TJAyê di 1ê cotmehê de bi boneya azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkanîna civakeke demokratîk, bi dirûşma ‘Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin’ ji Amedê ber bi Enqereyê dest bi meşê kir. Jinan di roja yekemîn de berê xwe dan Hîlwanê. Dê jin heta 7ê mehê meşa xwe bidomînin û meşa xwe di roja 7an de li Enqereyê bi dawî bikin.
Em der barê armanca meşê de bi aktivîsta TJAyê Fatma Ablay re axivîn.
Di roja me de çavê hemû cihanê di hevdîtinên aştiyê yên li Tirkiyeyê ne. We di pêvajoya îro de çima pêwistî bi meşeke wiha dît?
Di vê serdema heyî de lidarxistina meşeke wiha ne tenê çalakiyeke sembolîk e; ew berdewamiya zindî ya berxwedana salan, mîrateya têkoşînê û perspektîfa azadiya jinan e. Her gava ku em davêjin xwe dispêre mîrateya berxwedana jinan û gelê kurd ya ku li hember polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê dane. Ev meş hêvî û azadiyê digihîne hev û li ser vî esasê peyam dide tevahiya civakê. Em wekî jin, armanc dikin ku bi perspektîfa Rêber Abdullah Ocalan azadiya civakî û aştiya demokratîk ava bikin.
Azadiya fizikî ya Rêber Abdullah Ocalan ne tenê meseleya azadiya takekesî ye; azadiya wî rasterast bi azadiya gelan û jinan ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê, meşa me hem çalakiyeke berxwedanê ya fîzîkî ye û hem jî bangek polîtîk e. Ew meşa me berxwedana li dijî polîtîkayên înkar û tecrîdê yên dewletê temsîlek e û di heman demê de girîngiya azadiya Rêber Ocalan, ku şertek ji bo demokratîkbûn û aştiyê ye, nîşanî hemû beşên civakê dide.
Ev meş di heman demê de amûreke ji bo bilindkirina hişmendiya civakî û rêxistinkirina têkoşîna kolektîf. Ev gavên ku sembola hêvî û azadiyê ne, ne tenê dengê jin û gelan in, lê di heman demê de pratîkeke berbiçav e ku armanc dike civakeke demokratîk ava bike. Ji ber vê yekê, lidarxistina meşa îro pir girîng e. Ji ber ku ji bo berdewamkirina mîrateya têkoşînê ya me ji rabirdûyê mîras girtiye û bidestxistina aştî û azadiya civakî îradeyek hewce dike. Ji ber ku em dizanin azadiya gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn bi azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ve girêdayî ye.
Armanca bingehîn a meşa me ya îro şikandina tecrîda giran a ku bi salan e li Îmraliyê berdewam dike, misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê me û rê li ber çareseriyeke demokratîk vekirin e.
Bi vê meşê em dibêjin ku rêya aştiyê di rakirina tecrîdê û danîna nexşerêyekê ji bo çareseriya demokratîk de ye.
We meşa xwe ji Amedê da destpêkirin û hûnê vê meşê li Enqereyê bi dawî bikin. We çima meşa xwe ji Amedê da destpêkirin û li Enqereyê bi dawî dikin? Herwiha çima rawestgeha we ya yekemîn Hîlwan bû?
Destpêkirina meşê ya li Amedê û bidawîbûna wê ya li Enqereyê xwedî girîngiyeke sembolîk û siyasî ye. Amed navenda berxwedan, nasname û daxwaza azadiyê ya gelê kurd û têkoşîna jinan e. Destpêkirina ji vir nîşan dide ku meş ji aliyê xwerêveberiya gel û berxwedana dîrokî ve tê xwedîkirin. Ji aliyê din ve Enqere navenda dewlet û mekanîzmayên biryardana siyasî ye. Her çend komîsyonek di nava Meclisê de ji bo birêvebirina pêvajoyê hatiye damezrandin jî, bidawîbûna meşa li Enqereyê rasterast serî li vê komîsyonê û meclîsê dide. Bi vê rêyê, jin peyama ‘em ne tenê dengê xwe, lê di heman demê de îradeya xwe ya ji bo çareseriyê jî digihînin Meclisê’ dişînin. Bi gotineke din, rêya ji Amedê ber bi Enqereyê wekî rêyeke siyasî hatiye hilbijartin ku hêza rêxistinkirî ya gel bi navenda biryardana dewletê ve girêdide û armanc dike ku rê li ber çareseriyê veke.
