29 ÎLON 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Mem Ebasî Ebasî- Hoy Hoy Hoy Memo

Pîrê zanî ku ocaxa xwe kor kir lê êdî ax û xwezî bi kêrî tu tiştî nedihatin. Hewar bi eşîrê dikeve û hewşa Memê Qeplan Axa tijî dibe. Cendekên xweşmêrên mala Qeplan Axa radikin û bo mezelan dibin. Ew buyer weke tirajedîyeke dilsoj di pêgotina pîrê de dimîne û ji Herêma Botanê bilind dibe û li her çar aliyên Kurdistanê weke stranekê dimîne

Bihara gelî û newalên Herêma Botanê zû tê û xweza xemala herî xweş û delal li bejna Botanê dike diyarî. Xwezaya ku kirasê biharê li Botanê dike di heman demêde zemînekî mezin ji bo eşqê avadike. Ji ber wê yekê Botan meskenê çîrokên eşq û evînê ye. Maka eşqê ka çawan ji bo Mem û Zîn tevnê çîrokê raçand û nexşê evînîyê lêkiriye, wisa kêlî û nikên xemgînî ,dilşikestin û trajedîyê jî li wî tevnî kiriye. Tevnê eşqa kurd sêniya wêje û çanda kurd e li ser dîrokê û hemû stranbêj, çîrokbêj û dîrokvanên kurd daxwazî ser wê sifrê dike. De fermo em jî li rexekî wê sifrê runên û li tama wêje, çand û hunera kurd binêrin.

Me got, bihara Herêma Botanê zû tê û zemînê eşqê zû digihê û çîrokên bi êş bi jan û dil şewat zêde dibin. Çîrok heke çîrokên eşq û evîniyêbin li Botanê dilsojin. Ji bo ku Botan, li serê rêyan e û herêmeke wisan e ku zû nayê zeftkirin. Ji ber wê ye her dem bûye armanca êrişan. Her dema daxwazên serdestan ne anîye cî bi gef û êrişên tund re rû bi rû ma ye. Çîroka Memê Qeplan Axa mînakeke balkêş e ku em bigrin dest. Ji bo mijara me wêje, çand û huner e em tenê bi şêwazekî zelal hewl bidin çîrokê di çerçoveya xwezaya wê de bigrine dest. De ka werin em li çîroka Memê Qeplan Axa binêrin.

Li gorî lêkolînên me û çîrokbêjan, meskenê çîrokê, herêma Cizîr, Qereçox û Dêrika Hemko tê qebûlkirin. Stran û çîroka wê jî aydê wê herêmê ye. Bê guman li gorî hinek dengbêj û çîrokbêjan dibe ku cihê buyera wê çîrokê cuda be. Lê fikra zêde li ser qada Botanê ye. Bi texmînî di sedsala 16an de qewimî ye. Wê demê Împaretoriya Osmanî gihaye sînorên xwe yên herî fireh. Ji bo Misir û li hêla Ewropayê ve bêhtir pêş ve biçe pêwistî bi leşkeran heye û ciwanên kurd jî bi darê zorê digre leşkerîyê. Li herêmên Kurdistanê bi hezaran ciwanan digirin û dibin Stenbolê. Memê Qeplan Axa jî yek ji wan ciwanan e.

Memê Qeplan Axa zavayê yek salî ye û hê pir ciwan e. Di heft saliya xwe de bavê wî dimire û di temenekî piçûk de axatiya eşîra xwe dike. Ji ber vê yekê diya wî, wî zû di zewicîne. Navê jina wî Têlîeyşê ye û jineke bedew û delal e. Bi çûna Memo û ciwanên kurd xemgînîyeke mezin dikeve dilê Têlîeyşê û hemû eşîrê. Çûna wan weke çûna rêka çûn û nehatinê li wan tê. Lê çare nîn e. Memo êdî leşkerekî Osmanî ye û berê wî ketiye enîya şer. Li enya şer a Misirê û li pêş Ewropayê çardeh salên xwe li leşkerîya Osmanî derbas dike paşê bi gemîyan Memo bi komek leşkeran re tînin Stnbolê. Li Stenbolê piştî amadehiyekê leşkeriya Memo diqede û ji ordîgeha Osmanî derdikeve. Li gorî zagonên Osmaniyan kesên ku çardeh salên xwe li leşkerîyê temam dike, bi xemla xwe a leşkerî, bi şûr û mertal û bi hespê xwe ve ji artêşê derdikeve.

