Kovara Jinê di hejmara xwe ya 136emîn de li ser ji sembolên têkoşîna jinê ya kurd Nagihan Akarselê hûr bûye. Nivîsa bi ser navê “Helwesta Birûmet a Hebûniyê” a Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê û rojnamevan û nivîskar Nagihan Akarselê ku di 4ê Cotmeha 2022yan de li bajarê Silêmanî yê Herêma Kurdistana Federe di êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da, ji kovara Jineolojiyê hatiye wergirtin.
Di hejmara nû de nivîsên Nagihan Akarsel, Dîcle Muftuoglû, Oya Açan, Beste Argat û Sevcan Kadirogûyl hene.