5 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Abdullah Ocalan: Pêşveçûna pêvajoyê bi pêwîstiyên siyasî û hiqûqî ve girêdayî ye

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî hevdîdina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re daxuyanî da û destnîşan kir ku Abdullah Ocalan gotiye: “Em li pişt gotina xwe ne ku pêşveçûna vê pêvajoyê bi pêwîstiyên siyasî û hiqûqî ve girêdayî ye.”

Endamên Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Wekîla Wanê Pervîn Buldan, Wekîlê Rihayê Mîthat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Faîk Ozgur Erol, ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re duh çûn Girava Îmraliyê. Heyet, piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji giravê vegeriya. Hat zanîn ku hevdîtina bi Abdullah Ocalan re 3 saet û nîvan domiyaye. Heyeta DEM Patiyê ya Îmraliyê piştî vegirya civîna navxweyî pêk anî û di encama civînê de derbarê hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxuyaniyek da.

Daxuyaniya heyetê ya ji Navenda DEM Partiyê ve hat ragihandin wiha ye: Di 3ê cotmeha 2025an de, me li Girtîgeha Îmraliyê bi Birêz Abdullah Ocalan re nêzîkî sê saet û nîvan hevdîtinek pêk anî. Birêz Ocalan wekî her carê bi moral, tendurist û bi xwebaweriyeke bilind bû. Wî anî ziman ku bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku sala borî dest pê kir, li welat şer û pevçûn rawestandiye û pêşî li gelek metirsiyên mezin girtiye û her kesê ku di vê yekê de rola xwe lîstiye, xwedî kedek bi rûmet û mezin e.”

Heyetê di daxuyaniya ku de de wiha cih da gotinê Abdullah Ocalan: “Şaristanî piştî sê sedsalên pevçûnên wêranker û windahiyên mezin di şerên cîhanî de, demokrasiya muzakereyî wekî modelekî çareseriyê ya girîng pêş xist. Bingeha vê rêbazê divê ji bo çareseriya pirsgirêkên Tirkiyeyê yên navxweyî û derveyî esas bê girtin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hat ragihandin: “Birêz Ocalan pêşniyaz kir ku di hemû têkiliyên siyasî û civakî de muzakereya demokratîk serdest be.  Birêz Ocalan, daxuyaniya 27ê Sibatê bi bîr xist û got, “Em li pişt gotina xwe ne ku pêşveçûna vê pêvajoyê bi pêwîstiyên siyasî û hiqûqî ve girêdayî ye,” û destnîşan kir ku di qonaxa gihîştî de, tespîtkirin û cîbicîkirina pêwîstiyên hiqûqî bi nêrîneke rast û yekgirtî gelekî girîng e. Taliyê Birêz Ocalan anî ziman ku divê sedsala nû ya Komarê li ser bingeha hiqûqa aştî û demokrasiyê bê avakirin.”