Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe de axivî. Devlet Bahçelî, bal kişand ser pêvajoyê û got ku mijara sereke ya pêvajoyê ew e ku aramî çêbibe û bingeheke wê ya bitendurist ava bibe. Devlet Bahçelî, got ku ew dixwazin girêkên pêşdaraziyê ji holê rakin û got: “Em dixwazin diyalogên hatine girtin dîsa zindî bikin. Hedef mezin e. Tawîz û teslîmbûn tune ye. Dê çerxa şebekeya xiyanetê ya hundir û derve ku nelihevkirinan zêde dikin û sor dikin were şikandin.”
Bi domdarî Devlet Bahçelî anî ziman ku “Tirkiye, di erefeya zayîneke pîroz de ye” û wiha pê de çû: “Dibe ku êşên wê çêbibin, hevfêmkirinên xelet çêbibin, alî aciz bibin û têkilî qels bibin. Lêbelê heke em bi sebir, bi difirehî di xeta hezkirina welat û milet de bibin yek, em dikarin hemû pirsgirêkan çareser bikin. Bes ku jidilbûn û dûristbûn hebe. Dê civîna 14an a komîsyonê sibe bê lidarxistin. Ji bo sererastkirinên siyasî û hiqûqî divê zemîneke rasteqîn û berfireh ê muzakereyan ava bibe. Her kes xwedî fikran e. Divê li van were guhdarîkirin û nexşerêyeke herî pêbawer bê diyarkirin. Em keyfxweş in ku ev yek tê kirin.”
Li gel ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27ê Sibatê de ji bo PKKê hatibû kirin jî, Devlet Bahçelî îdia kir ku ev bang ji bo HSDê jî hatiye kirin û got: “Rêbertiya avaker a PKKê destê xwe daniye bin kevir. Piştî banga 27ê Sibatê PKKê di 12ê Gulanê de çekên xwe danî û hebûna xwe fesih kir. Di 11ê Tîrmehê de komeke PKKî çekên xwe şewitand. HSD/YPG ên li bakurê rojhilatê Sûriyeyê çek bernedan û bi banga Îmraliyê nekirin. Banga Îmraliyê li gel PKKê, her wiha ji bo hemû pêkhateyên terorê yên dabeşkar derbasdar e. Ya ku em jê fêm dikin ev e, şîroveya me ev e.”
Devlet Bahçelî, bi domdarî got: “Bendewariya min ev e; bila rêberê avaker ê PKKê bila yekser bangekî li HSD/YPGê bike û jê bixwaze ku mutebeqeta 10ê Adarê ya bi rêveberiya Şamê re bicih bîne.”
‘Divê komîsyon biçe Îmraliyê’
Devlet Bahçelî, anî ziman ku divê komîsyon biçe Îmraliyê û got: “Heke pêwîst bike bila komeke parlamenteran ên di nava Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê de cih digirein biçe Îmraliyê û hevdîtinên rû bi rû bikin, peyaman rasterast guhdarî bikin û bi raya giştî re parve bikin. Li gorî min tu xisûsekî ku xwe ji vê paşve bidin tune ye. Ji bo tişta diyarker, banga 27ê Sibatê ye. Nûkirina vê bangê, berfirehkirina wê dê ji bo geşedanên bixêr rêveker be.”
Devlet Bahçelî, diyar kir ku dê bi reformên siyasî, aborî û hiqûqî re aheng û edaleta civakî pêk bînin û got ew di nava bazariyekê de nînin, ji pêvajoya dan-standinê re bi temamî girtî ne û armanca wan avakirina yekitiya neteweyî û xurtkirina eniya navxweyî ye.