Di 6ê sibata 2023yan de, saet di 04:17 û 13:24an de du erdhejên bi pileya 7.7 (bi kûrahiya 8.6 km) û pileya 7.6 (bi kûrahiya 7.6 km) çêbûn ku navenda wan li navçeyên Pazarcik û Elbistanê yên Gurgumê bûn, pêk hatin. Ev erdhej li bajarên wekî Edene, Semsûr, Amed, Xarpêtî, Dîlok, Hatay, Kîlîs, Meletî, Osmaniye û Rihayê jî bandorkek mezin kir. Desthilatiyê û bi taybetî jî serokkomar Recep Tayîp Erdogan hema piştî erdhejê gotibû dê di nava salekê de li şûna avahiyên ku hilweşiyane yên nû avabikin û dê her kes bibe xwediyê xaniyên xwe. Lê belê ev gotin li hewa ma û di ser de jî mexdûriyeteke mezin dan avakirin. Hêj jî bi hezaran avahiyên ku xisar dîtine li benda hilweşînê ne û yên ku hilweşiyane/hatine hilweşandin jî şûna wan ne li gorî hawirdor û civakê ye. Ev rewşa ku xuya dike di warê derûnî de neyîniyekê ava dike.
Di despêkê de pêvajoyeke hilweşandina van avahiyan heye û pêwîst e li gorî wê hilweşîn pêş bikeve. Avahiyên ku di erdhejê de xisar dîtine piştî hin kar û barên fermî û destûrdayînê tên hilweşandin. Di destpêkê de ji hêla peywirdarên girêdayî Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê yan jî saziyên destûrdayî tespîta xisara madî tê kirin. Piştre jî pêvajoyeke hiqûqî û hawerdorî ya hilweşandina avahiyên ku piştî erdhejê xisar dîtine heye. Piştî pêvajoya hiqûqî û wergirtina biryar, ya ji hêla xwediyên wan bi xwe hilweşandina avahiyan pêk tê yan jî ji hêla şaredarî û walîtiyê ve hilweşandin tê kirin. Lê di encamê de şîrketên ku bi destûr vê hilweşandina avahiyan pêk tînin hene. Dema ku biryar tê dayîn, hilweşandin ji hêla şîrketên hilweşandinê yên ku ji şaredariyê destûra fermî wergirtine ve tê kirin.
Bêguman pêvajoyeke vê heye. Piştî tespîta xisarî û biryara hilweşînê ya pêvajoya hiqûqî, heke bixwazin xwediyê avahiyan bi xwe dikarin bi şirketên destûrdayî re peymanê çêbikin û bi derfetên xwe avahiyê hilweşînin. Ji bo avahiyên ku di asta xetereyê de têne tespîtkirin, bi gelemperî ji xwediyên wan re demeke bi qasî 90 rojî tê dayîn. Heke di vê demê de hilweşandin pêk neyê wê demê, rêveberî (şaredarî yan walîtî) fermana hilweşandina avahiyê dide.
Di vê navberê de piştî ku biryara hilweşandinê, ji aliyê saziyên eleqedar ve elektrîk, av û gaza xwezayî tê birîn. Piştre şirketa ku destûra hilweşandinê werdigre dest bi hilweşandinê dike. Heta vê qonaxê yanî prosedurên fermî yên beriya hilheşandina avahiyê pirsgirêk xuya nake lê bi destpêkirina hilweşandinê re gelek pirsgirêkên cuda rû didin.
Hilweşîneke bêpirsgirêk tune ye
Di dema hilweşandina avahiyan de tedbîrên berfireh ên ewlehiyê nayên girtin, bi nêzîkatiya hesasiyeta hawirdorê û civakê hilweşîn pêk nayê. Herwiha di hilweşandinê de xisareke zêde ya madî li derdorê tê barkirin. Hilweşandineke ku bêpirsgirêk pêk hatibe tune ye. Hin pirsgirêkên ku rû dane û rû didin jî em vebêjin dê mijar baştir bê fêhmkirin:
Yek; hemû toz û gemara ku belav dibe xwe li hundirê malan, li mirovan, dar û beran digire û rê li ber jehrîn û nexweşiyan vedike.
Du; cihê avahiya ku tê hilweşandin û derdora rê û peyarê hemû xira dibin, welatî di çûn û hatinê de zehmetiyan dikşînin.
Sê; Makîneyên kar û yekîneyên ku hilweşînê pêk tînin, xisarekê didin avahiyên derdorê û dibe sedema hilweşîn an jî xisara zêde.
Çi bi sere vê avahiyê hatiye?
Li vir tişta ku bû mijara sereka ya nivîsa me jî ev xala sêyemîn a ku me behs kir e. Lewre li gel ev pirsgirêkên ku me anîn ziman gelek avahiyên saxlem jî bi yên ku tên hilweşandin xisareke mezin a madî dibînin. Yek ji van avahiyan jî (Apartmana Bûhara) ya ku di wêneyê me de jî xuya dibe li kolana 478an a Taxa Mevlanan Xalit a Navçeya Rezanê ya Amedê ye. Di 10ê kanûna 2024an de dema ku avahiya kêleka wê tê hileşandin ew jî xisareke mezin dîbîne. Di wêneyê de jî tê tîtin ku çi bi serê avahiyê hatiye. Avahiya ku di erdhejê de xisar nedîtiye ji ber hilweşandina avahiya kêlekê, xisareke giran dîtiye û divê bê valakirin. Bi giştî 30 malbat lê dijîn û piştî vê rewşê mexdûr bûne. Piştî ku xaniyên wan xira dibe ji neçariyê derdikevin. Lê ji ber şert û mercên giran ên aborî careke din neçar dimînin ku şûn ve vegerin. Ji niştecihê avahiyê Sebîha Candan dibêje di despêkê de ew çûne qeymeqamiya navçeyê, çûne Rêveberiya Jîngeh û Bajarvaniyê lê ji wan re gotine tiştê ji destên wan nayê. Ji ber vê yekê wan jî doz vekirine. Welatî li ser mexdûriyeta xwe dozê li qeymeqamiya Rezanê vedikin. Li gorî rapora ku kesên pispor amade kiriye jî qisûra zêde ya firmaya hilweşandinê ye.
Li gel ku di ser de 10 meh derbas bûne jî hêj mexdûriyeta welatiyan nehatiye derbaskirin. Welatî ji neçariyê di avahiya xirabe de rûdinên. Welatî li bendê ne doz bi necam bibe û mexdûriyeta wan derbas bibe. A rast ev tabloya, nêzikatiya dewlet û desthilatdariyê ya li welatiyan dide xuyakirin. Heke li vî welatî hiqûq, edalet û mafên mirovan hebûna dê ev nehata jiyîn. Lê mixabin tabloyên wiha li welatê me gelek in.