Li Hîlwanê axayên ku piştgirî ji dewletê digirtin zilm li gel dikirin. Gel li dijî vê zilmê xwe tev li têkoşînê kir. Halîl Çavgun, Sûltan Yavûz, Cûma Tak, Abdurrahman Manap, Cûma Bozkoyûn, Ali Çat û Sadûn Demîrkoç bûn. Bi rastî, Hîlvan yekem navçeya xweser a demokratîk bû ku gel xwe bi xwe bi rê ve dibir. Ev jî ji bo partiyê cihekî girîng û dîrokî ye. Ew cihek bû ku tevgera civakî lê belav bû û wateyek dît.
Şehîdê yekem ê Hîlwanê Halîl Çavgun e. Heval Halîl di sala 1978an de, di salvegera şehadeta Heval Hakî de hat kuştin. Abdullah Ocalan li ser kuştinan wiha dibe: “Bi kuştina Heval Hakî xwestin ketina Kurdistanê asteng bikin, bi kuştina Heval Halîl jî xwestin ku berxwedana ku li herêmê kok vedide asteng bikin.” Li aliyê din Hîlwan ji bo jinan jî xwedî girîngiyeke mezin e. Di sala 1979an de Şaredariya Hîlwanê hat girtin û sê jin wekî endamên meclîsa şaredariyê hatin hilbijartin. Ev di dîroka Kurdistanê de yekem car pêk hat. Ji ber vê yekê, Hîlwan rawestgeha me ya yekem e.
Herçiqas di destpêkê de we bi çend xalan daxwazên xwe anîbe ziman jî xala sereke ya ku der dikeve pêş pêkanîna mafê hêviyê ye. Ji bo we mafê hêviyê çima ewqas girîng e?
Mafê hêviyê îradeya gel û garantiya pêşerojeke hevpar e. Ew garantiya civakeke demokratîk û siyaseta demokratîk e.
Di sala 2021an de, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê gelek daxuyanî der barê bicihanîna mafê hêviyê de ji Tirkiyeyê re da. Lêbelê, Tirkiye hîn jî vî mafî nas nake. Di daxuyaniya 16ê îlonê de, Konseya Wezîran, behsa mafê hêviyê kir û got: “Komîsyona ku di Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê de hatiye damezrandin divê bi Birêz Ocalan re bicive.”
Bahçelî jî ev yek gotibû. Wê demê, dem dema pêkanîna mafê hêviyê ye. Divê di vê mijarê de pêşketin çêbibin. Ger ev çênebin, ev tê wê wateyê ku hin astengî hene. Birêz Ocalan di vê pêvajoyê de aktorê pêşeng e. Bi banga xwe ya 27ê sibatê de ya Abdullah Ocalan PKKê xwe fesih kir. Di 11ê tîrmehê de, hat ragihandin ku têkoşîna çekdarî bi şewitandina çekan di şikeftên Cesena de bi dawî bûye. Raya giştî dîmenên dîrokî dît. Birêz Ocalan manîfestoyek bi perspektîfeke fireh ne tenê ji bo gelê kurd ji bo hemû gelan, weşand. Wî banga aştî û civakeke demokratîk kir.
Li aliyê din rastiya Rêberekî ku azadiya xwe ji azadiya civakê cudatir nagire dest heye. Bicîhanîna mafê hêviyê dê pêvajoyê pêş bixe û rê li ber aştî û azadiya civakî veke. Mafê hêviyê ji bo gel bûye pêdiviyeke jiyanî. Daxwaza çareseriyê ne tenê ji bo gelê kurd, lê di heman demê de ji bo hemû gelên cîhanê, bi taybetî jî ji bo civakên pirnasnameyî û pirçandî yên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê, bûye daxwazeke hevpar. Ji ber vê yekê, mafê hêviyê ji bo aştiya hiqûqî û civakî girîng e.
Hem meşvan hem jî kesên ku piştgiriyê didin vê meşê dirûşma Jin Jiyan Azadî berz dikin. Li gor nêrîna te felsefeya Jin Jiyan Azadî çiqas civakî bûye?
Felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ îro ne tenê dirûşmek e; ew paradîgmayeke civakî ye ku jiyana jin, gelan û bindestan bi awayekî radîkal guhertiye. Azadiya jinan bingeha civakeke demokratîk û aştiyeke mayînde ye. Nêzîkatiya ‘Ger jin azad nebe, civak jî azad nabe’ di dilê paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ye. Ji ber vê yekê, her kesê ku beşdarî meşê dibe yan jî piştgiriyê dide meşê, di rastiyê de xeta ‘Jin Jiyan Azadî’ bilind dike û vê felsefeyê dike beşeke yekgirtî ya jiyana civakî.
