30 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

HSDê li Dêrazorê şaneya DAIŞê têk bir

Navenda Ragihandinê ya HSDê diyar kir ku li bajarokê Dernicê yê Dêrazorê şaneyeke DAIŞê têk bir û serçeteyek girt.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê diyar kir ku serçeteyê şaneyeke DAIŞê li bajarokê Dernic ê rojhilatê Dêrazorê girtiye û li bajarokê Ebrîha yê heman bajarî êrîşa dijî bendeke ewlehiyê têk biriye.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Hêzên Meclisa Leşkerî ya Hecînê ya HSDê êrîşa şaneyeke terorîst a DAIŞê ya li bajarokê Dernic têk biriye, di encamê de serçeteyekî wê şaneyê hat girtin. Ew serçete piştî di pevçûnê de birîndar bû hat girtin. Di pevçûnê de şervanekî me şehîd bû û 2 şervan jî birîndar bûn.

Li bajarokê Ebrîha jî şaneyên rêxistina terorîst hewl da bi motorsiklêtan û çekên klaşînkovê êrîşê bendeke ewlehiyê bikin, lê şervanên me bersiv da û êrîş têk bir. Bi wê re endamên terorîst, piştî yek ji wan birîndar bû, paşve vekişîn. Dûre jî hêzan ji bo misogeriya ewlehî û îstîqrarê li herêmê hemleyeke paqijkirinê da destpêkirin.”