3 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Zarokek berî pirsa “Çima we zarok anî dinyayê?” çêdibe

Ji wan re nivînek luks tê kirîn, lê ji bo çîrokek e beriya razanê dem têrê nake

Di demeke ku li her derê cîhanê şer û kirîzên ewlehî, aborî û siyasî rû didin û gur dibin, kuştin bûye mîna rijandina dilopên avê. Lê hêj jî zarok tên dunyayê. Lê zarok anîn ne tenê berdewamiya cureyê mirovan e, biqasî ragihandineke hebûnî ye, ku mirov bawer dikin ku ev cîhan hêjayî ji nû ve avakirina bi rêya wê ye, ya na. Di cîhaneke ku her mirov tên kuştin de, çima zarokên nû çêdibin? Carinan zarokek berî pirsa: Çima we zarok anî dinyayê? Çêdibe. Nezanîna sedema ku çima ez an jî em zarokek çêbikin, sûc e derheqê zaroka/ê nû tê dunyayê de. Bi çavê zarokan li zarokan nayê nêrîn, wekî amûrek an jî çareseriyekê ji bo kirîzekê, tê bikaranîn. Zarok anîn dibe çareseriyek efsûnî ji bo her krîzekê. Mînak ji bo nakokiya zewacê, zarokek çêbikin. An jî ji bo tenêtiyek kujer dîsa zarokek çêdikin û herî zêde jî ji bo ku jin û mêr ji zextên civakê xwe biparêzin û xilas bikin, dîsa diçin zarokek çêdikin.

Ne dermanê birînan û ne jî tamîkirina têkiliyên nehilbijartî ne

Wekî ku zarok ji bo dermankirina birînên ku wê/î çênekiriye, tamîrkirina têkiliyên ku wê/î nehilbijartine û hilgirtina barê biryarên ku nehatine nîqaşkirin ji qêrîna xwe ya yekem ve, çêdibe. Zarok dibe mexdûrên biryarên nehatine nîqaşkirin, jiyanek bê ewle û bêparastin. Jiyanek ne li gorî zaroktiya wan, zarok zaroktiya xwe najîn, xeyal û xewnên wan paşxistî dimînin. Ji bo anîna zarokekê têghiştinek dûalî pêwîst e, an jî zarokan çênekin û nekin qurbana sîstemên baviksalarî ku hebûna wan nas nake. Zarok fatûreya şaştiyên biryara dê û bavan didin. Ji bo jibîrkirina mijarekê zarokek çêdikin, ev çawa dibe? Ya zora mirov diçe ew e ku nahizirin çima zarok tînin dunyayê, biqasî ku dixwazin bibin dayik û bav.

Têkiliyeke şikestî sererast nake

Jin ji bo ku ji civakê re îspat bike ku ew jineke baş e zarokekê/î çêdike. Mêr jî ji bo ku bêje ez mêr im, car din zarokan çêdikin. Hevjîn ji bo ku ji civakê re bidin nîşan ku zewaca wan zewaceke zindî ye, dîsa zarokan çêdikin. Pirs li vir ev e, îleh gerek zarokek çêbibe heta ku civak çavên xwe ji hevjînan re bigre? Civak her bipirsiyar e, ev rastiyek e. Zarok derman e an jî neynika têkiliyan e, mirov êdî nizane civakê çawa razî bike. Ji xwe cîhana ku em di nav de dijîn têra xwe bi nakok e, gava ku em nizanibin çima zarok çêdikin jî ew bar girantir dike û çareser nake. Zarok têkiliyeke şikestî sererast nake, şikestinê di nav malbatê de zêde dike. Zarok anîn tenêtiyê çareser nake, wê tenêtiyê duqatir dike. Kirîzê çareser nake, berpirsiyartiyên nû li ser dayik û bav zêde dikin.

Gotina ‘Zarok bi debara xwe tê’ xapandinek e

Ya herî xirab ku civak xwe pê îqna dike ku zarok bi debara xwe tê ye. Dema ku mirov ji dayik an jî bavekî pirs bike çima di vê rewşê de, ku kirîzên aborî û şer hene zarok çêdikin, bersiv wiha tê: zarok bi debara xwe tê. Çawa zarok bi debara xwe tê? Malbatek xizan be, nikare xwe xwedî bike, zarokên wan ji mafê xwe yê perwerdehî û tendrustiyê bêpar in, çawa dikarin barekî din zêde bikin û zarokeke/î din bînin dunyayê? Mirov matmayî dimîne, ji ber mesele ne meseleya domandina nesil e.