Ji bo tevgera jinên kurd a îro, ‘Jin Jiyan Azadî’ encama salan fedakarî, berxwedan û têkoşîna rêxistinkirî ye. Ji girtîgehan bigire heta şaredariyan, ji kolanan bigire heta cîhanê, jinên kurd vê felsefeyê ne tenê wekî sloganekê, lê wekî rêbazeke ji bo rêxistinkirina jiyana xwe bicîh anîne. Ev têkoşîn, ku di bin pêşengiya jinan de pêşketiye, wekî şertek ji bo azadî û wekheviyê di civakê de hatiye naskirin. Ji ber vê yekê, di tevgera jinên kurd de, ‘Jin Jiyan Azadî’ ne tenê mafên jinan, lê di heman demê de demokratîkkirina gelan û civakek azad jî temsîl dike.
Di asta cîhanî de bandora felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ zêde dibe. Ezmûnên xweparastin û rêxistinkirina jinan li Rojava ne tenê ji bo kurdan, di heman demê de ji bo gelên Rojhilata Navîn jî hêvî anîne. Piştî kuştina Jîna Emînî li Îranê, bi milyonan jin û ciwan bi vê dirûşmeyê daketin kolanan. Bi qutkirina porê xwe û veguherandina laşên xwe bo barîkatan, jinan ‘Jin Jiyan Azadî’ hem veguherand çalakiyeke serhildanê û hem jî bangek ji bo jiyanê. Ji Amerîkaya Latîn bigire heta Ewropayê, ji Afrîkayê bigire heta başûrê Asyayê, ev dirûşim bûye zimanê sereke yê têkoşîna rizgariya jinan.
Ji bo civakîbûna vê felsefeyê çend xalên girîng hene:
Dema em ji perspektîfeke çandî ve li felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ dinêrin berxwedana çandî ya gel, îradeya wan a parastina nasname û hebûna xwe, ku li ser azadiya jinan disekine, îfade dike.
Ji perspektîfeke siyasî ev felsefe di sîstema hevserokatiya jinan, di rêveberiyên herêmî de temsîliyeta wekhev û şêweyên rêxistina civakî de sazî dibe.
Ji perspektîfeke navneteweyî ve tevgerên jinan li çaraliyê cîhanê ji ezmûna jinên kurd fêr dibin û vê dirûşmeyê di têkoşînên xwe de dipejirînin.
Ji ber vê yekê, ‘Jin Jiyan Azadî’ ne tenê ya tevgera jinên kurd, lê ya hemû jinan, gelên bindest, ciwanan, karkeran û hemû kesên ku ji bo jiyana demokratîk parêzvaniyê dikin, bûye felsefeyeke hevpar. Ev felsefe nîşan dide ku azadiya gel û azadiya jinan ji hev nayên veqetandin.
Ew hem ji bo gelê kurd û hem jî ji bo tevgera jinan a cîhanî bûye formuleke jiyanê, xeta berxwedanê û paradîgmayeke azadiyê. Ji ber vê yekê, bandora wê ya civakî êdî ne tenê herêmî ye, lê di heman demê de gerdûnî ye. Û ev gerdûnîbûn îhtîmala jiyaneke nû ya demokratîk a ku li ser azadiya jinan disekine nîşan dide.
Wek tê zanîn Rêberê Gelê Kurd di 27ê sibatê de ji bo aştî û demokrasiyê bangek kir. Dema hûn vê meşa xwe û piştgiriya gel li ber çav bigirin, dikarin bibêjin ku ev bang di nav gel de çawa tê pêşwazîkirin?
Ji roja 27ê sibatê heta roja me ya îro wek TJAyê em li qadan e û em bi gel re tên ba hev . Di hemû hevdîtin û çalakiyên ku me kirin de tiştê herî zelal ew bû ku baweriya jinan û ya gelê kurd bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye. Gelê kurd piştî salên dirêj Ocalan dît û ji vê yekê jî sûd wergirt. Rêber Ocalan bi kedeka giranbûha kurdên ku di girêdebûn derxist, rûmeta wê ku hatibû binpêkirin radestîwan kir, zimanê wan ê ku kifle lêhatibû dayin vekir, dîroka gelê kurd a ku dihat înkarkirin da pejirandin, yanî HEBÛNa kurdan misoger kir. Ji ber vê yekê baweriya gelê kurd her demê bi Rêberê wan hebû. Lê belê vê serdemê ev bawerî û hêvî ji her gavê zêdetir e. Sedema xwe jî ev e; ev bû 26 sal ku tecrîdeke kûr li ser Rêzdar Ocalan heye. Ev deh salên dawî nêzikatiyeke der hiqûqî û dermirovî hebû bi tu awayî ne gelê kurd ne parêzer ne jî malbatê tu agahiyek ji Rêberê xwe nedigirt. Rêzdar Ocalan di van şert û mercên giran de berxwedaneke bêhempa da û dewlêt dîsa li ser maseya dialogê da rûniştandin. Îro ku em behsa pêvajoyekê dikaribin bikin ev bi keda Rêber Ocalan e. Rêberekî ku heta niha ‘nexapandiye û nehatiye xapandin’ ji ber van sedam hemû baweriya jinan, ciwanan û gelê kurd bi hemû gotin û gavên ku diavêje heta dawiyê heye.
