Nagîhan Akarsel di 4ê Hezîrana 1977an de li gundê Golyazi yê Cîhanbeyliyê yê Konyayê ji dayik bûye. Hîn di temenê xwe yê biçûk de hişmendiyeke xurt a hişmendî û bîrdoziya jinan pê re çêdibe û bi israr dest bi dibistanê kir. Nagîhan Akarsel ku ji aliyê gundiyên xwe ve wekî kesayeteke xwedî “hişmendî” dihate nasîn, serdana deverên ku jin lê dicivin dikir, guh dida fikarên wan û sedemên pirsgirêkên ku wan jiyane pê re rû bi rû mane dikirin.
Nagîhan Akarsel di sala 1993yan de bi pûanekî baş beşa rojnamegeriyê li Zanîngeha Gazî ya Enqereyê dixwîne. Ew di sala 2001ê de li Enqereyê tê binçavkirin. Piştî 14 rojan a di bin çavan de, wê dişînin Girtîgeha Ulucanlar a Enqereyê. Piştî 2yemîn danişîna wê, wê dişînin Girtîgeha Amasyayê û pênc salan di zindana Amasyayê de dimîne. Piştî tê berdan û şûn de biryarê dide ku xwendina xwe ya zanîngehê ya ku nîvco hiştibû temam bike û li Zanîngeha Hacettepeyê xebatên akademîk dide meşandin. Ew di sala 2008an de wekî rojnamegerekê li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) dest bi kar dike. Ew di 2014-2015an de, wek endama fakulteyê li Beşa Jineolojiyê li Zanîngeha Rojava dest bi dersên Jineolojiyê dike. Nagîhan Akarsel di 4ê Cotmeha 2022yan de li Silêmaniyê bi 11 guleyan hate kuştin. Rast e ew hat kuştin lê têkoşîna wê, pênûs û fikrên wê yên jineolojîk di bîra jinên cîhanê de şax vedaye.
‘Nagîhan giringî dida hafizeya mirovên Kurd’
Helwêst Kerîm ku rêvebera saziya “Azadbûn” a li Başûrê Kurdistanê ye û di beşa aboriyê de mastir kiriye her weiha xwendevana doktorayê ya beşa “ekolojî û ekonomiyê” ye der barê jiyana xwe, hevnasîna xwe ya bi Nagîhan Akarsel re, têkoşîna wê û bi taybetî jî di pêşxistina Jineolojiyê de ev tişt anî ziman: “Dewlet ji hêza Nagîhan ditirse, bi 11 fîşekan di nava bajarê Silêmanî, Nagîhan Akarsel qetil kir. Jiyana şehîd Nagîhan xwedî xewn û peyamên mezin bû, lewma jî şehîdbûna wê bû sedema zêdetir nasandina aso û xebata wê. Şehîd Nagîhan wek laş di nava me de nîne, lê belê têkoşîn û peyama wê, proje û xewna wê, şîîr û gotarên wê, roj bi roj tên xwendin û karwana şehîd Nagîhan tijî rêwî dibe. Şehîd Nagîhan giringî dida rola hafizeya mirovê Kurd û rola pergalê analîz dikir ku dijmin dixwaze çawa mirovên Kurd bê hafize bike. Şehîd Nagîhan pir kûr difikirî û dinivîsand. Şehîd Nagîhan demeke kêm bû li Başûr bû, lê herdem di bîranînên me de dimîne û rola wê bilind tê hesibandin. Cara yekem min şehîd Nagîhan li pêşangeha xwebûnê di sala 2021ê de dît, dû re di meha Adara 2022yan de li hola rewşenbîriya Silêmaniyê, min li ser ‘Jina Kurd di nêrîna ekofîmînîzmê de’ semînerek pêşkêş kir û şehîd Nagîhan di wê semînerê de amade bû û destxweşî li min kir, ez gelek pê dilxweş bûm. Dû re bi sedema nivîsên di pirtûka ‘Sedeya 21ê, sedeya jinê ye’ û pirtûka ‘Jinolojîyê’ bêtir aşnayê fikir û ramana wê bûm. Mixabin, wê demê ez li Silêmaniyê nejiyam, di nav me de bû. Piştî kuştina wê, min hewl da ku wê çêtir nas bikim û min pirtûka “Garîda Heqîqat û Gulê Payiz’ xwend. Çembera rastiyê û kulîlka payîzê bi tevahî jiyan û têkoşîna Nagîhanê, rastgoyiya wê bi peyama xwe, dayîna tevahiya jiyana xwe ji bo xewnên xwe wekî helbestvaneke jin a têkoşer, têkoşîna ji bo ku jin xwe nas bikin, çavdêriya xwezayê û hwd. mîtolojiya Kurdî min teşwîq kir ku ez bi berdewamî li nivîs û pirtûkên ku ew beşdarî nivîsandina wan bûye, bigerim. Nagîhan jiyana xwe ji bo avakirin û pêşxistina Navenda Arşîv û Pirtûkxaneyê ya Jinên Kurd terxan kir. Di heman demê de, wê bi rêya qursên perwerdehiyê yên li ser jineolojiyê, ev zanist li Başûrê Kurdistanê belav kir û gihand. Xebata Nagîhan ne tenê ji bo jinan bû, lê di heman demê de mêr jî vexwend, nîqaş kir û perwerdehiya di warê jineolojiyê de dîtin. Şehîd Nagîhan nêzîkî deh salan di zindana dewleta Tirk a faşîst de ma, lê wê zindan veguherand dibistanek ji bo xwenasîn û zanîna jinan. Wê li akademiyek jinan li her çar perçeyên Kurdistanê xizmet dikir, ji ber vê yekê bi tirsonekî bi 11 guleyan ew kuştin. Ez dikarim bibêjim ku têkoşîna wê bê dawî ye. Ez rêzê ji têkoşîna Heval Nagîhan digirim. Bîranîna wê di jiyana me de her tim bilind û zindî ye.”
