Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku komeke nenas li ser rêya gundê Miêzîle yê bakurê Reqayê êrişî wesayîteke leşkerî ya HSDê kir, di encamê de 2 şervan birîndar bûn.
Hêzên di daxuyaniya xwe de diyar kir ku yekîneyên wan tavilê ketin tevgerê, dest bi lêgerîna wan û serdegirtina êrişkaran kir. Hêzan aşkera kir ku operasyonên ewlehiyê yên şopandina şaneyên ku hewl didin ewlehî û aramiya herêmê têk bibin dewam dikin.
HSDê destnîşan kir ku ev êriş “li pêş berdewamkirina erkên me yên parastina sivîlan û misogeriya ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nabin asteng.”