Ji ser silavdayîna Devlet Bahçelî heta niha salek derbas bû lê hê jî ji aliyê dewletê ve gavên erênî nehatine avêtin. Li gor te sedema sereke ya vê çi ye? Û ev gav neavêtin bandoreke çawa li ser civakê dike?
Ne tesaduf e ku dewletê gavên berbiçav neavêtine. Sedema sereke ya van derengketinan pabendbûna dewletê bi siyaseta înkar û asîmîlasyonê ye, ku sîstema xwe ya tecrîdê li dijî Rêber Abdullah Ocalan didomîne. Ev siyaseta dewletê ya astengkirinê ye ku di dîrokê de pêşketiye. Li Tirkiyeyê, bersiva dewletê ji bo pirsgirêka kurd, têkoşîna rizgariya jinan û daxwazên demokratîkbûnê her tim yek bûye, paşguhkirina daxwazan li şûna naskirina wan, kêmkirina enerjiya civakî û hewldayîna qezenckirina demê ji bo şikandina îradeya gel. Li şûna ku bi Rêber Ocalan re ji bo çareseriyê danûstandinan bike, dewlet bi dirêjkirina pêvajoyê û derengxistina wê zexta siyasî dike. Ev tê wateya astengkirina sîstematîk a daxwazên demokratîk û bangên aştiyê. Sedema sereke ya ku dewlet ji avêtina van gavan dûr dikeve, tirsa wê ji veguherîna demokratîk e. Ji ber ku avêtina gavên berbiçav tê wateya qebûlkirina rêwatiya têkoşînên jin û gelan. Avakirina civakeke demokratîk tê wateya azadkirina ne tenê jinan lê hemû civakê, têkbirina têkiliyên hêzê û avakirina jiyaneke wekhev ji bo her kesî. Ev bi berjewendiyên hikûmeta heyî re nakok e. Ji ber vê yekê, dewlet gavên berbiçav navêje ku guhertinek bingehîn bide destpêkirin.
Bandora van derengketinan li ser civakê piralî ye. Ji ber ku hêviya çareseriyeke demokratîk bi berdewamî tê paşxistin, baweriya gel bi dewlet û mekanîzmayên siyasî kêm dibe. Ev yek, di encamê de, polarîzasyon û tengezariya civakî zêde dike. Tengezarî û bêbaweriya siyasî çêdibe. Jin û komên din ên bindest di meşandina têkoşînên xwe yên ji bo azadiyê de bi dijwarîyên mezintir re rû bi rû dimînin. Tecrîd û paşxistin azadî û wekheviya civakî ya jinan asteng dike. Ew dibin sedema zordestiya li ser jin û rêxistinên civakî.
Xelk, nemaze jin û ciwan, êdî baweriya xwe bi sozên dewletê naynin û fêm dikin ku divê ew bi îradeya xwe pêşve biçin ne ku li bendê bimînin. Her çend ev rewş di demeke kurt de dibe ku hesta wan a bêhêvîtiyê zêde bike jî, di demek dirêj de hişmendiya wan a li ser têkoşînê kûrtir dike. Gel vê yekê pir zelaltir fêm dike: Azadî û demokrasî dê bi têkoşîna gel bi xwe werin bidestxistin, ne bi xêra dewletê.
Nekarîna dewletê ya tevgerînê ne sedemeke ji bo teslîmbûnê ye, lê belê sedemek ji bo berxwedana mezin dibe. Ji ber ku her gavek ku neyê avêtin rastdariya gel û pêwîstiya têkoşîna wan eşkere dike. Ev pêvajo rêxistinên civakî yên ku di bin pêşengiya jinan de hatine pêşxistin xurt dike û bingehek saxlemtir ji bo avakirina civakeke demokratîk diafirîne.