Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 15ê Sibata 1999an heta niha li Girava Îmraliyê di yek hucreyê de tê girtin. Ji 2019an heta 2025an parêzer nekaribûn biçin îmraliyê û piştî 6 salan parêzer çûn Îmraliyê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî bi şandeyê re hevdîtin kir, bi rêya şandeyê banga Aştî û Civaka Demokratîk kir û ji bo çareseriyê nexşerê pêşkêşî Tirkiyeyê û gelên cîhanê kir.
Hevserokê Ji Bo Mafên Mirovan ê Cîhanê û Demokrasiya Ewropa Yekîtiya Parêzeran (European Association of Lawyers for Democracy & World Human Rights-ELDH) Urko Aiartza der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, nirxandin kir û got: “Li gorî zagonan tecrîd li dijî rêgezên mafên mirovan ên bingehîn e. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHM) binê “Mafê Hêviye” xêz kiriye. Li dijî cezayê hucreyê sînorên hişk danîne. Tecrîda demdirêj û tecrîda bêdawî li gorî hiqûqa navneteweyî li dijî mirovahiyê ye. Muameleyeke biçûkxistinê ye û li dijî hiqûqê ye. Gelek rêxistinên mafên mirovan destnîşan dikin ku şert û mercên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê de ye, li dijî standartên mafên mirovan in. Ev rewş binpêkirina standartan e.”
Hevserokê ELDHê Urko Aiartza, destnîşan kir ku piştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çekberdanê banga dîrokî kir, domkirina îzolasyona siyasî, li pêşiya firsenda dîrokî dibe astang û wiha axivî: “Piştî banga Ocalan îzolasyona siyasî rê li pêşiya çareseriyê venake.”
Hevserokê ELDHê Urko Aiartza bal kişand ser helwesta Tirkiyeyê ya li dijî biryara DMMEê ya Mafê Hêviyê û wiha axivî: “Divê Tirkiye bersiva çima biryara DMMEyê pêk nayne bide. Ez bi xwe bi hêvî me ku di demeke nêzik de ev rewş bê guhertin. Min peyamên ku ji hikûmeta tirk û siyasetmedarên tirk hatin bi baldarî guhdar kir. Eger ew bi xwe mantiqa xwe bişopînin, li gorî vê mijarê divê gaveke erênî bavêjin. Divê bersiveke erênî bidin. Ez bawer dikim ku dê Tirkiye bibîne ku dema vî mafî nas bike, dê qezenc bike û sûdê bigire.
Prz. Urko Aiartza li ser çalakiyên dostên kurdan ên ku 2 sal berê bi dirûşmeya “Ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re statuya siyasî” berdewam dikin û nêzikatiya Konseya Ewropayê ya li dijî daxwazên Kurdan jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Mixabin Yekîtiya Ewropayê û Konseya Ewropayê ji ber cotstandartiyên xwe û bêser û beriya xwe li gelek herêman baweriya xwe ya hemberî mirov û civakê winda kiriye. Van bangan nabîne anku naxwaze bibîne, wekî saziyên parazvanên mafên mirovan û parazvanên demokrasiyê êdî her ku diçe rewşa wan lawaz dibe.
Urko Aiartza bal kişand ser 7 xalên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê pêşkêş kiribû û her wiha nirxandinên wî yên ji bo tifaqa gelê Kurd û Tirk û wiha lê zêde kir: “Pêşniyara Ocalan a ji bo têkiliyên gelê kurd û tirk a li ser esasê azadî û demokrasiyê û ji bo hemû welatiyên Tirkiyeyê li ser esasê wekheviyê, firsendeke bi qasî zêr bi qîmet e. Ji bo şerê bi dehan salan berdewam kir bi dawî bike, ji bo aştiyeke mayinde ava bike, şenseke rasteqîn pêşkêş dike. Ez bawer dikim ku partiyên siyasî û hikûmeta Tirkiyeyê qîmeta vê firsendê dîtine û di encamê de dê bersiveke erênî bidin.”
Hevserokê ELDHê Urko Aiartza, bal kişand ser hewldanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên 32 salên dawyê yên ji bo aştiyê û wiha lê zêde kir: “Abdullah Ocalan 32 sal in gelek caran agirbest îlan kir. Peyamên aştî û demokrasî dan. Lê dewletê bi polîtîkayên înkarê bersiv da daxwazên Tirkiyeyê. Hem li derve û hem jî li hundir di aliyê samîyeta Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê de fikar pir hindik in. İsrara dewletê ya di polîtîkayên înkar û tundiyê de xizmeta avakirinê nake. Tenê şer û bêîstîkrariyê kûr dike. Ez bi hêvî me ku hikûmeta tirk dê bibîne ku ev polîtîka feyde nade tu kesî. Ez bi hêvî me ku dê vê firsenda aştiyê hembêz bike. Dîsa di vê rewşa dîrokî û krîtîk de divê aliyê kurd bêtir bi sebir tev- bigere.”
Wergera ji Îngîlizî: Hîvda Çelebî