9emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê bi hevkariya Rêveberiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê û organîzeya Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn (OSAD), bi şîara “Reh… Li dora agir rastiyên efsûnî” di navbera 26-30ê Îlonê de hat lidarxistin. Festîvala îsal bi eleqeyeke mezin re rû bi rû ma û 771 fîlman û 44 projeyan serlêdan kiribû. Ji çar aliyên Kurdistanê û diyasporayê derhêner bi belgefîlmên xwe beşdarî festîvalê bûn.Di encama nirxandinan de 24 fîlm hatibûn hilbijartin. Belgefîlên ku beşdarî festîvalê bûbûn li 5 navanedên eywanên sînemayê hatin pêşandan û navanda festîvalê jî ÇandAmedê bû. Festîval duh êvarê bi eleqeyeke mezin bi dawî bû. Bi hezaran sînemahezan li festîvalê temaşeya fîlman kir û di heman demê de jî li gotûbêjan guhdarî kirin.
Festîfala ku rastî eleqeyek mezin hat li Navenda ÇandAmedê bi merasîmeke xelatdayînê bi dawî bû.
Li gorî temaya 1emîn: Wekheviya Civakî Mafê Mirovan (Xelata Dad û Heqîqetê ya Orhan Dogan) ji bo belgefîlam “Dargeçît” a derhêner Berke Baş hat dayîn.
Li gorî temaya 2yemîn: Ji Siyê ber Bi Ronahiyê Ve: Rêwîtiya Jinan (Xelata Azadiyê Ya Leyla Qasim) ji bo belgefîlma “Shot the Voice of Freedom” a derhêner Zainap Entezar hat dayîn.
Li gorî temaya 3yemîn: Xwezaparêzî; Ji Rehan Ber Bi Siberojê ve (Xelata Baxceyên Hewselê) ji bo belgefîlma “Habibullah” a derhêner Adnan Zandî re hat dayîn.
Li gorî temaya 4emîn: Jûriya Gel ( Xelata Gel A Kemal Kurkut) ji bo belgefîlma Antolojiya (Oto) Sansurekê: Ya Tê Dîtin û Nayê Dîtin (Gorunur Gorunmez: Bîr (oto) sansur Antolojîsî) hat dayîn. Ji heşt derhênerên fîlm derhêner Erhan Oz li ser navê hemû derhêneran xelata fîlma xwe wergirt.
Ji bo dayîna xelatê dayika Kemal Kurkut Sîcan Kurkut derket ser dikê û demek dirêj bi çepikan rastî eleqeya temaşevanan hat. Ji ber ku dengdan ji bo yek fîlmî ne mimkun bû, Xelata Gel a Kemal Kurkut li şûna wê ji rojnamevan Abdurrahman Gok re hat dayîn, ku rastiya kuştina Kemal Kurkut aşkere kiribû û paşê ji ber vê yekê hatibû darizandin.
Piştre jî Xelata Hevgirtina Taybet a Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn ji sosyolog Îsmaîl Beşîkçî re hat dayîn, ku di dema nîşandana fîlma “Bîzîm Îsmaîl” de, tenduristiya wî nebaş bû û niha li nerxweşxaneyê tê dermankirin. Li şûna Îsmaîl Beşîkçî, derhênerê fîlma “Bizim Îsmaîl” Fatin Kanat xelat wergirt.
Xelatên Fîlmê FilmAmed ji bo fîlma “Îçîmde Kurumuş Ot” (Giyayê di hundirê min de hişk bûye) a derhêner Dîlan Engîn, ji bo fîlma “Ben û Sen” a derhêner Ahmet Petek û ji bo fîlma “Gundem” a derhêner Fatma Çelîk hatin dayîn.
Merasîm piştî pêşkêşkirina xelatan bi dawî bû.