29 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Komek ciwanên Şengalê beşdarî YBŞê bûn

Komek ji ciwanên Şengalê beşdarî nava refên YBŞê bûn û piştî perwerdeyek ji mehekê bi soza parastina civaka xwe li nava yekîneyên xwe belav bûn.

Şervanan li Akademiyên Derweşê Evdî di dewreya Şehîd Zagros Çekdar de perwerdeya şervanê nû dîtin. Piştî perwerdeya bingehîn ya mehekê bi merasîmeke leşkerî perwerde bi dawî kirin û soza xwe ya parastina xaka Êzîdxanê careke din dubare kirin.

Di merasîma leşkerî de ji fermandarên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Rêber Feqîr axivî û di serî de cangoriyên azadiyê bi bîr anî. Rêber Feqîr got: “Li hemberî ew kesên ku civaka êzîdî bê hêz û bê îrade didîtin, ev perwerde ji bo civaka me wê bibe xwedî hêz û îrade, da ku em bibin yê xwe û nebin yê dijmin. Ev ji bo Êzîdxana me firsendekî mezine. Ev perwerde di pevajoya ku me bi hezaran şehîd dayî de hate destpêkirin. Ji ber vê watedar e. Ji bo ku ciwanên me xwe bi xwe ava bikin em li hev kom dibin û xwe perwerde dikin.”

Fermandar Rêber Feqîr berdewamiya axaftina xwe de pênaseyê pêşeroja civaka êzîdî kir û got; “Civaka me bi hêz û berxwedaniya xwe ve bi çand û ehlaqa xwe ve dikare pêşiya fermanan bigre. Divê em venegerin hişmendiya ku beriya 2014an li me dihate ferz kirin. Em nebin ya hêzêk dîtir. Em bibin hêza parastine xwe. Divê em bibin bersiva qêrîna keçên êzîdî. Tenê hêza ku bersiv da dengê keç û dayîkên me şervanên Azadiya Kurdistanê ku bi pêşengtiya felsefeya Rêber Apo bû. Em van perwerdeyan deyndarî fikir û felsefeya Rêber Apo ne. Em bi van rastiyan û çanda êzdayetî re hatin avakirin. Em bi xwîna 74 fermanan hatin avakirin. Ji ber vê jî em tu caran dev ji vê dozê bernadin.”

Di dawiya axaftina xwe de Fermandar Rêber Feqîr destnîşan kir ku tenê fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şervanên azadiyê ji bo parastina wan bûn mertal û wiha pê de çû: “Di vê dozê de emê zorê bibînin û berdêlan bidin ku me ji 2014an heya îro berdêlên pir giran jî dan. Tiştê ku me ji vê perwerdê girtine em li gor rastiya wê bijîn. Her yek ji me bibin pêşengek û fermandarek ji civaka xwe re. Em kesên xwe firoş û destê wan di xwîna însanên me de ne qebûl nekin û nav xwede ne hewînin. Em xwe bi kesî pişt rast nekin, hêza me heye û em şervanên heqîqetê ne.”

Merasîma leşkerî bi wergirtina nasnameyan bi dawî bû.