2 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Platformên demokratîk bertek nîşanî êrîşên li ser Kurdî dan

Platforma Saziyên Demokratîk êrîşên li dijî zimanê Kurdî û Amedpsorê şermezar kirin û gotin: “Divê li gorî rihê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk demildest zagonên komara demokratîk bên derxistin.”

Platforma Saziyên Demokratîk ên Amedê li ber avahiyê Komeleya Lêkolînên Ziman Çand û ya Mezopotamyayê (MED-DER) ya li navçeya Peyasê ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Komeleya Wêjekarên Kurd, PENa KURD, Konseya Bajêr a Amedê, Yekitiya Weşangerên Kurd, Komeleya Dîcle ya Çand û Hunerê, Egîtîm Sen a Amedê, nivîskar, nunerên saziyên sivîl û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser “Zimanê Kurdî xeta me ya sor e destên xwe jê vekişînin” bi kurdî û kurmancki hatibû nivîsandin hat vekirin. Girseyê bi berzkirina dirûşmên “Zimanê me rûmeta me ye” û “Bê ziman jiyan nabe” bertek nişanî êrîşên li dijî zimanê Kurdî dan. Kurmanciya daxuyaniyê Adil Ercan, kirmanckiya wê jî Suzan Vejan xwend.

‘Têkoşîn û berxwedana gelê Kurd bênavber didome’

Endam û mamosteyê Ziman Çand û ya Mezopotamyayê (MED-DER)ê Adil Ercan diyar kir ku êrîş û zextên li ser zimanê Kurdî êdî nayê qebûlkirin û ew tişt gotin:“Her gel bi zimanê xwe heye li dijî êrîş, bêtehemilî, pişaftin û astengkirina zimanê Kurdî têkoşîn û berxwedana gelê Kurd bênavber didome. Ji sed salan zêdetir e bi awayeke pergalî gelê Kurd ji ber çand û zimanê xwe rastî tunehesibandin, helandin, girtin, kuştin û îşkenceyek pergalî tên. Gelê Kurd tu carî li dijî van polîtîkayên bêdadî, dijmirovahî, dijdemokratîk û derzagonî serî netewandiye, her tim ji bo van mafên xwe yê xwezayî û xwedayî têkoşîna xwe meşandiye.”

‘Tu hêz nikare destdirêjî zimanê Kurdî bike’

Adil Ercan derheqê êrîşên li dijî Amedsporê ya ku li ber reklama Kurdî ceza lê hatibû birîn de ev tişt anî ziman: “Cezayê pere li Amedsporê hatiye birîn. Em weke Platforma Saziyên Demokratîk vê êrîşê li dijî ziman, hebûn û nasnameya gelê Kurd dibînin. Em vê yekê qebûl nakin û bi tundî şermezar û lanet dikin. Divê tu hêz, rêxistin, sazî û kesayet li hemberî zimanê Kurdî destdirêjî û zimandirêjiyê neke. Ji bo me pîvana dadmendî, exlaqî û polîtîk nêzîkatiya li hemberî ziman, çand û nirxên gele me ye.”

‘Tehamûla me êdî ji van êrîş û tunehesibandinê re nemaye’

Mamosteyê zimanê Kurdî Adil Ercan bi lêv kir ku mafên gelê Kurd ên neteweyî û gerdûnî nikare were astengkirin û wiha domand: “Roja pîrozkirina zimanê Tirkî ya ji aliyê Koleja TEDê ve hatibû amadekirin sonda yekpersetî ya yekzimanî hatibû xwendin. Di wê pîrozbahiyê  de ji sedî 99 zarokên Kurd bûn, li zarokên Kurd dayîna xwedina wê li dijî hişmendiya Civaka Demokratîk û gelê Kurd e. Ev nayê qebûlkirin. Ev yek hişmendiya xwe ji yekperestî û polîtîkayên tunehesibandin û pişaftinê digire. Ev yek di civakeke demokratîk de nayê qebûlkirin. Em vê hişmendiyê şermezar dikin. Bila bê zanîn ku tehamûla me êdî ji van êrîş û tunehesibandinê re nemaye. Mafên gelê Kurd ên neteweyî û gerdûnî nikare were astengkirin. Lewre ev bi awayek vekirî sûc e, binpêkirina mafê mirovahiyê ye. Ev polîtîka cudahî û dijminahiyê dixe navbera gelan. Li pêşiya demokratîkbûna komarê astengiya sereke polîtîkayên yekperestiyê ne. Pêşeroja komarê di veguhertineke demokratik de ye.”

‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk girêdayî naskirina mafên gelan e’

Ercan anî ziman ku nêzîkatiya li hemberî gelê Kurd û zimanê Kurdî nêzîkatiya li hemberî aştiyê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Diyar e ku ev helwesta Federasyona Futbolê ya Tirkiyê û Koleja TED Diyarbekirê nêzîkatiyeke provokatîf e. Divê demildest dev ji van kiryarên dijdemokratîk bên berdan û statuya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdi bê nasîn û hemû astengî, polîtîkayên tunehesibandin û zextên li ser zimanê Kurdî bên rakirin. Divê karanîna zimanê Kurdî ne girêdayî destûrê be.  Divê li gorî rihê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk demildest zagonên komara demokratîk bên derxistin. Divê Federasyona Fotbolê vê biryarê demildest ji holê rake û tevî Koleja TED Diyarbekirê ji gelê Kurd lêborînê bixwazin.”

Daxuyanî bi çepik û berzkirina dirûşmeyan dawî bû.