Me di nivîsa xwe ya beriya vê ya li ser dîroka çandê behsa çanda Arî û guherîna wê ya di dîrokê de kiribû. Em mijara xwe ya li ser dîroka çandê li gorî xebatên lêkolînî û derfetan berdewam dikin û pê dadikevin. Guherînên di çand û ziman de çawa pêş dikevin? Çi dibe sedema guherînan û lazim e ku mirov li pêşberî vê yekê çawa tevbigere? Çawa bi çi daneyan xwe bigihîne encama rast an jî ya herî nêzî rastiyê? Di encama xebatan de xuya, aşkere û qebûla giştî ye ku ziman û çanda Arî di serdama Şoreşa Neolîtîkê de pêş ketiye û bi demê re belav bûye. Wekî erdnîgarî jî Kurdistana îro ji vê şoreşê re dergûşî kiriye. Lê bi demê re hema bêje li seranserê cîhanê belav bûye.
Çand û zimanê Arî li Rojhilata Navîn, Ewropa, Asya û Hindistanê belev bûne. Hin zanist û derdor, çand û zimanê kurdî (Aryenî) wekî zimanê Hind-Ewropî nîşan didin. Aliyê xwe yê rast heye lê berovajî nîşan didin. Dema vê yekê angaşt dikin, mînaka herikîna ava çemekî ya ji çavkaniyê û ber bi xweşherikînê ve tê ber çavên mirov. Gelo çiqas pêkan e ku ava çemekî ku serberjêr diherike ber bi jor ve bigerik e? Li aliyê din ispata zanistî ye ku kokên çand û zimanê Aryenî Kevana Zêrîn e.
Di vê çarçoveyê de, pêdivî ye ku xaleke din ku dîroknivîsiya Ewropî tahrîf kiriye were zelalkirin. Çavkaniyên Ewro-navendî angaşt dikin ku navenda ziman û çanda Arî Ewropa bû; ji wir, di dora 2 hezar sal beriya mîladê de di nav bakurê Ewropa û Rûsyayê re, di nav Qefqasyayê re, derbasî Rojhilata Navîn bû û li Anatoliya û Hindistanê belav bû. Lêbelê, îro, daneyên zanistî yên zelal tam, berovajî vê angaştê îspat kirine. Di dîrokê de wekî pêla berfirehbûna Arî tê zanîn, ew li Rojhilata Navîn derketiye holê û ber bi Ewropayê ve herikiye, şoreşeke çandî çêkiriye ku Ewropa hejandiye. Aşkere ye ku ev pêla şoreşê bi şopandina rêyeke di nav Anatoliya, Trakya, Balkanan û her weha di nav bejahiya başûrê Rûsyayê re gihîştiye Ewropayê. Bi vî rengî, beriya zayînê bi 4-5 hezar salan, hema hema tevahiya Ewropayê şoreşa çandiniyê ya Neolîtîkê belav bûye. Di dîrokê de, ev berfirehbûn wekî pêla Hind-Ewropî ya bi eslê xwe Arî hatiye binavkirin.
Gotinên Colîn Renfrew li ser çanda Aryen
Di vî warî de gelek zanyarên Ewropî bi xwe jî angaşt dikin ku çavkaniya sereke ya çand û zimanê Aryen ne li Ewropa, li Rojhilata Navîn derketiye holê û li seranserê Ewropa û Ewrasyayê belav bûye. Colîn Renfrewê navdar ê Brîtanî ku di warê dîroknasî, radyokarbon, arkeogenetîk û arkeolojiyê de zanyarekî pispor bû, ku li Zanîngeha Cambridgeyê yek ji Profesorê Disney Arkeolojiyê bû û damezrînerê Enstîtuya Arkeolojiyê ya McDonald bû li ser vê mijarê xebatên girîng raxistiye ber çavan. Colîn Renfrew di lêkolîna xwe ya 1988an de “Arkeolojî û Ziman: Sirra Orijîna Hind-Ewropî”, li ser bingeha vedîtinên arkeolojîk dibêje ku “cotkarên pêşîn li beşa bakurê Kevana Zêrîn, li Rojhilatê Anatolyayê (Erdnîgariya Kurdistan) bi cih bibûn, bi şêweyekî zû yê Hind-Ewropî diaxivîn.”
