Awayê têgihîştina cîhanê, pêvajoya şêwandina ramanê û domandina hebûna mirov a civakî hemû bi saya zimên pêk tên. Ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye; ew di avakirina kesayetî, xwebûn û cîhana mirov a derûnî de jî roleke diyarker pêk tîne.
Kesayetî avahiyeke ewqas çalak û dînamîk e ku nirxên navxweyî, hest, daxwaz û meyldariyên reftarî û têkiliyên civakî yên takekesî di xwe de dihewîne. Ev avahiya dînamîk di encama têkilî û derfetên xwerû û bandorên hawîrdorê de bêtir pêş dikeve. Ziman amûra herî xurt a vê têkiliyê ye.
Ziman tenê ne amûra derbirîna ramana mirov e, heman demê hem bingeha ramana mirov pêk tîne û hem jî sînorê jiyana mirov diyar dike. Wekî ku Ludwig Wittgenstein jî dibêje, “Sînorê zimanê min sînorê cîhana min e.” Bi rastî jî, cîhana kesayetiya takekes jî ji hêla derfetên ku ziman diyar dike ve tê şêwandin. Mirov bi qasî ku hest û hizrên xwe derdibire hebûna xwe didomîne. Ev hebûn, bêhempabûna xwebûn û kesayetiya mirov jî diyar dike. Her çiqas ziman ji aliyê perspektîfeke felsefî ve wekî “mala ramanê” were hesibandin jî, lêkolînên zanistî nîşan didin ku ziman çawa di pêşveçûna têgihiştinî û avakirina nasnameyê de roleke girîng pêk tîne. Di geşedan û teşegirtina kesayetiyê de jî roleke girîng dilîze. Di vê çarçoveyê de, têgihîştina rola zimên a di pêşveçûna kesayetiyê de, encax bi pêkanîna nasnameya civakî, jîrayiya hestyarî û pergala nirxên takekesî pêkan dibe.
Ji hêla felsefî ve ziman, subjektîvîteya/kirdewariya takekesî jî radigihîne qada civakî. Lewre kesayetî ne diyardeyek e ku bi tena serê xwe hebe; ew avahiyeke wisa ye ku hem li gor hişmendiya civakê tê pênasekirin û navandin û hem jî li gor şert û mercên jiyanê tê guhertin û şêwandin. Navandin û pênasekirina têgihîştina hest û ramanê û watedayîna serpêhatiyên mirov jî hemû bi saya zimên tên derbirin. Takekes zimanê xwe yê ku di pêvajoya têkiliyên civakî de bikar tîne re, xislet û kesayetiya xwe ya civakî jî diyar dike. Ji ber vê yekê, avakirina kesayetiyê tenê ne bi ezmûnên takekesî ve girêdayî ye, herwiha bi awayê ku ev ezmûn çawa têne derbirin ve jî girêdayî ye. Bêyî ziman kesayetiya mirov tenê wekî bêmecaliyeke xav û bêteşe dimîne. Îcar kesyetiyeke xav û bêteşe jî bêyî ziman qet nastewe.
Lêkolînên derbarê derûnnasî û zimannasiyê de jî nîşan didin ku bandora zimên a li ser pêşveçûna kesayetiyê pir xurt e. Daneyên zanistî jî diselmînin ku pêşketina nasnameya takekesî, bi keyskirina kesayetiya takekes û veguhastina nirxên civakî rasterê bi ziman ve girêdayî ne. Li gor zanyariya pedagojiyê jî zarok bi saya ziman derdora xwe dinase, bi nav dike û nirx û wateyekê didiyê. Gelek perwerdekar jî angaşt dikin ku ziman çawa di pêşveçûna hişmendiya zarokan de amûreke bingehîn e, di kesayetiya wan de jî xwediyê erk û vatiniyeke çarenîn e. Li gor vê yekê, axaftina hundirîn dike ku takekes pêvajoyên fikirîna xwe birêkûpêk bike. Ev diyaloga hundirîn behre û cerbeziyên biryargirtinê, çareserkirina pirsgirêkan û fikirîna razber a zarokan/mirovan baştir dike.
