8 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Aşê Çawirmê

Mûsa Şanak

Ev newal bi rastî jî newala aşan bû. Ji diyarê Reman û Şeman derdibû, ji her gûndî şaxek an jî du şax lê zêde dibûn û mezin dibû. Li gundê me jî cîhekî bi navê Nala Êş hebû. Niha yek ji wan jî li ser pêyan nemaye. Ne aş mane li holê, ne cihokên wan û ne jî çeqçeqek maye ku kesek rabe û bikeve pey wê

Em li Xinûsê bi rê ketin û berpêyî Tatosê bûn. Qasekê çûn û rastî Çemê Erezê hatin. Çem bi aliyekî de, em bi aliyekî de diherikîn. Dema em gihîştin cîhekî Hevserokê DEM Partiyê yê Erziromê bi tiliya xwe binê rê nîşan da û bala min kişand ser avahiyekê. Avahiyeke yek qatî û banê wê sackirî ya di navbera rê û Erezê de bû. Û got:
-Ev aşê me ye.
Ew Aşê Çawirmê bû.
Aşê Çawirmê yek ji wan aşên avê yên ku yek bi yek ji navê radibin bû. Wî aşî ez birim zarokatiya min. Li gundê me jî du aşên avê hebûn. Du sal berê hîn bûm ku bi salan berê lêserê ew dane ber xwe û car din kesî ew ji nû ve ava nekirine. Di nava xwe de biryarê didim ku ez ê rojekê bêm lê binêrim û çend wêneyên wî bikişînim. Axir ew roj hat û îro ez hatim serdana wî aşî.
Berî ku Tatos bibe navçe Çawirme bi Xinûsê ve girêdayî bûye. Ji xêncî wê li Xinûsê Çawirmeyeke din jî hebûye. Ji ya din re gotine Çawirmeya Fila û ji vê re jî gotine Çawirmeya Xelîl Axa. Mamoste Nasir dema behsa dîroka gund dike, dibêje ku “berê li vir û li gundên derdorê jî ermenî hebûne. Hin avahiyên aydê wan îro bûne kavil. Niha em biçin kîjan gundî rastî kavilên wan tên.”
Aşê Çewirmê
Aşê Çawirmê di derdora 80-100 salî de ye. Berê hinekî din li jêr aşekî din ê hê kevnar hebûye. Em diçin li cîhê wî dinêrin. Ji xêncî cihoka wî ya herifî ya ku mîna xetekê dirêj dibe, zêde tişt li paş nemaye. Aşê Çawirmê di heman demê de wek Aşê Mala Xalit Axa jî tê zanîn. Ava êş bi cihokekê ji Çemê Erezê hatiye veqetandin. Erez hê bi awayekî henûn diherike di rasta li binê êş de.
Heta heşt sal berê jî ev aş xebitiye. Dema rêya di navbera Xinûs û Tatosê de hatiye nûkirin, cihoka êş li ber rê ketiye û aş bêav maye.
Ez li Mamoste Nasir mêze dikim û dibêjim:
-Aşê dînan bêav jî digere. Ma qet dînek tunebû di mala we de?
Mamoste dikene û dubêje:
-Na. Em giş baqil in. Kes xwe li dînîtiyê danayne…
Karayollariyê cihokeke nû çêkiribe jî ev nizim maye û ji wê rojê û pê de aş betal bûye. Xwediyên êş doz li Karwyollariyê vekirine. Dadgeha wan bi salan e didome û hîn bi dawî nebûye.
Mamoste Nasir dibêje:
-Di nav 80 salan de tenê aşvanek jî derneketiye ji malbata me. Niha bi dehan hevparên vî aşî hene. Lê kesekî ku bixwaze û bikare wî ji nû ve sererast bike û bide şixulandin nîn e.
Bi min wisa tê ku aş bêxwedî û Erez xemgîn e.
Sê olixên êş hene. Du ji wan ji bo hêrandinê ne û yek jî ji bo dingê ye. Derî kilîtkirî ye. Loma me nekarî em bikevin hundir û li kevirên wî mêze bikin. Me ew çeqçeqên wê yên navdar ên ku bûne mijara gotineke pêşiyan jî nedîtin. “Aş çûbû, lê me nekarî ku em bikevin pey çeqçeqê jî.”
Dema min çavên xwe girtin û xeyal kir, genim hêdî hedî ji kodê dirijiya wê qûla kêvir û bi zivirîna wî re bêhna ardê teze hat pozê min. Me wêneyekî dingê jî kişand di şibakê de. Ji dûr ve tenê qasnaxa dorê xuya dikir. Kevirê dingê di paş wê de mabû.
Newela Sêvan
Ava Erezê, Aşê Çawirmê û qewaxên li hember deriyekî vedikin li pêşberî min. Di wî deriyî re diçim bi dehan salan berê. Diçim warê zarokatiya xwe. Li diyarê Reman û Şeman kaniyek derdibû û ber bi xwarê ve diherikî. Li vî alî û wî aliyê neqebê kaniyên din lê zêde dibûn û newal tije av dibû. Ji cîhê ku me pez û dewarê xwe lê av dida re digotin Nala(Newala) Sêvan. Bavê min bi salan naxirvaniya gund kir û min jî pê re gavanî dikir. Kengê me naxir bibirana wir, çavên min li darên sêvan digeriyan. Ji xêncî yekê min qet nedîtin. Lê ji navê wê jî diyar bû ku berê zêde bûne.
Newala Sêvan di navbera gundê me û Çîtaxê de bû. Dadiket di navbera gundê me û Gaxmûd, gundê me û Zelxidêrê re derbaz dibû, diket nav erdê gundê me. Di bin gundê me re derbas dibû, diçû sînorê di navbera Korkan û Bêroj de xêz dikir û li Nala(Newala) Êş tev li Çemê Pêriyê dibû. Nala Êş wek mezreya Bêroj dihat hesibandin.
Ne aş mane li holê, ne cihokên wan
Ev newal bi rastî jî newala aşan bû. Ji diyarê Reman û Şeman derdibû, ji her gûndî şaxek an jî du şax lê zêde dibûn û mezin dibû. Qasî ku di bîra min de maye li binê Zelxidêrê Aşê Nirê, li gundê me Aşê Mala Mûsê(wek Aşê Memê Alî jî dihat zanîn. Çend şirîgên wî hebûn.), Aşê Mala Meymamê û Aşê Kurikan hebûn li ser vê newalê. Ev her çar aş jî heta salên heştêyî û nodî jî dixebitîn. Li gundê me jî cihekî bi navê Nala Êş hebû. Komek dartû hebû li wir û şivanan ew der wek cihê bêriyê bi kar dianîn. Cihekî bisih bû. Paşê hîn bûm ku berê li wir jî aşek hebûye. Niha yek ji wan jî li ser pêyan nemaye. Ne aş mane li holê, ne cihokên wan û ne jî çeqçeqek maye ku kesek rabe û bikeve pey wê. Ew aş û ding niha tenê di pêşangeha bîra min de hene û misêwa dizivirin… Porê min spî bûye. Lê min ew di êş de spî nekiriye!