7 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Hêzên Şamê li dora Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi cih dibin

Hêzên Hikûmetê xwe li dora Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi cih dikin Hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê xwe li dora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê bi cih dikin.

Duh, saet di 17.00an de hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê hemû rêyên ketin û derketinên taxên Şêxêeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê girtin. Berî wê jî çend rê girtibûn û bendên axê bilind kiribûn. Piştî vê yekê gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo vekirina rêyên hatine girtin çalakî li dar xistibûn. Hêzên hikumetê bi gaza îsotê û guleyan êrişî wan kir û hewl da bi tank û dronan bikevin her du taxan. Lê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên her du taxan ji bo parastina şêniyan bersiva êrişan da.

Pevçûn heta saetên derengiya şevê berdewam kirin, paşê hêzên hikûmeta demkî vekişiyan.

Li gorî agahiyn destpêkê, di encama topbaran û êrişan de şehîd û birîndar hene.

Niha, li her du taxan bêdengiyek heye, û hêzên hikûmeta veguhêz hîn jî li derdora taxan nuqteyên xwe xurt dikin û xwe bi cih dikin û dibe ku di her kêliyê de dîsa rewş şer alozî derkeve.