‘Her peyveke min bi zêrekî Osmaniyan e’

Memo jî wisa bi çek, bixemla xwe ya Osmanî û bi hespê xwe ji ordîgehê derdikeve û di nava kolanên Stenbolê de dimeşe. Hespê xwe teslîmî tewilxaneyekê dike û di nava sûkên Stenbolê de digere. Di nava qelebalixa sûkên Stenbolê de Memo şahidiya gelek tiştan dike û gelek tiştên ecêb dibîne. Memo bazara gelek tiştan dike û ji bo Têlîeyşê û mezin û hevalên xwe tişta dikire. Dikanek pir bala Memo dikşîne. Dikaneke tenê teraziyek tê de ye û zilamekî kal li raserî wê terazyê sekiniye. Memo mereq dike û dixwaze bizane ka ew pîremêr di wê dikana rep û rût de çi difiroşe. Memo ber bi wê dikanê ve diçe û silav dide wî kalemêrî. Kalemêr silava wî werdigire û dibêje fermo. Memo dibêje kalo tiştek di dikana te de nîn e û tu bi saetan e li ber vê teraziyê sekinîyî. Min mereq kir ka bo min bêje tu çi difiroşî. Kalo li Memo dinêre û dibêje, xortê delal ez aqil difiroşim û tişta ku ez difiroşim li vê sûkê tişta herî giranbiha ye. Her peyveke min bi zêrekî Osmaniyan e. Vêca heke pêwistiya te bi aqil hebe zêrekî zer bavêje ser terazîyê da ji bo te peyveke giranbiha bêjim. Memo zêrekî ji berîka xwe derditêxe û diavje ser teraziyê. Kalo li Memo dinêre û dibêje, şîreta min li te; hinekî zêde bimeşe lê li peyarêka neçe.

Aqil giranbiha ye û li serê herkesî nîn e

Memo dibêje êê . Kalo dibêje ewqas. Memo dibêje malxirab ka tiştek din bêje min zêrek da te. Lê kalo dibêje zêrekî din bavêje da ji bo te peyveke din bêjim, nexwê bi xwedê te peyveke din ji min nebihîst. Memo zêrekî din diavêje ser teraziyê û dibêje de ka çend peyvên din bêje. Kalo dibêje, şîreta min li te tu caran nekeve nava jin û mêran û pisgirêkên malbatên biyanî. Memo got êê. Kalo got ewqas tu dizanî aqil giranbiha ye û di serê herkesî de tuneue. Zêrekî din bavêje ser terazîyê da ji bo te peyveke din bêjim. Memo aciz dibe û zêrekî din diavêje ser teraziyê. Kalo dibêje şîreta min li te be çi dibe bila bibe bisebir nêzî hevalê xwe bibe. Memo dibêje mal mîrat min sê zêr dane te ka du peyvên din jî bêje. Bes kalo dibêje bi Elîmilah tu zêrekî din nedî te peyveke din ji min negirt. Memo bêçare dimîne û ji wê dikanê dûr dikeve.

