3 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Dîroka Pêşangeha Pirtûkan a Amedê diyar bû

9emîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê dê di navbera 18-26ê cotmehê de bi beşdariya weşanxaneyên kurdî û gelek weşanxaneyên din bê lidarxistin.

Îsal jî 9emîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê dê bê lidarxistin. Pêşangeh wê di navbera 18-26ê Cotmehêde li Navenda Kongre û Pêşengehê ya Mezopotamyayê ya Navneteweyî ya Amedê pêk were. Yekîtiya Weşanxaneyên Kurd (YEW-KURD), Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û TUYAPê bi hevkarî dê organîzasyona pêşengehê bikin. Weşanxaneyên Kurdî û saziyên ziman û çanda kurdî jî wê di pêşengehê de cih bigirin û standên xwe vekin. Amadekariyên pêşangehê berdewam dikin. Pankart û afîşên pêşengehê li navenda Amedê hatine daliqandin.

YEW-KURDê diyar kir ku nêzî 35 weşanxaneyên kurdî dê tev li pêşangehê bibin û bi hezaran pirtûkên kurdî li ser standên xwe bicih bikin. YEW-KURDê got ku bi sedan nivîskarên kurd dê bên li standan pirtûkên xwe îmze bikin. YEW-KURD da zanîn ku dê gelek panelên li ser ziman û wêjeya kurdî jî bên lidadrxistin. Pêşangeh dê bi merasîmekê bê vekirin û dê 9 rojan berdewam bike.