BTKê, bi hinceta “Ewlehiya mîllî û nîzama cemaweriyê” hesabên platforma medya tijîtal ên Xyê yên Rojnameya Yenî Yaşamê û Ajansa Nûçeyên Etkînê (ETHA) asteng kir. Têkildarî mijarê Rojnameger Abdurrahman Gok û Hevseroka DFGê Kesîra Onelê anîn ziman ku bi van astengiyan dixwazin mafê civakê yê agahdarkirinê asteng bikin.
Di demên dawî de zextên li ser çamemeniyê zêde dibin. Hesabên platformên medya dejîtal têne astengkirin. Herî dawî Saziya Agahiyên Teklnolojiyê û Ragihandinê (BTK), bi hinceta “Ewlehiya mîllî û nîzama cemaweriyê” hesabên platforma medya tijîtal ên Xyê yên Rojnameya Yenî Yaşamê û Ajansa Nûçeyên Etkînê (ETHA) asteng kir. BTKê heta niha hesabê X yê Yenî Yaşamê 4 caran, hesabê Xyê yê ETHAyê jî 6 caran asteng kir. Têklidarî astengiyan MKGê û DFGê bertek nîşan dabûn û anîbûn ziman ku ew ê li dijî sansurê piştevaniya xwe xurt bikin.
Desthilat yek rengî û yek dengî li civakê ferz dike
Rojnameger Abdurrahman Gok têkildarî astengiyên li ser çapemeniyê nirxandin kir û got: “Desthilatdarî ev demek dirêj e di her qadê de yekrengî û yekdengiyê li ser civakê ferz dike. Bi vê rêbazê dixwaze serweriya xwe qewîm bike. Di siyasetê de çawa tehemula desthilatdariyê li hemberî yek dengê muxalif tune ye, di weşangeriyê de jî heman rêbazê dimeşîne.”
Bi girtinê nikarin asteng bikin
Rojnameger Abdurrahman Gok da zanîn ku ji medyaya Tirkiyeyê ji sedî 90î zêdetir xistiye binê hukmê xwe; lê dîsa jî tişta armanc dike pêk nayê û wiha axivî: “Nikare civakê li gorî dilê xwe dîzayn bike. Lewre weke hêjmar hindik bin jî saziyên ragihandina azad li hemberî vê hişmendiyê, bi ragihandina rastiyê mîna mertalekî disekinin. Bi hemû hêza xwe dixwazin vî mertalî bişikînin, qul bikin da ku hemû rehên civakê pûç û vala bikin. Lê bê feyde ye. Bi girtin û kuştinê dengê ragihandina azad nikaribûn qut bikin, îcar niha bi hêza zordestiyê dixwazin li ser medyayên dijîtal dengê vê ragihandinê bifetisînin.”
Rojnameger Abdurrahman Gok, bal kişand ser helwesta dezgehên medya dijîtal ên navdewletî û wiha pêde çû: “Mixabin dezgehên medyaya dîjîtal yên navdewletî jî ji vê zordestiyê re dibine alîkar. Hemû daxwazên zordestan pêk tînin. Ne li gorî hiqûqa navxweyî ne jî li gorî hiqûqa navdewletî tevdigerin. Erê rast e ragihandina azad û endamên vê ragihandinê ji bo belavkirina heqîqetê rol û mîsyona girtine ser xwe, berdêl çi dibe bila bibe pêk tînin; lê divê em jî weke temaşevan û xwendekaran li van saziyan xwedî derbikevin û her wan bişopînin.”
Abdurrahman Gok, diyar kir ku çawa ew ji kaniyên şolî tîna xwe naşikînin û avê venaxwin, divê ji çavkaniyên şolî û dezgehên trol yên kirasên ragihandinê li xwe pêçan e jî agahina hilnegirin û mejiyê xwe jehrî nekin.”
Nayê qebûlkirin
Hevseroka DGFê Kesîra Onelê jî anî ziman ku ew vê sansura li ser çapemeniyê qebûl nakin û wiha got: “Hesabên Xyê yên Rojnameya Yenî Yaşamê û ETHAyê hatin astengkirin. Berê jî hesabên Xyê yên Ajansa Welat, Jinnewsê hatibûn astengkirin. Bi vê yekê dixwazin mafê civakê yê agahîgirtinê asteng bikin. Ev nêzîkatiyên keyfî, nîşan dide ku îktîdar çawa nêzî rojnamegeriyê û nêzî lêgerîna azad dibe. Gefên BTKê ya li dijî kevneşopiya Çapemeniya Azad nayê qebûlkirin.”
Kesîre Onelê destnîşan kir ku wekî kedkarên Çapemeniya Azad ew vê yekê xezpkirina mafê çapemeniya azad dinirxînin û wiha got: “Niha di rojeva welat de pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk heye. Bi van qedexe û astengiyan dixwazin ev rojeva Aştî û Civaka demokratîk neyê dîtin. Em vê yekê qebûl nakin. Em wekî Komeleya Rojnamegan a Dicle Firatê vê nêzîkatiya keyfî ya hikûmetê şermezar dikin.”
Divê Destûra Bingehîn li ser esasê demokrasiyê bê guhertin
Rojnameger Mehmet Alî Çelebî, bal kişand ser axaftina dayikan a li meclisê û wiha got: “Komisyona Demokrasî, Xwişk û Biratî û Hevgirtina Mîllî ku di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatiye avakirin, destûr nade ku dayikên zarokên xwe winda kirine li meclisê bi kurdî biaxivin. Dema dayik bi kurdî diaxivin, endamên komîsyonê hişyar dike û dibêje ‘Bi Tirkî biaxive.” û hişyar dike. Disa ji ber li ser forma Amedsporê nivîsa ‘Koma me bona we” hatiye nivîsandin, ceza ji wan re dibire. ”
Mehmet Alî Çelebî, destnîşan kir ku ji bo herîkîna nijadperest û kaosê rawestînin, divê zagon bên guhertin û got: “Divê Destûra Bingehîn, TMY, TCK, Zagona Partiyên Siyasî, Zagona Çapemeniyê, Zagona Şaredariyan, Qanûnên Medenî bên guhertin û li ser esasê tevlêbûn û demokrasiyê bêne avakirin.”