Di rapora li ser girtîgehên li Amed, Xarpêt, Erzîngan û Erzîromê de işaret bi betalkirina berdana girtiyan, binpêkirina mafên mirovan, ferzkirina lêgerîna bi rengekî tazîkirî, astengkirina nivîsên bi kurdî û tundiya zayendîperestî ya li hemberî girtiyên jin.
Endama Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Amedê Rihan Gok anî ziman ku tecrîda li girtîgehan li dijî hêviyên aştiya civakî ye û got: “Ev pêkanînên ku ji bo tepisandina hesreta bi aştiyê, muxalefeta civakî û siyaseta demokratîk têne kirin, tenê li hemberî şexsan e, herwiha tevna moralê, civakî û fikrî ya civakê jî têk dibe. Şertê pêşî yê aştiya civakî ya mayinde û demokratîkbûNê rû bi rûbûna bi heqîqetê, hesabpirsîna ji polîtîkayên înkar, tundî û îmhayê yên berê ye. Ji ber vê yekê jî heta rûbirûbûn nebe edalet, ewlekariya civakî û aştiyeke rasteqîn nabe. Girtîgeh îro weke ‘cihê bêdengkirinê’ tê bikaranîn.”
Di raporê de xwestin, girtiyên bi nexweşiyên giran bêne berdan, dawî li pêkanîna betalkirina mafê berdanê bê anîn, mafê ragihandina bi zimanê dayikê bê naskirin û qedexeya îşkenceyê bê ewlekirin.
Herwiha hat gotin, desteyên çavdêrî û îdareyê bi ‘ferzkirina poşmaniyê’ berdana girtiyan asteng dike.
Çend ji daxwazên di raporê de hatin bilêvkirin bi vî rengî ne:
“- Tecrîda li ser Abdullah Ocalan ji holê bê rakirin,
– Dawî li îşkence û kiryarên xerab ên rêk û pêk ên li girtîgehan bê anîn,
– Mekanîzmayên şopandinê yên serbixwe bêne xebitandin,
– Mafê tenduristiyê bê misogerkirin.”
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç jî ragihand ku binpêkirin li nava gel bûye sedema bêhêvîbûnê û destnîşan kir ku divê mafên girtiyan tavilê bi cih bêne anîn.