Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku li herêmên di bin kontrola hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de 5 gorên komî hatin dîtin. Di goran de, di nav de zarokek û 2 jin, hestiyên 17 kesên nenas hatin dîtin.
SOHRê da zanîn ku gorên di îlona 2025an de hatin dîtin wiha ne: 3 gor li Humsê, tê de hestiyên 8 kesan hebûn, di nava wan de hestiyên zarokekî û yên 2 jinan hebûn. Li Şamê jî gorek hat dîtin, tê de hestiyên 5 kesan hebûn û li gundewarê Şamê jî gorek hat dîtin, tê de hestiyên 4 kesan hebûn.