Malbata Tamur a li Mêrsînê xizmên xwe yên di demên cuda de şehîd bûne, bi bîr anî. Malbatê Seyîd Gaydali (Romat), Qeyum Ehmed Tamur, Elîhuseyn Ehmedê Tamur, Qeysî Seyidxelîl Tamur, Xiyaseddîn Tamur (Soro), Hişyar Tamur (Nûcan), Veysel Tamur (Hemze), Atilla Tamur (Serdar), Hacer Tamur (Delîla Gever), Semayê King (Nîgarîn Gever), Perîxan Tamur, Leman Tamur (Dîlan) û Xalid Tamur ên ku di demên cuda de şehîd bûne, bi bîr anî.
Bi pêşengiya MEBYA-DERê rêxistinên civakî yên sivîl û nûnerên partiyên siyasî jî beşdarî bîranînê bûn.
Di merasîma bîranê de dirûşmeya “Şehîd namirin” hat berzkirin. Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di axaftinan de îşaret bi têkoşîna şehîdan hate kirin û soza domandina vê têkoşînê hate dubarekirin.