3 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Amedê Komxebata Sporê

Li avahiya Odeya Bazirganiyê ya Amedê komxebata sporê hat lidarxistin

Komxebata Sporê ya konseya bajêr a Amedê li avahiya Odeya Bazirganiyê ya Amedê pêk hat . Gelek rêveber û xebatkarên sazî û dezgehên werzîşê yên bajêr tevli  vê komxebatê bûn  Di pêşkêşî û axaftinan de beşdaran bal kişand ser pirsgirêk û kêmasiyên di warê sporê de û pêşinyarên ji bo çareseriya van pirsgirêkan hatin kirin.

Yek ji axaftvanên destpêkê Serokê berê yê Amedsporê Metîn Kilavûz bû. Metîn Kilavûz di axaftina xwe de bal kişand ser veguhestina rêveberiya tesîsên klubên sporê û derxistina wan ji destê şaredariyan.  Metîn Kilavûz diyar kir ku ev yek di dema qeyûman de pêk hat û pêşî li xebatên rêveberiyên herêmî hate girtin û wiha got: “Êdî ji bo çareserkirina pirsgirêkeke herî biçûk ev sazî bi brokrasiyeke mezin re rû bi rû dimînin û nikarin xebatên xwe bikin.”

Metîn Kilavûz di axaftinan de behsa zehmetiyên şaredariyan ên di vî warî de kir û wiha got: “Bi taybetî zehmetiyên şaredariya Sûrê û ji ber tunebûna tesîsên wê ew çawa van xebatên xwe bi hevkariya şaredariyên din ên bajêr dimeşîne. Wekî mînak ji bo zarokên Sûrê ji perwerdeya avjeniyê bêpar nemînin şaredariya Sûrê zarokên navçeyê dibe hawuzê avjeniyê yê şaredariya Peyasê  û li wir perwerdeya avjeniyê dibînin.

Her wiha yek ji mijarên balkêş ên di vê komxebatê de behsa wê hate kirin mijara turîzma sporê û prejeya (Diyarbakir kral yolu)  bû. Ev mijar ji alî Eray Karahan ve hate pêşkêşkirin û bal kişand ser navçeyên Amedê yê turîstîk û li her yekê dikare kîjan spor bê lîstin û kîjan tesîs werin vekirin da ku sûdê ji turîzma sporê bibîne. Eray Karahan, di axaftina xwe behsa taybetmendiyên navçeyên Amedê ji alî turîzmê ve û çi spor li wan deveran guncav in kir.