Işaretê bi Kurdistanê dikin
Dîsa zimannas û akademîsyenê gurcî Tamaz Valerianis dze Gamkrelidze ku Hîtîtolojîst û akademîsyenekî ku bi xebatên xwe yên di zimannasiya Hind-Ewropî, zimanên kevnar û Kartvelolojiyê de dihat nasîn jî li ser çand û zimanê Arî, wekî erdnîgarî işaretê bi Kurdistanê dikin. Dîsa zanisit û lêkolînerê navdar V. Ivanov jî di nivîsên xwe de yên li ser çand û zimanê Arî ku wekî berhema Şoreşa Çandiniyê ya Neolîtîk pênase dikin, wekî erdnîgarî jî işaretê bi Kurdistanê dikin.
Pavel Dolukhanov çi dibêje?
Doktorê zanistên erdnîgariyê, profesorê paleocografya û arkeolojiyê Pavel Dolukhanov jî teqez dike ku cih û derketina çand û zimanê Aryenî erdnîgariya Kevana Zêrîn e û ji vê derê berbelav bûye. Her wiha Pavel Dolukhanov, balê dikişîne ser peyvên wekhev û hevpar ên di zimanên Hind-Ewropî û Aryenî de, amûr û berhemên çandiniyê, hin ji heywanên kedîkirî yên pêşîn. Ev bêguman yek ji nîşaneyên girîng ên têkiliya di navbera ziman û çanda Aryen û nirx û serdema Neolîtîkê de ye. Divê were zanîn ku gelek ji peyvên ku di zimanên Ewropî de hene di kurdî de jî hene û îro jî di zimanê rojane de bi berfirehî têne bikar anîn.
Li ser mijarê gotinên Abdullah Ocalan
Li ser vê mijarê û wekî civak jî pê bawer Rêber Abdullah Ocalan jî van tiştan dibêje: “Ev kevneşopiya herî girîng a dîrokê, ku em dikarin jê re bibêjin koma ziman û çanda Aryen, bi berhevdanên arkeolojîk, etîmolojîk û etnolojîk bi hêsanî hate îspat kirin ku di vê çavkaniya sereke (Kevana Zêrîn) de ji dora sala 11,000 BZ ve şikil girtiye. Bi taybetî, gelek peyvên ji wê serdemê û hîn jî di zaravayên kurdî yên li herêmê de têne bikar anîn nîşan didin ku çavkanî di vê serdemê û di vê demê de hatiye avakirin. Ziman û çanda Aryen bi eslê xwe berhemên şoreşa çandinî û sewalkariyê ne. Hemû deverên ku ev şoreş lê belav bûye bi piranî bi zimanên ku ji vê eslê hatine diaxivin. Tenê îstîsna koma zimanê Semîtîk in, ku ji çolê derketine, û komên zimanê Fîn-Ural-Mongolî, ku ji deverên qeşayî derketine.”
“Aryanên çavşîn û porzer”
Yanê ew tez û angaştên ku “koma ziman û çanda Hind-Ewropî ji deştên Ewropa û Rûsyayê gihîştiye başûrê Rojhilata Navîn”, ji aliyê zanist û şîrovekarên dîroknas ve hatine pûçkirin û dîroknas didin xuyakirin ku ji erdnîgariya Kevana Zêrîn ev çand û ziman belavî wan deran bûye. Ev niha rastiyeke dîrokî ya bi tevahî ispatkirî ye. “Aryanên çavşîn û porzer ku ji Ewropayê derketin, beriya zayînê bi 2 hezar salî ber bi platoyên bakurê Îranê ve çûn û ji wir jî ber bi Hindistan, Medya û Anatoliyayê ve çûn.” Ev nêzikatî bi bingehîn xelet e û nêrîneke nijadperest e ku ji bo armancên berfirehkirinê yên faşîzma Alman wekî amûrekî xizmet kiriye. Rastî berevajî û cuda ye.
Encama dîrokî ev e ku welatê ziman û çanda Aryen Kevana Zêrîn ango Kurdistan e. Eşîr û gelên ku wan afirandine û afirînerên Neolîtîkê bi xwe jî pêşiyên kurdan bûn. Ev rastiyek e ku bêguman cihê reng û beşdariya kurdî di dîroka çand û şaristaniya gerdûnî de bêtir xurt dike.