1 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Hêzên hikûmeta veguhêz rê li ser taxan qut kirin

Hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê barîkatên axê bilind kirin û rê li ser bendên kontrolê yên hevbeş ên derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê qut kirin.

Di saetên borî de tevgerên hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê çêbûn. Hêzên hikûmetê barîkatên axê bilind kirin û rê li ser bendên kontrolê yên hevbeş qut kirin.

Ev tevger bûne sedema astengiya karê bendên kontrolê yên hevbeş yên di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de. Bi wê re tevliheviyek di erkên ewlehiyê de û zêdebûna hişyariya ewlekariyê li derdora xalên hevbeş çêbûn.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane ANHAyê hêzên hikûmeta veguhêz parka Tariq Bin Ziyad ya li derdora taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê veguherandiye baregeheke leşkerî.