Memo jî berê xwe dide malekê

Memo bi wê buyerê xwe weke zilamekî hatiye xapandin dihesibîne. Hema tê hespê xwe ji tewlê derdixe tiştên kirîne di xurcika hespê de bi cîh dike û siwar dibe û ji bajarê Stenbolê derdikeve. Memo du şev û du rojan dajo û digihe karwanekî. Dema karwan digihêje serê duriyanekê, komek ji karwan dibêje em ê di peyarêyekê re biçin. Ango di rêya nêz de. Yek ji Memo re dibêje tu jî were û Memo dixwaze bi wan re here. Lê dema gotina kalo tê bîrê ji xwe re dibêje bira min zêrekî xwe daye bi xwedê ez di peyarê re naçim û bi wan re naçe. Demekî şûnde Memo û karwan lê dinêrin ew koma ku di peyarêyê de çûne li ser rê li benda wan in û di halekî perîşan de ne. Memo dipirse gelî hevalan ew çi halê we ye, çi bi serê we hatiye. Ew kom dibêje em di peyarê de hatin şelandin û hemû pereyên me ji me standin. Memo digirnije û dibêje dêmek zêrên min dane aqilfiroşî badilhewa neçûne. Memo hespê xwe dajo û piştî demekê digihijin gundekî û herkes bo xwe ciyekî peyda dike. Memo jî berê xwe dide maleke li perê gund û li derîyê wê malê dixe. Zilamek jê re derî vedike û dibêje fermo. Memo dibêje ez rêwî me û dixwazim bibim mêhvanê we. Xweyê malê dibêje keremke ma mêhvan mihvanê xwedaye û wî daxwazî hundir dike. Memo wê şevê dibe mêvanê wê malê û tu qusûr di mazovaniya wê malê de nabîne. Xizmeteke mezin ji bo mêvanê xwe dikin û qedrê wî digirin. Bes dema Memo dibîne ku zilamek bi stûna malê ve girêdayî ye şaş dimîne û ji xwe re dibêje ev mala ewqas ji mêvana hez dike û ewqas baş in, çawan bi awayekî bêrehm ew zilam bi wê stûnê ve girê dane. Gelo sûcê wî zilamî çi ye. Çend cara dide xwe ku bipirse ka ji bo çi ew zilam bi wê sitûnê ve hatiye girêdan. Lê dibêje min zêrekî xwe daye û şîreta ku li min hatiye kirin ew e da ez ji pirsgirêkên nava malên biyanî nepirsim. Bi xwedê ez napirsim û nepirsî. Wê şevê li hemberî mereqa xwe li ber xwe da û serê sibê rabû û ji malê derket. Zilamê malê heya ber derî li gel çû got, bira qet te mereq nekir ka min bo çi ew zilam bi wê stûnê ve girêdaye. Tu çi zilamekî xemsarî bira. Lê baş e ku te pirs nekir. Bi xwedê min sond xwariye yekî ku wî bipirse bêje çi gunehê wî heye te ew zilam girêdaye ez ê wî bikujim. Ji bo ku wî destdirêjî li jineke me kiriye, de vêca here oxira te ya xêrê be.

