7 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Qamişloyê bazirganên hişbirê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarê Qamişloyê toreke bazirganiya hişbirê girt û li gel wan madeyên hişbirê, alavên bikaranînê, pereyên sexte û çekên hatine dîtin û hatin desteserkirin

Navenda Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan di rêzeoperasyonên ewlehiyê yên li bajarê Qamişloyê de toreke bazirganiya hişbirê û bikarhêneran wan ku ji 12 kesan pêk tê, girt.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev operasyona Hêzên Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbirê, piştî şopandina tevgerên biguman pêk hat. Hate diyarkirin ku 3 kesên dema madeyên hişbirê li taxek bajêr difirotin hatin girtin û piştre bi îtîrafên wan ferdên din ên torê hatin aşkerakirin.

Di operasyonê de hişbir û alavên hatine desteserkirin ev in; 2.266 kîlo heşîş, 100 hebên curbicur ên ji madeya krîstal mîs, 2 pîvan, alavên bikaranînê, damanceyek, 2 kêr, 5 gule, roketên hawinê, 2 cîhazên bêtêl, 70 hezar lîreyên Sûriyeyî yên sexte yên 5 hezar, û 100 dolarê sexte. Kesên ku hatin girtin sewqî Dozgeriya Giştî hatin kirin.