Rojnameger Mehmet Şakir Karadaş, Hulya Taş û Rohat Bulut, di 7ê çileyê de li noqteya kontrolê ya polîsan a li navçeya Erdîşê ya Wanê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatin binçavkirin. Rojnamegerên sewqî Dadgeha Cezayên Sulhê hatin kirin û piştî îfadeyên wan hatin berdan. Dozgeriyê di dosyaya lêpirsînê ya rojnamegeran de biryara neşopandinê da. Di biryarê de hate gotin ku di nîşeyên rojnamegeran ên weke hinceta “propagandaya rêxistinê” hatin nîşandan de tu delîlên propagandayê nehatine tespîtkirin.