Beriya çend kêliyan, li Şamê hevdîtina şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şandeya hikûmeta demkî destpê kir. Ev hevdîtin di çarçoveya bicihanîna bendên peymana 10ê Adarê de ku di navbera HSDê û hikûmeta demkî de hatibû îmzekirin, pêk tê.
Di hevdîtinê de ji şandeya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, Mazlûm Ebdî û Rohilat Efrîn û ji şandeya hikûmeta demkî Ehmed El Şera û Esed El Şîbanî amade bûn.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed, Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Xesan El Yûsif û Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ebid Hamid El Mehbaş, 6ê Cotmeha 2025an bi Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê li Sûriyê Tom Barrack û Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Amîral Brad Cooper ku serokatiya şandeyeke ji Koalîsyona Navneteweyî dikir, re hevdîtin kiribûn.