Însîyatîfa Yekîtiya Demokratîk, li Şirnexê bi tevlibûna hevberdevkê Însîyatîfê Mehmet Kamaç, gelek endamên sekreteryaya însiyatîfê, rûspiyên eşîran, endamên partiyên siyasî, endamên saziyên bazirganiyê, endamên saziyên hiqûqê, endamên saziyê kedê, hilbijartiyên partiyên siyasî, oldarên û melayên herêmê, keyayên navend û gundan, endamên saziyên ziman û çandê, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJAyê û sedan welatiyan civîna danasînê li dar xist. Civîn li otelek li navenda Şirnexê hat lidarxistin.
Civîna danasînê bi rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Piştî rêzgirtinê hevberdevkê Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Mehmet Kamaç der barê armanca avakirina însiyatîfê de axivî û got. “Dema me dest bi vê xebatê kir armanca me ew bû ku em her kesî têxin nava vê însiyatifê. Bi vê yekê ve girêdayî me xwe gihand her qada civaka kurd. Me li bakurê Kurdistanê û li bajarên Tirkiye ku kurd lê dijîn civîn lidar xistin. Gelê me ji bo kurdbûnê tifaqek ava kiriye û li benda me ye ku em jî tifaqa xwe ava bikin. Yekîtî encax bi hev re dikare pêk were. Bi hin derdor an jî hin kesan pêk nayê. Divê gelê me bi her rengî xwe nava vê însiyatîfê de bibîne. Ev rêxistin ne ya tu aliyên siyasi ye. Ev rêxistin ya gelê kurd e û tu kes bila ji aliyê xwe ve vê tifaqê nekêşe.”
Mehmet Kamaç diyar kir ku ew ji bo xeyalên Ehmedî Xanî yên yekitiyê tevdigerin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Însiyatîf di nava gel de xebatên xwe berdewam dike. Me li Bazidê konferansa yekitiya kurd pêk anî. Ev cihê me konferans pêk anî cihek taybet bû. Ji ber ku Dewleta Tirk gotibû xeyala kurdan li agiriyê di bin axê de ye. Me xwest em peyamê bidin û bêjin ku daxwaza kurdan ya tifaqa Kurdistanê li Agiriyê zindî ye û li ser piyan e. Ev însiyatîf xeyala Ehmedî Xanî ye, evîna Mem û Zîn e, banga Seyîd Riza ye. Di dîrokê de kurd ji ber bê tifaqiyê her winda kiriye. Dîroka kurdan de şikestin hene ê ji ber van şikestinan gelek êş hatiye kişandin. Dema di dîrokê de êrîşî Dêrsimê, Agiriyê, Geliyê Zîlan, Amedê, Helepcê dikirin tifaqa kurdan hebûya nediarîn ev qad hov bibin. Lê mixabin di dîroka me de tifaq pêk nehatiye.”
Mehmet Kamaç destnîşan kir ku ji bo pêvajoya heyî bi serkeftî bidawî bibe hewceyî bi tifaqê heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Îro gelê kurd şiyar bûye û fikir cuda bin jî li dor kurdbûnê tifaq pêk tên. Em kurd tu dem nebûne alîgirên şer, lê em tu dem jî teslîm nebûne. Îro pêvajoyek tê meşandin heta îro pêvajo yek alî dimeşe. Ji îro pêde em bawerin dewlet jî dê gav biavêje. Ev pirsgirêka bi sedan salan e berdewan dike çareseriya wê jî dê domdirêj be û hewcehiya pêvajoyê bi yekitiyê heye. Weke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî gotiye divê kurd bi konferanseke çar parçeyan yekitiyê pêk bînin. Em ji we dixwazin ku her yek ji we bibe neferek yê yekitiyê. Ji ber ku heta yekitiya me pêk neyê, em nikarin bigehin armancên gelê xwe.”
Piştî axaftina Mehmet Kamaç civîn bi pirsan û bersivan bi dawî bû.