Ji lewra ev hevok li welatê me wekî ku ayetek be, wekî ku qanûneke gerdûnî ya bê guman be, tê gotin. Lê pirs ew e ku ma debara jiyanê bi zarok re çêdibe an civak dê û bavan neçar dike ku bêtir feda bikin? Debara ku bi zarok re tê gelo madî, hestiyarî an jî xeyalî ye? Debara zarok pêre nayê, zarok dema tê dunayê pêdiviyên wê/î zêde dibin û wiha jî barê dayik û bav girantir dibin. Ev rastiyek ku dayik û bav naxwazin pê bifikirin. Gava malbat xizan be, wê pêdiviyên zarok ji kur bîne? Ji hewayê ji asîman wê were an jî parsekiyê li kolanan bike, an jî zarok wê bê cil, bê pêlav û perwerde û bê xwarin bin. Çînek ji civakê wiha ye û yê herî zêde jî li gundan.

Civak jê dixwaze û xwe jî berpirsiyar nabîne

Dabînkirin bi belgeya jidayikbûnê ji ezmanan nayê. Belê, ew ji keda dê û bavan, ji şevên bêxew ên dayikan, ji fikarên bavan, ji aboriyeke bêrehm û ji civakeke ku ji te dixwaze ku zarokên te hebin û dûv re jî eger tu wan “rast” mezin nekî, te berpirsiyar dibîne. Civakek wiha ye ji te dixwaze û te jî berpirsiyar dibîne. Para xwe nabîne ger zarok bê tendrustî û bi derûniyeke nebaş mezin bibin. Xwe berpirsiyarê anîna zarokan dibînin, lê xwe berpirsiyarê pêkanîna xewn û xeyalên wan nabînin.

Ji wan re nivînek luks tê kirîn, lê ji bo çîrokeke beriya razanê dem têrê nake

Ji bo lîstina bi zarok re, parvekirina kenekî û hembêzekê dem têrê nake û şermekê ji xwe re dibînin, ji ber di civakek de dijîn dayik dayik e û bav jî bav e. Zarok di malek tijî evîn de çêdibin, lê nikarin wê îfade bikin û bi hevre parve bikin. Guhdarkirinê li wan ferz dikin û rê ji fikirînê re nahêlin. Di jiyanek sînordarkirî û dorpêçkirî de zarokan mezin dikin, piştre dipirsin çima zarokên me wiha mezin dibin? Wan hîn dikin ku “divê” tu zarokek wiha be, cihê ji “bijartinekê” re nahêlin. Di civakê de mêranî bi hejmara zarokan tê pîvandin, ne bi kalîteya têkiliya wan bi wan re.

Zarok ne projeyek e hebûnek serbixwe ye

Zarok anîn divê biryarek be ku li ser bingeha, amadebûna girtina berpirsiyariya mirovekê/î nû. Divê ew ne bertekek li hember zexta civakî be, ne rêyek ji bo revîna ji tenêtiyê, an jî hewldanek ji bo sererastkirina têkiliyek şikestî be. Zarok ne projeyek e ku xwe îspat bike, lê hebûnek serbixwe ye, bi mafê ku di hawîrdorek ku ji wan hez dike, ne ku wan îstismar dike de ji dayik bibe.

Kesek hewceyê evîna ducarî nedin dinyayê!

Dayik û bav divê ku li ser bingehê malbatek demokratîk zarokên xwe mezin bikin, lê beriya wê divê ku dayik û bav bi xwe têghiştî bin. Eger hun nizanin hun kî ne û çima zarok tînin dunyayê, sibe zarok mezin bibe wê heman pirsê ji xwe û we bike, ger bersiv neyê zanîn tehlûke ye. Eger hûn nizanin çawa ji xwe hez bikin, kesekê/î ku hewceyê evîna ducarî ye, nedin dinyayê.

Dem hatiye zarokanîn ji nû ve pênase bikin

Li welatê me, dem hatiye ku zarokanîn ji nû ve pênase bikin. Ne wekî kiryarek biyolojîk, lê wekî biryarek felsefî. Ne wekî erkek civakî, lê wekî berpirsiyariyek exlaqî. Zarokan di dema ku hun hîn hişmendiya baviksalarî diparêzin de, neyinin dunyayê. Zarokên keç neyînin dunyayê, ger hun nikaribin wan hez bikin, bi maf bikin û wan biparêzin û wekî şermekê li wan nenêrin.

Malbatek demokratîk

Malbatek demokratîk di vê serdemê de pêwîstiyek e. Hevjiyanek azad divê ku bibe biryarek jêneveger û ya herî girîng hembêzkirina zarokan e. Wan tenê nehêlin û ber bi astên perwerdehî û zanistî yên jor ve bibin. Ji bo wan bibin palpişt, pişta wan neşikînin û bila biserbilindî di vê cîhanê de bimeşin û bijîn. Bila nefikirîn dawî li jiyana xwe bînin, bihêlin ji jiyanê hez bikin û serbixwe bin.