Parlamenterê DEM Partiyê Zekî Îrmez têkildarî kampanyayê û xebatên DEM Partiyê anî ziman ku ji destpêka banga Aştî û Civaka Demokratîk heta niha wekî DEM Partî di nava têkoşînê de ne û wiha got: “Em saziyên ku demokrasî û aştiyê dixwazin di nava tevgerê de ne. Em her meh rêzeçalakiyan datînin pêşiya xwe. Ji bo pêvajo di rojevê de bimîne û her kes li pêvajoyê xwedî derkeve em xebatan dikin. Me civînên gel pêk anîn. Me mîtînig pêk anîn. Me bi saziyên civakî re hevdîtin kirin. Di mehên borî de nêzî 2 hezar civînên gel li tax û gundan pêk anîn. Me bi gelê xwe re ev pêvajo niqaş kir û nirxandin û nerînên gel girtin. Em ê di meha pêşiya xwe de jî rêzeçalakiyan pêk bînin. Ji bo avakirina Aştî û Civaka Demokratîk pêş bikeve xebatên me didomin.”
Zekî Îrmez, da zanîn ku li meclisê lijneyek hatiye avakirin û wiha got: “Ji bo ev lijne zûtir gavên şênber bavêje û baweriyekê bide gelê kurd û tirk, em dixwazin ev pêvajo her dem di rojeva lijneyê de be. Me di meha îlonê de kampanyaya îmzeyan, panel û konferans danîn pêş xwe. Kampanyaya îmzeyan didome. Her bajarî li gorî derfetên xwe dîroka kampanyayê diyar kir. Heta dawiya meha îlonê dê kampanyaya îmzeyan bidome. Divê her kes bi dengekî bilind daxwaza aştiya bi rûmet bike.”
Hemû qeyran bi meseleya kurdan ve girêdayî ne
Zekî Îrmez da zanîn ku eger aştî pêk neyê dê pirsgirêkên li Tirkiyeyê kûrtir bibin û wiha pêde çû: “Hemû qeyranên li Tirkiyeyê bi pirsgirêka kurdan ve giredayî ye. Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe pirsgirêkên din çareser nabin. Heta ku demokrasî, edalet û wekhevî neyê Tirkiyeyê, heta ku mirov nikaribe xwe li Tirkiyeyê bi rêxistin bike, pirsgirêk çareser nabin. Rewşa aboriya Tirkiyeyê û aramiya li Tirkiyeyê bi pirsgirêka kurd ve girêdayî ye. Armanca vê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ew e ku pirsgirêka kurd bi rêya aştî û demokrasiyê bê çareserkirin. Em jî wekî gelê kurd, sazî û dezgehên kurdan ji bo aştiyeke bi rûmet pêk bê, dewlet demokratîk bibe, ji bo em karibin Komara Demokratîk ava bikin, em her dem têdikoşin û li ber xwe didin. Îro jî ev têkoşîn û berxwedan didome. Ev kampanya ku li Cizîrê dest pêkir, berdewama ve tekoşînê ye. Em bang li her kesî dikin ku li vê kampanyayê xwedî derkevin. Xwedîderketina vê kampnanayê xwedî derketina aştî û civaka demokratîk e. Xwedî derketina aramî, demokrasî û azadiyê ye.”
Zekî Îrmez, bibîr xist ku ew bajar bi bajar standan ava dikin û wiha bi dawî kir: “Em li hin bajaran 2, li hin bajaran 3 standan vedikin. Li kolan û taxan standan vedikin û banga aştî û civaka demokratîk dikin. Eleqeya li hemberî van standan pir zêde ye. Xebatên me tenê bi standan bi sînor namîne. Xebatên me li tax, gund û navçeyan jî berdewam dikin û em ji bo aştî û civaka demokratîk xebatên kampanyayê didomînin.”