1 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Kobanê Komxebata Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk pêk hat

Komxebata Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk bi amadebûna bi sedan kesî li Kobanê li hola çand û hunera Baqî Xido hat lidarxistin.

Ji xelkê Kantona Firatê, saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û rewşenbîr, ji netewên cuda yên kurd û ereb, ji Eyn Îsa, Sirîn, Qinê, Şêran, Çelebiyê û bajarê Kobanê bi sedan kes li hola Çand û Hunera Baqî Xido li hev kom bûn û dest bi komxebata xwe ya bi dirûşmeya ‘Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk Misogeriya Azadiya Gelan e’ kirin. Di komxebatê de mijarên di Manîfestoya dawî de hatin şandin wê bên nirxandin.

Beriya ku komxebat destpê bike, deqeyekê rêz hat girtin. Piştre jî ji welat û ji dervayî welat gelek kes bi riya zoom tevlî bûn, di heman demê de gelek siyasetmedarên ku li komxebatê amade bûn, nêrînên xwe anîn ziman. Piştî deqeyekê rêzgirtinê, mijara rola jin a di manîfestoya Aştî û civaka Demokratîk de û girîngiya wê, ji aliyê Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Bozan Xelîl û Seroka Meclîsa Jin a Kantona Firatê Macîde Hesûn ve hatin nirxandin.

Bozan Xelîl di destpêka axaftina xwe de got: “Di dema dawî de em di pêvajoyeke gelekî hesas re derbas dbin. Ji destpêka hereketa azadiya Kurdistanê heta roja me ya îro, berxwedaniyek tê meşandin û heta niha jî ev berxwedan didome. Niha jî zihniyeta dewletê dixwaze ku xwe li ser netewên din bide avakirin, ango wan tune bike û li ser tunebûna wan jiyana xwe dirêj bike. Niha jî em dibînin careke din di dema xwe de Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk derket ku bi xwe re pêvajoyeke hebûnê da avakirin.”

Piştre jî Macîde Hesûn axivî û qala rola jinan a di manîfestoyê de kir û got, ji dîrokê heta roja me ya îro Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her rola jin û civaka xwezayî parastiye û wiha got: “Rêber Apo bi riya vê manîfestoyê, careke din rola jin dide pêş. Weke jin me jî şoreş di hundirê şoreşê de daye avakirin û li hemberî her cure desthilatdariyê, me li ber xwe daye. Îro careke din em ê li ser wê riya azadiya jin li ber xwe bidin û bigihêjin serkeftinê.”

Endama Hevserokatiya PYDê Foza Yûsif jî bi riya dîmen tevlî komxebatê bû û wiha axivî û ev tişt anî ziman: “Cîhan bi pirsgirêkên gelekî mezin re rû bi rû maye, heta em manîfestoyê baş fêm nekin, em ê pêvajoya niha jî tam fêm nekin. Rêber Apo li hemberî her aloziya modernîteya kapîtalîzmê, riya çareseriyê dide pêş. Rêber Apo niha dest bi avakirian partiyeke nû dike û dibêje di vê serdema me ya îro de, divê çareserî ne bi riya şer be, divê bi riya aştiyê be. Niha Rêber Apo wê yekê rexne dike ku ferdiyet gelekî pêş ketiye.”

Doktora dîroka nûjen Saher Hesen a ji welatê Misir bi riya dîmen tevlî komxebatê bû, ev tişt got: “Min gelek caran li ser dîrokê, rola jin, rola civakê xwendiye, lê wekî ya vê manîfestoyê min nedîtiye, ev manîfesto xwedî bandoreke gelekî mezin e. Di heman demê de li hemberî desthilatdariyê rabûye. Niha bi riya xwendina manîfesto û parêznameyên Rêber Apo ez dikarim bêjim ku, jin ne tenê nîvê civakê ye, di heman demê de ew civak bi gelemperî ye, jiyan e. Ew jinê weke navenda hebûnê dide şîrovekirin û afrînera jiyan dike. Niha em dibînin ku jina kurd bûye îlhama serkeftin û pêşenga Şoreşê ji tevahî jinên cîhanê re. Jina kurd wê bibe çirûska destpêkirina azadiya ji tevahî jinên cîhanê, ne tenê ji netewa kurd re lê wê ji tevahî cîhanê re bibe zemîna serkeftinê.”

Ji aliyê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê Ferhan Hec îsa û Hevseroka Têkiliyên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Leyla Ehmed ve mijara komun û dewletê hatin nîqaşkirin.

Mamosteyê Dîroka Nûjen a Zanîngeha Misir Mihemed Rifet bi rêya dîmen axivî û got, ew projeya ku niha gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe pê bi rêve dibe pîroz dibîne.

Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim û Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê Avaşîn Misoto mijara çareseriyê û entegrasyonê nîqaş kirin.

Bi rêya dîmen Lêkolîner û Akademîsyenê Sosyolojiyê Tomas Jefer axivî û diyar kir ku demokratîkbûna kurdan bi fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkan e. Tomas Jefer diyar kir ku dewleta tirk a dagirker demokratîkbûnê qebûl nake, aştiyê qebûl nake û destnîşan kir ku fikra Abdullah Ocalan digihije serkeftinê.