‘Jineolojî banga vekirî ya Kurdistanê ye’
Xebatakara Jineolojiyê Aynûr Sarica li ser jiyan û xebatên Rojnameger û Lêkolînera Jineolojiyê ya Komîteya Navendî Nagîhan Akarsel wiha axivî: “Hevala Nagîhan ne tenê akademîsyen û nivîskar bû, ji ber ku wê jiyana xwe bi tevahî ji bo azadiya jinan xerc kir. Wê di nava civaka Kurdistanê û hemû cîhanê de wek deng û mîrateyek jineolojiyê derketibû pêş. Ew li navçeya Silêmaniyê bi 11 guleyan hat qetilkirin. Ev jî nîşaneya vê yekê ye ku jin û zanist hê jî ji hêrs û qirkirina hişmendiya hegemonîk nehatiye parastin. Em dizanin ku hê heta îro, tu adaleteke rastîn di warê hûqûqî de nehatiye kirin. Qirkirina jinan, bi taybetî di bin navê zanist, nivîs û xebatên civakî de dibin hedef. Lewma em wek Jineolojî qetilkirina hevala Nagîhan wek rûmet û mîrasa şopandinê dibînin û herwiha wê her sal zindî dikin. Roja qetilkirina heval Nagîhan ji bo me tenê roja bîranîna şehadetê nîne. Ev roj roja naskirina jiyana wê, nivîsên wê, hêviyên wê û şopandina wê ye. Em roja salvegera heval Nagîhan wisa pênase dikin. Bi vê boneyê em dibînin Jineolojî ne tenê zanista pirtûk û nivîsê ye, Jineolojî zanisteke jiyanê ye. Di vê çarçoveyê de em wek Jineolojî her sal di 4ê Cotmehê de dixwazin bi rêya zanistî û hunerî, bi bernameyên gotûbêj, panelên giştî, lêkolîn û çapa nivîsên wê roja nemiriya wê zindî bikin. Ev roj ji bo me ne tenê roja bîranînê ye, ev ji bo me roja dayîna peyamekê ya ji civakê re ye û em dibêjin: ‘qirkirina jinan qirkirina civakê ye’, lê her kuştina jinekê hem dibe sedema bilindkirina têkoşîna me û hem jî ya zanista jinan Jineolojî jiyana jinan ava dike. Anku em her sal heval Nagîhan bi çavkanî, bi nivîsan û bi hunerê bi bîr tînin. Ji ber vê yekê ji hemû jinan re û taybet jî ji jinên ciwan re banga me ev e: ‘Jineolojî zanista jinan e, lê tenê ji bo jinan çarçoveyek akademîk nîne. Jineolojî zanista azadiya civakî, komelgerî û siyasî ye. Ji hemû jinan em dixwazin ku bixwînin, pirs bikin, bixebitin û beşdarî xebatên lêkolînên jineolojiyê bibin. Her jin dikare bi rûmetî, bi zanîn û li ser şopa jiyana xwe û civaka xwe tesîr bike. Jineolojî banga vekirî ye û ev banga jî ji bo jinên Kurdistanê ye û di heman demê de jî ji bo hemû jinên cîhanê ye jî. Ji ber ku azadiya jinan azadiya hemû civakê ye.”
