1 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

PFDKê careke din ceza da Amedsporê

PFDKê carek din ji ber ku gotinên Kurdî yên li ser formayên Amedsporê cezayê pereyan birî.

Amedspor di Lîga 1emîn a Federasyona Futbolê yê Tirkiyeyê de ji bo serketinê têkoşîna xwe didomîne. Desteya Dîsîplîna Futbolê ya Profesyonel (PFDK) ji ber ku lîstikvanên Amedsporê di maça li gel Sariyersporê de formayên ku dirûşma “Koma Me Bona We” ya Tezgel Kom Marketê ku bûye sponsor li serê bû û li xwe kiribûn, cezayê pereyan birî. Hate zanîn ku 110 hezar TL ceza hatiye birîn.

PFDKê beriya niha jî ji ber ku heman nivîsa Kurdî li ser formayên Amedsporê bûn, di maça li gel Sakaryasporê de 110 hezar TL ceza birîbû.

PFDKê dîsa ceza bi hinceta “cihêkariya talîmata li dijî ekîpmana sportîf e” birî.