30 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Li Tirkiyeyê terora dewletê heye

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Di rastiyê de li Tirkiyeyê pirsgirêka kurdan heye. Ger li holê pirsgirêka terorê hebe jî ew terora dewletê ye. Dewletê bi deh-hezaran gund şewitand, bi hezaran welatparêzên kurd kuştin an jî avetin zindanan. Ev teror e

Di 27ê Sibata 2025an de, Rêber Abdullah Ocalan ji girtîgeha Îmraliyê bangeke dîrokî kir. Ev banga “Aştî û Civaka Demokratîk” ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêka kurdan e. Di haman demê de ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û Rohilata Navîn jî xwedî girîngiyeke mezin e. Rêber Apo bang li PKKê kir ku xwe fesix bike û dawî li têkoşîna xwe ya çekdarî bîne. Ev bang, ne tenê ji bo kurdan, ji bo tevahiya Tirkiyeyê û herêmê bû derfeteke dîrokî. Lê belê, piştî heft mehan, pêvajo hîn jî di nava astengiyan de ye.

Banga Rêber Abdullah Ocalan, stratejiyeke nû ye ku şerê çekdarî bi dawî dike û li ser bingeha “Civaka Demokratîk” ji nû ve civakê ava dike. Rêber Abdullah Ocalan di nameya xwe de dibêje: “PKK, di sedsala 20an de li ser qedexekirina kurdîtiyê derket holê ku siyaseta demokratîk û hiqûqî bê avakirin.” Ev bang, ji aliyê heyeta DEM Partiyê ve hate xwendin û vê bangê li cîhanê deng veda. Neteweyên Yekbûyî (NY) ew wekî “hêviya aştîyê” nirxand û ji gelek derdoran piştgiriyeke xurt ji bo vê bangê çêbû.

Aliyê kurdan, bi awayekî berpirsyar, gavên mezin avêtiye. PKKê, di Adara 2025an de, agirbest ragihand û di kongreya xwe ya 12an de biryar da ku şerê çekdarî bi dawî bike. Di Tîrmeha 2025an de, Koma Aştî û Civaka Demokratîk ku ji 30 gerîlayan pêk dihat li şikefta Casenayê ya dîrokî bi merasimeke heybet çekên xwe şewidantin. Bi vê gava dîrokî re bang li dewleta tirk hate kirin ku gavên pêbawer û hiqûqî bavêje.

Dewleta tirk, her çendî ev banga Rêber Abdullah Ocalan erênî dîtibe jî ji gotina xwe ya “terorê” gav paş ve neavêt. Rayedarên dewletê di her firstê de gotin ku qonaxeke nû ji bo “Tirkiyeya bêteror” dest pê kiriye dubare dikin. Lê belê, ev helwest, pêvajoyê wekî meseleya “terorê” dîtin û nirxandin, bi serê xwe pirsgirêk e. Di rastiyê de li Tirkiyeyê pirsgirêka kurdan heye. Ger li holê pirsgirêka terorê hebe jî ew terora dewletê ye. Dewleta ku bi deh-hezaran gund şewitand, bi hezaran welatparêzên kurd kuştin an jî avetin zindanan. Terora dewletê bi vê ve jî sînordar nema. Ji bo kurdan asîmîle bike çand, ziman, nasname, dîrok û hebûna wan qedexe kir. Li gel vê dest avêt hemû nirxên wan ên pîroz. Dewlemendiyên ser erd û bin erd ên Kurdistanê talan kir. Ger ev ne teror be çiye? Li beramberî vê terora ku di bin formê dewletê de li dijî hebûna kurd dihat meşadin têkoşîna mafdar ji kengî ve dibe teror. Divê were zanîn ku pêvajoya bi înîsiyatîfa Rêber Abdullah Ocalan hatiye despêkirin pêvajoya çareseriyê ye. Pêvajoya demokrasî û azadiyê ye. Di bingeha vê de jî li hevkirina civakê heye.

Komisyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Millî, ku di Tebaxa 2025an de, di bin banê meclisê de hatiye avakirin bi armanca zemînekî hiqûqî û siyasî ji pêvajoya Aşîtî û Civaka Demokrtîk re avabike dest bi xebatê kiriye. Komîsyonê heya niha 12 civîn li dar xistiye û li gelek derdorên cuda guhdar kir. Kesên di komîsyonê de axivîn bi gelemperî pêvajoya hatiye despêkirin bi erênî nirxandin lê kesên ku ji şer û rewşa aloz ya li herêmê sûd digrin li dijî vê pêvajoyê derdikevin. Divê li dijî van kesên ku bi vê helwesta xwe ya genî, civakê kurmî dikin û xeradikin helwesteke xurt a civakî hebe. Bi helwesteke yekgirtî û domdar dikare pêşî li van daxwazên şerxwaziyê û astengiyên li pêşiya aştiya civakê were girtin.

Bêgûman komîsyonê hewl da ku nêrîn û dîtinên gelek derdorên cuda guhdar bike û li gorî wê nexşerêyekê amade bike. Lê divê em vê rexneyê jî bikin. Pêvajo ne mumkun e ku bê Rêber Apo bi rêve biçe. Çawa ku em dibêjin ev pêvajo bi înîsiyatîfa Rêber Apo pêşketiye, dîtin û pêşniyarên wî ji bo vê pêvajoyê jî girîng in. Lê ji aliyê komîsyonê ve ne guhdarkirina Rêber Apo ne kêmasî weke şaşitiyeke stratejîk mirov dikare bi nav bike. Komîsyona wê di 1ê Cotmehê de pêşniyarên xwe pêşkêşî meclisê bike. Komîsyona ku li Rêber Apo guhdar nekiribe gelo dikare ji bo çareseriya pirsgirêka kurd nexşerêyeke çawa pêşniyar bike? Di vir de em dikarin bibêjin, ji vê helwesta komîsyonê diyar dibe ku dewleta Tirk bi awayekî cidî nêzî meseleyê nabe. Divê were zanîn ku ev meseleyek cidî ye û divê cidî were dest girtin.

Helwesta dewleta tirk a ku li şûna entegrasyona demokratîk, polîtîkayên asîmîlasyonê dimeşîne, ne tenê xelet e, lê xeternak e jî. Dewlet, kurdan wekî “metirsiyeke ewlehiyê” dibîne, ne welatiyên wekhev û xwedî çandeke resen dibîne. Ev nêzîkbûn, ji ber dîroka înkarê, berjewendiyên siyasî û metirsiyên jeopolîtîk e. Asîmîlasyon, bi qedexekirina zimanê kurdî, polîtîkayên kayim û redkirina mafên bingehîn, armanc dike nasnameya kurdî ji holê rake. Ev, berevajî banga Rêber Apo ye, ku di çarçoveya “Civaka Demokratîk” de nasnameya Kurdî diparêze.

Dewleta tirk, bi vê helwestê, ne tenê firsenda aştiyê winda dike, lê di heman demê de krîza demokrasiyê ya li Tirkiyeyê jî kûr dike. Eger dewlet reformên wekî serbestberdana girtiyên siyasî, pejirandina mafên zimanê kurdî û rakirina kayiman neke, ev pêvajo tenê dibe “kontrolkirina kurdan,” ne çareserî. Lê belê, eger dewlet gaveke wêrek bavêje, Tirkiye dikare bibe modela demokrasiyê di herêmê de, ku hem kurd hem jî tirk jê qezenc bikin.

Di encamê de, banga Rêber Abdullah Ocalan, ne tenê ji bo kurdan, lê ji bo tevahiya Tirkiyeyê derfetek e. Dewleta tirk, bi guhertinên demokratîk, dikare vê krîzê veguherîne modelek serkeftinê. Lê bêyî gavên wêrek, ev pêvajo tenê dibe “kontrolkirina kurdan,” ne çareserî. Niha, dem dema biryarên dîrokî ye. Divê were zanîn ku Aştîya rastîn, tenê bi entegrasyona demokratîk û parastina nasnameya kurdî mimkun e.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê