Platforma Saziyên Demokratîk, bi munasebeta salvegera Komploya Navneteweyî ya di 9ê Cotmeha 1998an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxuyanî da. Daxuyanî, li avahiya rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê hat dayin. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi Rêbertiya azad ber bi civaka azad ve” hat daliqandin.
Di civînê de hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn axivî û got: “Gelê kurd hebûna xwe îspat kiriye. Berî 26 salan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployê anîn Îmraliyê. Li Îmraliyê tecrîdeke giran hat ferzkirin. Lêbelê tecrîdê nikaribû têkiliya Abdullah Ocalan a bi civakê re qut bike, berevajî wê ev têkilî bêhtir xurt bû. Em ê di 9ê Cotmehê saet di 16.30an de li Qada Şêx Seîd bi dirûşma’Bi Rêbertiya azad ber bi civaka azad ve”meşê li dar bixin. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku tev li meşê bibin.”
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulistan Sarili jî ev bang kir: “Em ê di 9ê Cotmehê de li Qada Şêx Seîd heta Balikçilarbaşiyê meşê li dar bixin. Ji bo tevlibûna meşê em bangî jin, ciwan û pîran dikin. Ji bo jiyaneke demokratîk û azadiya girtiyan werin qadê.”