1 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Abdullah Ocalan: Ez hebûn û mafên êzidiyan diparêzim

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji gelê Şengalê re peyameke taybet şand û diyar kir ku ferman wê careke din qet li wan ranebe û ew maf û hebûna wan biparêze.

Peyam li Bexçeyê Serokatî yê li Geliyê Kersê yê Şengalê ji aliyê endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê ve bi civîneke çapemeniyê hat xwendin.

Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo gelê Şengalê bi vî rengî ye:

“Ji rêveberiya Şengalê û civaka êzidî re

Ez ne êzidî me, lê belê min êşa we û nasnameya we ji xwe re kir derd. Careke din wê qet û qet ferman li we ranebe; ev zilm wê li tu cihî li we dubare nebe. Ez dest ji hesabpirsîna ji wan kesên ku komkujiya dawî kirine bernadim. Ez ê bidim pey şopa wan jin û zarokên hatin revandin. Ji bo bêne rizgarkirin û edalet bi cih bê anîn ez ê heta dawiyê têbikoşim. Min ji xwe re kir kar û wezîfe ku wan rojan em bi hev re ava bikin, ku hûn bi rengekî azad bijîn û çanda xwe bi serbilindî û bi rûmet dewam bikin.

Hurmeta min a ji bo we gelekî mezin e. Ez hebûn û mafên we diparêzim. Min ew diyariya we ya hêja wergirt. Ez soz didim em ê rojekê hev bibînin ku ew cil jî wê li ser min be. Bi hêviya ku di hevdîtinên xurt û azad de bigihêjin hev.

8ê îlona 2025an

Silav û hurmet

Abdullah Ocalan

Girava Îmrali”