29 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Jahra şêrin

Îro gelek cureyên xwarin, vexwarinê jahrînî ne, lê ji ber ku bi tama xwe, xwe bi mirovan dide hezkirin, mirovan dike koleyê xwe û piştre wan dikuje. Tişta vê jahrê bi me şêrîn dikin û refleksa me ya parastinê li dijî vê jahrê dikuje jî berhemên înternetê yên medya dijîtal û telefonên pir bi aqil in.

Her cureyên jahrê mirovan dikuje. Hin jahr hene wekî xwarinê têne xwarin. Hin jahr hene wekî avê tên vexwarin, hin jahr jî hene, xaz in û bi rêya behnê wekî nefesê dikevin kezeba mirov. Hin jahr jî hene, ne xwarin û vexwarin in, ne jî xaz û hewa ye ku bi rêya behn û nefesê kezeb û cerga mirov jahrînî bike. Ev cureyê jêhrê jî berhemên înternetê ye. Bi rêya medya tijîtal û telefonên ‘Biaqil’ hiş û aqilê mirovan ji serê wan distînin. Hiş, aqil û sincê mirovan ji mirovan didize. Mirovan bêper û bask dihêle.

Ev cureyê jahrê bêtir talûke ye. Ji ber ku nirxê mirovahiyê yê herî bi qîmet û giranbiha ji mirov distîne. Ev nirxê mirov ê herî giranbiha mejiyê mirov e. Aqilê mirov e. Hestê mirov e. Dema aqilê mirov bê dizîn ew mirov bêparastin dimîne. Bêhêz dimîne. Kerr kor û lal dimîne. Bêtam, bêbehn  dimîne. Dema hestê mirov bê dizîn, mirov  bêhest dimîne, mirovên bêhest; xemgînî, kêfxweşî, hezkirin, bertek û nerazîbunên xwe jî winda dike. Bêsinc û bêwicdan dimîne. Mirovê bêsinc û bê wîcdan, li civata xwe, li xwezaya xwe jî nafikire. Bêcivat û bêderdor dimîne. Bêmirov dimîne. Di encamê de bi her awayî tenê dimîne. Ew mirov dibe wekî tenekeya vala. Dibe wekî hîzê bêdims û rûn. Dibe wekî axa bêbereket. Dibe bedena bêruh û bêhiş.

Cureyekî jahra din jî nefsê dikuje. Vînê dikuje. Mirovên ku nikare nefsa xwe kontrol bike û mirovên bêvîn ava dike.

Îro bi sedan mînakên van cûreyên jahrên ku min li jor qal kir hene. Em her roj bi van jahran tên jahrîkirin. Lê em ciqas hîs dikin, dibînin û xwe ji wan diparêzin. An em ciqas li dijî wan têdikoşin. Ku em xwe ji wan naparêzin û ji vê jahrê hez dikin çima? Ji ber amûra dizê vîn, hiş û hestê me telefonên bi aqil in. Wekî silehê ye. Sîleh kujer e. Li şûna em berê wê sîlehê bidin dijminê xwe,  me berê wê daye xwe. Li şûna em bi awayekî erênî bikar bînin. Em neyînî bikar tînin.

Em hinekî bi mînaran şênber bikin.

Îro zêdetirî nêviyê civakê cigarê dikişîne. Hemû dinya alem dizane ku çigare pençerêra kezeb, pişik, qirik û mîdê çêdike. Lê dîsa jî tiryakê cigarê dest jê bernadin. Dema em dipirsin; bi piranî dibêjin ‘Cigare xweş e. Em jê hez dikin.’ Başe e mirov çawa ji kujerê xwe hez dike? Bersîva vê yekê hûn bidin.

Mînakeke din Caca Cola ye. Em hemû zerarên wê yên ku didin diran, qirik, mîde û gurçikan dizanin. Lê dema em vedixwin em dibêjin “Ox çiqas xweş e.” Araq, esrar, kokain, kristal û gelek cureyên din ên tirkayê zerarek gelek mezin dide mirov. Lê her ku diçe kesên tiryakê dikişînin zêde dibin. Çima? Hemû dibêjin “Pir xweş e.”