Ev dem dibe dema herî dirêj a temenê wî

Memo bi peyvên xwediyê malê kenî û got, dêmek ew zêr bedilhewa neçûne. Memo çend roj û şevan dajo nayê zanîn lê di nîvê şeveke payîzê de digihêje gundê xwe. Sal û zeman di ser re derbas bibin jî memo gundê xwe nas dike. Bi kelecaneke mezin ber bi mala xwe ve diçe. Dilê wî di sîngê wî de dipirpite û xerîbiya Têlîeyşê wî dîn dike. Çardeh sal temeneke û hesret zor e, zehmet e. Memo digihêje hewşa mala xwe. Mehîna xwe ya bi toz û xuhdan li hewşê girêdide û derîyê malê vedike û dikeve hûndir. Bîna malê ya ku wî bi salan bêriya wê dikir li pozê wî dide. Ew hêdî ber bi odaya ew û Têlîeyşê tê de bûne bûk û zava ve diçe û paşê dikeve jor. Lê bi ketina di odê de Memo di ciyê xwe de dimîne û disekine. Ji bo ku Memo dibîne li ber şewqa çirayê ya kêmkirî li ser ciyê zavatiya wî xortekî çardeh salî di ber Têlîeyşê de dirêjkirirî ye. Ew xort û Têlîeyşê di xeweke kûr de ne. Mesela namûsê zor e, aqil di serê Memo de namîne hema bi hêrs destê xwe davêje xencerê û dixwaze wan bide ber xençeran. Memo li raserî wan disekine û xençera di destê xwe de radike ku li wan bide. Lê şîretên aqilfiroşê kal têne bîra wî û disekine. Aqilfiroş gotibû çi dibe bila bibe bisebir nêzî hevalên xwe bibe. Rewşa li berçavên Memo rewşeke wisa bû ku qet xwe negire û êrişî wan bike. Lê şîretên aqilfiroş ew ji şelandin û kuştinê xelaskiribû. Ji ber wê yekê Memo xwe da zorê û li ser kursî rûnişt. Çixarek pêxist û sekinî. Ev dem dibe dema herî dirêj a temenê wî, zeman disekine û naherike. Heta bîna cixareya Memo Têlîeyşê ji xew şiyar dike û dibîne ku zabitekî Osmanî li ser kursî rûniştiye û bikerb li wan dinêre. Dema hişê wê tê serê wê hema xwe ji nava nivînan diavêje û dibêje tu kê yî û çi karê te li vê odeyê heye. Tu bi çi aqilî hatiyî vê odeyê. Ma te aqilê xwe windakiriye yan tu li ecelê xwe digerî. Ma tu nizanî ev odeya Memê Qeplan Axa ye û kurê wî lê razaye. Bi xwedê bi te bihese ezraîl birayê te be xelasiya te tuneye. Vêca zû vê odeyê terk bike hê kurê Memo şiyar nebûye.

Hey siwarê qasidê mirinê

Memo êdî dizane ku ew xortê razayî kurê wî ye lê dixwaze tam lê serast be û dibêje, ez hevalê Memo yê leşkeryê me û li sînorê Misirê Memo hate kuştin û dema Memo sax bû qet behsa zarokê xwe nekir û ne got, zarokekî min heye. Bi wan peyvên Memo Têlîeyşê digirî û dibêje piştî çavên Memo ez ê çawan bijîm. Piştî Memo mehra mêra li min herambe mêvanê xêrnexwaz. Te nîvê vê şeva payîzê bi xwe berê reş ez kuştim. Vêca rabe û derkeve ji vê odeya pîroz hey siwarê qasidê mirinê.

Memo êdî xwe nagire, dilê wî ranake û dibêje Têlîeyşê ma korahî bi çavên te de hatiye tu min nas nakî. Ma ji Memo pêvetir kê dê biwêre bikeve vê odeyê. Bi wan gotinên Memo êdî hevdu nas dikin û xwe davêjine hembêza hev. Lê bi dengê Memo û Têlîeyşê kurê Memo ji xew şîyar dibe û dibêje ew zabitê Osmanî kê ye ji bo çi li vê odeyê û ji bo êrişî wî bike dest davêje xençerê. Bes gava diya wî rastiyê dibêje ew jî xwe davêje stûyê Memo.

