Li gorî agahiyên BBCyê Talîban, di destpeka serdema nû ya perwerdehiyê de pirtûkên ku ji aliyê jinan ve hatine nivîsandin ji mufredata zanîngeha Afganistanê derxistine. Dîsa dersên li ser mafên mirovan û taybetî jî li ser mafê jinan ji mufredatên nû yên perwerdehiyê derxistine û 140 pirtûkên jinan jî ji mufredatê hatine derxistin. Herwiha hemû zaningehên Afganistanê agahdarkirine ku dê êdî 18 ders neyên dayîn. Li ser vê mijarê rayedarên Talîbanê diyar kirine ku ev ders “ bi prênsîbên şerîetê û polîtîkayên pergalê re bi nakok in.
Em der barê pirtûkên jinan ku ji aliyê rejîma Talîban ve hatine qedexekirin û dersên ku ji mufredatên zanîngehê hatine derxistin de bi hevseroka PENa-Kurd Rojbîn Perîşan re axivîn.
Rojbîn Perîşan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pergala pewerdehiya Afganistanê û rejîma Talîban wiha got: “Zext û qedexe, zilm û neheqî kengî û li ku hebe, bêguman wê demê dengê berxwedan û azadiyê jî bilind dibe. Min bal bir ser serdema azadiyê. Lê tenê min bal nebir ser hêvî, daxwazek an jî retorîkekê; ev wekî rastiyekê li pêşiya me disekine. Li kîjan erdnîgariya cîhanê dibe bila bibe, li her derê ku zilm û qedexe hebe, berxwedan jî heye û li her derê ku berxwedan hebe, jinên ku ji hebûna xwe haydar in hene. Di dîrokê de, diyar e ku tu têkoşîneke civakî bêyî beşdariya jinan serkettî nebûye. Lê belê di têkoşînên civakî de yên ku jinan cihê xwe tê de girtine û negihaştiye encameke li gor hatiye xwestin, em nikarin wekî têkçûnekê rave bikin. Wê demê kêm dimîne. Jin dema ku hebûna bi nasnameya xwe biparêze, wê demê serhildana xwe jî bi teşeyên cuda hildibijêre. Em dikarin di vê mijarê de jinên afganî jî binirxînin”.
Jinan jiyan neqişandine û bi rêxistin kirine
Rojbîn Perîşan di axaftina xwe de bal kişand ser rêxistin û têkoşîna jinên Afganistanê û wiha pê de çû: “Afganistan bi dîrok, çand û avahiya xwe ku gelek avahiyên etnîkî yên cuda dihewîne, erdnîgariyeke xwedî kok e. Û mixabin, tevî hemû dewlemendiya xwe û belkî tenê ji ber vê yekê, ew bûye erdnîgariyeke ku dagirkerî û şer qet ji ser kêm nebe. Di şerên hêz-îktidarê de, di dagirkeriyên çandî û leşkerî de, herî zêde jiyana civakî bi xisarê rû bi rû maye. Dîsa jinan di vê serdemê de ev jiyan honandine, neqişandine û bi rêxistin kirine. Tevî hemû dagirkeriyan jinên afgan sekneke bi hêz nîşan dane, bûne xwedî helwesteke bi hêz, tevgereke jinan a çalak dane nîşandan. Her kesên di deh salên borî de xwendine û şopandine vê yekê dizanin. Tevgereke jinan a bi bandor ji bo zihniyeta baviksalar û serdestiyê xetereke tirsnak e. Loma jî ev zihniyet ji bo naperûşkê xwe li jinan bixe dixwaze tevgera jinan biçewisîne; ji bo tevgera jinan hilweşîne, yek bi yek berê xwe dide jinan. Bi dehan mînakên vê yekê di dîroka dawî ya Afganistanê de hene. Hemû jinên afgan bi recimkirin, qamçîkirin, lêdana bi daran û bi binaxkirina zindî, dihatin cezakirin û hewl dihat dayîn ku bi rêbazên wiha wan bi zorê bikin kole. Bi tevahî jin ji jiyana civakî hatin qutkirin; berê laşê wan girtin û ew hepiskirin. Wan digotin qey wê bi vî awayî xwe bigihêjin hişê wan. Em bûn şahid, di serdemeke navîn a kurt a dîrokî de jinan di qada civakî, zanistî, perwerde, tendirustî, wêje û hunerê de xwe dan xuyakirin. Ev jî tê wê wateyê ku hepiskirina laş tenê serdestiyeke xapînok e. Lê wan dev ji vê xapandinê bernedan. Vê yekê xwe di mînaka Talîban de jî da xuyakirin. Ji bo serdestî bê mayindekirin Talîban di serî de berê xwe da jinan. Û hewl da gav bi gav li her qadên civakê jinê dûr bixe, deng û gotina jinan kêm bike, xeyal û ramanên jinan tarî bike. Her wiha me dît ku Talîban hewl dide jinan wekî hebûneke bi lanet nîşan bide. Demeke berê ya kurt me dît di erdhejê de, di bin karesatê de bi dehan jin bi zaneyî nehatin rizgarkirin. (Bi sedema ku jin in dest wan nedan ). Jinên afgan yên bi birîndarî hatin rizgarkin ji ber bijîşkên jin tunebûn terkî mirinê hatin kirin. Ev qirkirina jinan e, ti ravekirineke din a vê yekê tune ye. Weke ku we vê dawiyê di nûçeya xwe de destnîşan kir, qedexekirina pirtûkên ji hêla jinan ve hatine nivîsandin û dûrxistina jinên ciwan a ji perwerdehiya akademîk beşên çalak ên qirkirina jinan in. Naperûşkên Talîban ên li dijî beden û zihniyeta jinan tên dirêjkirin ne tenê ji bo jinên afgan, hem ji bo jinên Rojhilata Navîn hem jî ji bo hemû jinên cîhanê talûkeyek e. Û divê hemû jin vê talûkeyê fêhm bikin, şermezar bikin û li dij derkevin. Bi taybet ev qirkirina gotin û ramanê ya di salvegera şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ de derketiye pêş, ne tesaduf e. Şoreşa Jin Jiyan Azadî li hemû cîhanê belav bû. “
Nirxên gerdûnî
Rojbîn Perîşan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bêguman, nirxên PENA Kurd û PEN International dihewînin û diparêzin, di serî de mafên mirovan, azadiya ramanê û azadiya derbirînê ne. Ev nirx di heman demê de gerdûnî ne. Rastiya ku yek ji komîteyên bingehîn ên di nav PENê de hatine damezrandin Komîteya Nivîskarên Jin e. Ev komîteya bi qasî girêdana wê ya bi nirxên gerdûnî re, di heman demê de çarçoveya berpirsiyariya wê jî nîşan dide. Ez bawer dikim di serdema pêş de, dê plansaziyên li gor berpirsiyariyên ku girtiye ser xwe, pêk bîne. Bêguman di vê serdema azadiyê de pergalên desthilatdar dixwazin heqîqet di tariyê de bimîne. Lê hûn wekî kedkarên çapemeniya azad di vê serdema wiha de heqîqetê dişopînin, hûn heqîqetê derdixin holê û hûn bi wêrekî heqîqetê diparêzin. Ez keda we ya kedkarên çapemeniyê pîroz dikim û di xebatên we de serkeftinê dixwazim.”