Nagîhan di bîra gel de bûye xwedî kok
Dîlan Babat ku ji 10 salan zêdetir e di saziyên jinan ên çapemeniya azad de xebat kiriye û hê jî di Ajansa Jinan Jinnewsê de dixebite li ser têkoşîna Nagîhan Akarsel wiha got: “Nagîhan Akarsel têkoşîna di bîra gel de bûye xwedî kok e. Ew ne tenê akademîsyen, nivîskar an rojnamevan e; ew nasnameyek e ku tê de fikirîn û wêrektî digihêjin hev. Ew hilgirê bîranînan e ku têkoşîna azadiya jinan xistiye navenda jiyana xwe, pênûsa xwe mîna çekekê bi kar aniye, dîrok, zanîn û berxwedana jinên Kurd tomar kiriye. Bê guman derfeta ez wê nas bikim çênebû. Min tenê fersend dît ku ji hevalên ku bi wê re xebitîne û ji çîrokên malbata wê yên ku li Konyayê bûn da ku piştî şehadeta wê çûm, li ser wê bibihîzim, ji ber vê yekê bandora wê li ser min pir kûr e. Çîroka wê ev yek fêrî min kir; Jiyana Nagîhan Akarsel nîşan dide ku çawa mirovek dikare bi ramanên xwe cîhanê bihejîne. Ji ber vê yekê, her gava ku ez navê wê dibihîzim, tiştek di hundirê min de dest pê dike; divê ez bêtir bixwînim, divê ez bêtir binivîsim, divê ez bêtir bipirsim… Ji ber ku şopandina cihê ku ew rawestiyaye berpirsiyariyekê jî bi xwe re tîne. Nagîhan Akarsel tîne bîra min ku jinbûn ne tenê nasname ye, lê di heman demê de helwesteke polîtîk e jî. Nagîhan Akarsel ne tenê rojnamevanek bû; ew jinek bû ku bi pênûsa xwe li ber xwe da û bi dengê xwe rê li ber vekir. Wek yek ji hilgirên rewşenbîr ên têkoşîna azadiya jinên Kurd, wê şopeke bêhempa ji me re hişt, bi taybetî di warê çapemeniya azad de. Karê ku wê li Silêmaniyê dikir û rêberiya me dikir, ne tenê armanca wê ragihandina nûçeyan bû, lê di heman demê de şahidiya dîrokê jî dikir û rastî eşkere dikir. Nagîhan Akarsel, çapemeniya azad wekî qadeke têkoşîna ji bo rastiyê didît û hemû xebatên wê ji bo ragihandina vê rastiyê bûn. Wê xwe ne tenê wekî keseke bûyeran vediguhezîne, lê di heman demê de weke kirdeyek çalak a veguherîna civakî jî bi cih kir. Bi rojnamegeriya xwe ya ku bal dikişand ser jinan, ew bû dengê jinên Kurd. Xwendinên wê yên di warê jîneolojiyê de ew ne tenê kir rojnamevan, lê di heman demê de ew kir bîrmend û akademîsyenek jî. Helwesta wê ya ku ligel di rewşek zext, gef û sansurê de jî paşve gav neavêt, careke din bi awayekî zelal nîşanê me da ku çapemeniya azad tê çi wateyê. Qetilkirina wê her wiha nîşan da rastiyek ku tê bêdengkirin çiqas bi bandor e. Ji ber ku ez dikarim bibêjim Nagîhan Akarsel kesek bîranînê ye ku ne tenê bi helwesta xwe, lê di heman demê de bi şehrezayiya xwe, perspektîfa xwe ya li ser jinan, perspektîfa xwe ya li ser jiyanê ji perspektîfek cûda û vegotinên xwe jî tirsên hikûmetê dixe ber pirsan. Îro li çar aliyê cîhanê deng bilind dibe; jin azadî, wekhevî û edaletê dixwazin. Bi salan e, hişmendiya serdest a mêran hewl daye sînoran xêz bike û me bêdeng bike. Lê tevî vê yekê jî me dengê xwe li her derê bilind kir. Ji ber ku di hundirê me de hêzek heye ku me bi nifşan hilgirtiye, mîna hêza di hundirê Nagîhan Akarsel de. Di demên herî tarî de jî, em dikarin ji bo hevdu wekî ronahiyekê bimînin. Ji ber vê yekê heqîqeta rojnamegeriya rast û têkoşîna ji bo rastiyê her tim bilind bûye û wê bilind bimîne. Lê tevî van berdêlan jî, rastî her tim rêberiya me dike. Ji ber ku em pêşeroj in û em jin, xwedî hêz û têkoşîna ji bo ji nû ve nivîsandina vê pêşerojê ne.”