Aqil ji serê pîrê diçe

Her sê êdî dikevine sohbetê. Demekê Têlîeyşê ji Memo re dibêje ka ez biçim dayîka te şiyar bikim û xebera hatina te bidimê. Lê Memo ji rêyeke dûr hatiye û westiyaye. Dibêje na na bi xwedê ew pê bihese ku ez hatime di vê nîvê şevê de gund li ser serê me kom bike û nahêle ez razêm. Ji xwe sibê em ê wê agahdar bikin baştir e û xwe li ser piştê dirêj dike û xew re diçe. Kurê wî jî li ser sînga Memo radizê û ew jî di xew ra diçe. Têlîeyşê destê xwe di ber serê Memo re dibin û dikevin xewê. Xewê ew her sê girtine nava xwe. Lê dema xewa giran wa her sêya bi sir û nihêniya xwe ve di nava kurkê xwe de vedişêre. Pîrê, ango dayîka Memo ji xew şîyar dibe û ji bo odeya Memo û Têlîeyşê dimeşe. Pîrê hêdî derî vedike û li odeya Têlîeyşê dinêre. Xwedêyo dema pîrê dibîne ku zabitekî Osmanî di ber Têlîeyşê de dirêjkiriye û neviyê wê li ser sînga wî di xewê de ye, aqil ji serê pîrê diçe. Pîrê dibêje way zalima keça zaliman, wey şeytana keça şeytanan. Ka te digot, pîştî Memê Qeplan Axa mehra mêra li min heram be. Nexwê ev çi meseleye te ev zabitê Osmanî aniye nav nivînên xwe û zenda xwe ji bo wî kiriye balgeh. Dêmekî kurê te jî bi eşqa te razî ye, nexwê dê bo çi li ser sîngê yarê dayê razê.

Pîrê weke melekê mewtê bi bêdengî dixûşte odeyê û xençera Memo ji kavlanî derdixe û serê xençerê daditîne ser pişta kurê Memo û hemû giraniya xwe dide ser xençerê. Xencer di pişta kurê Memo de diçe û di sîngê Memo de derbas dibe û di nava milên Memo de derdikeve. Bi derba pîrê qêrîn ji Memo û kurê wî diçe. Têlîeyşê bi wan qêrînan şiyar dibe û xençera bi xwîn di destê pîrê de dibîne. Dibêje pîrê te çikir.

Pîrê xençera bi xwîn dihejîne û dibêje min namûsa kurê xwe Memê Qeplan Axa paqij kir, dêlikê qey ez ê ji bo te bihêlim ku tu piştî çavên Memoyê min zilamên xelkê bînî nava nivînên xwe. Êdî hawar û gazin bi Têlîeyşê dikeve, pîrê te çikir pîrê te koka mala Qeplan Axa qeland, te ocaxa xwe temirand pîrê. Ew Memê Qeplan Axa ye, tu kor buyî pîrê, ê din neviyê te bû pîrê.

Pîrê zanî ku ocaxa xwe kor kir lê êdî ax û xwezî bi kêrî tu tiştî nedihatin. Hewar bi eşîrê dikeve û hewşa Memê Qeplan Axa tijî dibe. Cendekên xweşmêrên mala Qeplan Axa radikin û bo mezelan dibin. Ew buyer weke tirajedîyeke dilsoj di pêgotina pîrê de dimîne û ji Herêma Botan bilid dibe û li her çar aliyên Kurdistanê weke stranekê dimîne. Mem Ebasî Ebasî. Ebasî li heremê tê wateya bêmiradî û jar tê zanîn. De ka em li pêgotina pîrê binêrin ka pîrê çi gotiye.

Hoy hoy hoy memo mem ebasî ebasî

Jaro bi lo memo mem ebasî ebasî

Hoy hoy hoy memo kurtekê li ser kirasî

Jaro bi li memo kurtekê li ser kirasî

Hoy hoy hoy memo day korebû nenasî

Jaro bilo memo day korebû nenyasî

Hoy hoy hoy memo mehîna memo şînboz e

Jaro bi lo memo mehîna memo şînboze

Hoy hoy hoy memo heya çoka bi toz e

Jaro bi lo memo heya çoka bi toz e

Hoy hoy hoy memo siwarê anî pîroz e

Jaro bi lo memo siwarê anî pîroz e

Hoy hoy hoy memo memanî xweş memanî

Jaro bi lo memo bi cil û bergên romanî

Hoy hoy hoy memo day korebû nezanî

Jaro bilo memo xencer liser dilî danî

Hoy hoy hoy memo mehîna memo şîn e

Jaro bilo memo li nîva hewşê dimîne

Jaro bilo memo day korebû nabîne

Hoy hoy hoy memo mem axayê meman e

Jaro bi lo memo birîna wî li nav Milan e

Hoy hoy hoy memo dayîk gura çiyan e