Yek ji jahra şêrin jî xwarina abûr cûbûr û ya di nava ambalajan de ye. Bi taybetî li her dikan û marketê tê firotin. Ev cureyê xwarina kujer ji bo bê dîtin û firotin, di refên herî pêş û nêzî kaseyê de cih digirin. Her kesên ku diçin dikan û marketan bêyî ku ji wan abûr cuburan nestînin, ji derî dernakevin. Piranî jî dayik û bav van jahrên şêrin ji bo zarokên xwe distînin da ku wan aş bikin. Bi jahra jêrin wan aş dikin. Lê ev jahr di encamê de piştî demek dirêj zarokên wan dikujin. Bêguman şêrin in. Tama wan xweş in. Zarok ne di ferqê de ye ku piştî demekê ev jahr li wan dipe birîna reş û pençeşêr. Lê dayik û bav dikarin hişyar bikin.

Îro ya van hemû cureyên jahrê bi me şêrîn dikin û refleksa me ya parastinê li dijî vê jahrê dikuje jî berhemên înternetê yên medya dijîtal û telefonên pir bi aqil in. Telefonên pir bi aqil têra xwe reklama van jahrên şêrîn dike. Herî zêde zarok û ciwan van telefonan bikar tînin. Li şûna ku telefon aqil, sinc, wîcdan, hest bide zarokan, dijberî vê yekê aqil, hiş, sinc û hestê heyî jî ji zarokan distîne.  Reklama van jahranan dike û vê jahrê bi wan dide şêrinkirin.

Ji xwe zarokên ku hiş, aqil, hest û sinc ji dayik û bav negirin, dê çawa ji telefona ku kapîtalîzmê ew xistiye kontrola xwe û wê li gorî dilê xwe bikar tîne, hiş, sinc û hestan bigirin.

Loma dema ku em di obobus, asansor, kolan, kuçe, ber deriyê dibistanekê, an jî li pêş dikan û marketekê rastî zarok û ciwanan tên û pirsa ‘Hûn dizanin ku ev jahra şêrin e û we dikuje? dipirsin, bersîva “Pir xweş e. Em jê hez dikin” didin.

Raste pergala kapîtalîzmê jahrê şêrin dike û dide merovan. Ger ku şêrin neke dê çawa bifiroşe. Dê çawa bide hezkirin? Tu mirov xwarinên talh naxwe. Ku bixwe jî bêdilê xwe dike. Lê balkêş e; piraniya dermanan tahl in. Li gel ku derman e jî; ji ber ku talh e, kesên nexweş jî dema dixwin bêdili xwe dixwen.

Di encamê de kapîtalîzm bi vê rêbazê mirovan dike koleyê xwe. Lê piştî demekê van kesên ku kirine koleyên xwe, bi nexweşiyên pençeşêrê wan dikije. Xwe bi van berheman bi mirovan dide hezkirin. Lê hezkiriyên xwe dikuje. Kesên ku dikevin xizmeta kapîtalîzmê û bi fikrên xwe, bi kiryarên xwe xizmeta kapîtalîzmê dikin,  bi berhemên kapîtalîzmê hêdî hêdî têne kuştin.

Ji bo em karibin civaka bi sinc û polîtik ava bikin, divê em civaka demokratîk ava bikin. Ji bo em civaka demokratik ava bikin, divê em jiyana komun ava bikin. Ji bo em jiyana komun ava bikin jî divê em mirovên ku xwe ji jahra şêrin diparêzin, ji dizê aqilan diparêzin ava bikin. Divê em hemû dest bidin hev û li dijî jahra şêrîn û dizê aqil, wîcdan, sinc û hestan komunan ava bikin. Em li dijî her tiştî Şiyar bin.