de hene û ew tune nebûne, avakirin û berfirehkirina qada van hîman bi têkoşînê pêkan e.
Heke civak li hemberî vê pergala kapîtalîst piçekî hişyar be û hînbûnên xwe biguherîne wê qad li hîmên civaka demokratîk berfirehtir bibe. Li ser meselê di nav pergala modernîteya kapîtalîst de her tişt ji dewletê tê xwestin. Lêbelê di nav pergala modernîteya demokratîk de civak bi têkoşînê van xalan ava dike. Ango mesele xwestin û avakirin e. Hîmên civaka demokratîk wekhevî, azadî, beşdarbûna mirovan a qada polîtîk, hebûna civaka sivîl, azadiya medyayê, perwerdehiya ji desthilatê dûr, edalet û konsensûsa piralî hwd ne. Li hemberî van heke dubendî di nav civakê de zêde be, avakirin û pêkanîna van hîmên civaka demokratîk zor dibe. Lewra beriya her tiştî divê wekhevî û edaleta civakî pêk bê. Heke civak di nav xwe de wekhevî û edaletê ava bike, rê li ber avakirina hîmên civaka demokratîk vedibe. Ango heke civakek tişta ji bo xwe dixwaze ji bo civakên din jî bixwaze wê demê pêşî li manîpûlekirina desthilatan tê girtin.
Bêguman civaka demokratîk wê li ser bingeha azadî, wekhevî û rêxistinbûna civakî bê avakirin. Lêbelê di pergala modernîteya kapîtalîst de ev her sê xal ji mirovan hatine standin. Ango di vê pergalê de azadiya civakê bi azadiya dewletê ve ye. Dewlet sînorên azadiya civakê dest nîşan dike. Her wiha dubendiyan dixe nav civakê ku karibe bi awayekî bi rê ve bibe. Hêmana sereke ya dewletê nijada ser dest e ku civakên din wekî çîna duyem tên destnîşankirin. Ji ber vê jî pêwist e ku dewlet ji hêla civak, sazî û dezgehan ve bê sînorkirin. Ango di vê pêvajoya avakirina civaka demokratîk de bar dikeve ser milê civaka kurd, sazî û dezgehên wan. Gelo em çiqasî vî barî digirin ser milê xwe? Pirsa girîng ev e. Ji ber ku ev hêla pratîkî ya avakirina civaka demokratîk in. Lewra pêwîst e ku kurd, sazî û dezgehên wan di vê mijarê de çalak bin da ku rol û mîsyona xwe baş bi kar bînin. Heke sazî û dezgehên kurdan xwe nexin bin vî barî wê ji lingên vê pêvajoyê yek jê kêm bimîne. Li ser meselê Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan behsa avakirina yekitiya kurdan dike. Lê sazî û dezgehên kurdan di vê mijarê de qels dimînin ango hê jî di pozîsyonên xwe yên berê de israr dikin û bi hev re nakevin diyalog û danûstendinê.
Sazî û dezgehên kurdan di vê pêvajoyê de wê çiqasî xala dîplomasiyê bi kar bînin? Wê çiqasî karibin kurdan bixin rojeva dinyayê? Ji bo vê jî divê dîplomasiyeke yekdestî bê meşandin ku nûnertiya hemû kurdan dike. Lewra beriya her tiştî kongreya netewî bê avakirin, da ku karibe li ser navê Kurdistanê dîplomasiyê bimeşîne.
Her wiha wê sazî, dezgeh û civaka kurdî wê çiqasî qada ziman û çanda kurdî çalak bikin? Ji bo wê qadê pêwistî pê nîne ku dewlet an jî desthilat destûrê bide. Li ser meselê hemû şaredariyên kurdan medya civakî bi kar tînin. Gelo ma şaredarî nikarin ku hemû peyam û xebatên xwe bi kurdî li ser medya civakî parve bikin? Gelo çima şaredarî bi qasî tirkî bi kar tînin, ewqasî kurdî bi kar naynin? Heta ku kurdî di qada bikaranînê de negihije asta tirkî, bêguman wê wekheviya zimanan pêk neyê.
Rêber Abdullah Ocalan her tim behsa cidîyetê dike. Vêca wekî civak, sazî û dezgehên kurdan em çiqasî cidî nêzikî avakirina civaka demokratîk dibin? Di vê rêya li pêşiya me de gelo em li gorî vê cidiyetê tevdigerin? Werhasil pirs zêde ne, lê bersiv girîntir in. Cidiyeta ku birêz Abdullah Ocalan behsê dike, bêguman şênber û pratîkkirina bi xebatên yekrêziya kurdî, rêxistinkirina civakê, avakirina civaka demokratîk, berfirehkirina qada çand û zimanê dayikê ye. Lêbelê sazî û dezgehên me di vê hêlê de pir hêdî tevdigerin.