Endamên Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Wekîla Wanê Pervîn Buldan, Wekîlê Rihayê Mîthat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Faîk Ozgur Erol, ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re çûn Girava Îmraliyê. Şande, piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji giravê vegeriya. Hat zanîn ku hevdîtina bi Abdullah Ocalan re 3 saet û nîvan domiyaye. Li bendê ye ku heyet têkildarî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî bide.