Takekes bi saya cerbeziyên zimanî yên pêşketî hest û ramana xwe baştir derdibire, hawîrdora xwe çêtir fêhm dike û di têkiliyên xwe yên civakî de hevsengiyeke tebûttir ava dike. Mirov, radeya civakîbûna xwe bi a nasnameya xwe ya kesayetiyê û nasnameya xwe ya kesayetiyê jî tenê bizimanê xwe bi dest dixe. Derûnnasiya civakî jî aşkera dike ku ziman di avakirina nasnameya mirovan de roleke navendî pêk tîne. Takekes bi saya zimanê xwe jiyan û derdorê dihishisîne ku ew aîdê kîjan kom û civakekê ye. Hestên mirov ên aidiyetê jî dîsa bi saya ziman pêş dikevin. Li vir ji girîngiya ziman –xasma girîngiya zimanê dayikê- derdikeve pêş. Lewre referansa hemû zimanên din (ên duyem, sêyem û wekî din) ku mirov paşê hîn dibe, zimanê dayikê ye. Zimanê dayikê tenê ne amûra derbirin û ragihandinê ye, herwiha ew hilgirê hemû nirx û behreyên takekesî ên çandî, civakî ye jî.
Ziman di diyarkirin û venerîna hest û ramana mirov de jî roleke girîng pêktîne. Têkiliya ku mirov bi zimanê xwe yê dayikê re pêk tîne, bandoreke pir kûr li ser kesayetiya wî/wê dike. Veguhestina kodên çandî û normên civakî jî dîsa bi saya zimanê dayikê kesayetiya mirov dişêwînin. Wekî nimûne, di çanda kolektîvîst/civakgir de, ziman “em”ê derdixe pêş, belê di çanda takekesî de, ziman “min” ê derdixe pêş. Ev cudatiya zimanî heman demê cudahîyên civakî jî bi xwe re tîne.
Ziman di diyarkirin û venerîna hestan de roleke girîng pêk tîne. Lêkolînên derûnnasiyê jî nîşan didin ku kesên ku hestên xwe bi gotinan derdibirin, di birêvebirina pêwendiyên civakî de û di astengkirina reftarên bêhntengî û êrişkariyê de ji kesên din serketîtir in. Lewre bikaranîna rast a zimên û hilbijartina gotinên erênî navandin û pênasekirina hestan, têgihîştin û venêrîna liv û tevgerên mirov jî hêsantir dike.
Di geşedana kesayetiya mirov de jîrayiya hestyarî hêmaneke diyarker e. Kesên ku behre û cerbeziyên wan ên zimanî pêşketî ne, di hevxemî, derbirin û têgihîştinê de jî ji kesên din pejnkartir û gihîştîtir in. Ev pejnkarî di têkiliyên mirovî û civakî de bîrbiriyeke kesayetiyê pêk tîne. Pêşveçûna kesayetiyê tenê ne berhema ezmûnên takekesî ye, heman demê berhema nirxên ku di navbera nifşan de tê veguhestin e jî. Kêmasiyên di pêşveçûna zimên de pêk tên bandoreke neyînî li ser pêşveçûna kesayetiya mirov dikin. Wekî mînak, nirxên ku bi rêya ziman têne veguhestin û fêrkirin, rê nîşanî tevgerên takekes dide û hestên exlaqî û liv û bizavên wî/wê yên civakî dişêwîne û dî nasnameya wî/wê ya kesayetiyê de bîryardarî, aramî û hedariyê pêk tîne. Ji ber vê yekê, aliyê exlaqî yê pêşveçûna kesayetiyê jî bi giranî bi pêşveçûna pêvajoya zimanî ve girêdayî ye. Ev pêvajoya ku cîhana ramanê ya takekesî dişêwîne, hem ji hêla perspektîfa pêşveçûna kesayetiyê ve bawerî û xweelhiya mirov xurt dike û hem jî nasnameya wî/wê ya hişmendî û rewşenbîrî bi awayekî kirdewar diyar dike.
Ziman, mirov bi rêya çîrok, çîvanok, gotinên pêşiyan, biwêj, metelok, berhemên wêjeyî û metnên olî bi nirxên civakî re dide nasîn û kesayetiya wî/wê li gor van nirxan dişêwîne. Kêmaniyên ku xwe di ziman de didin der, bandoreke mezin a neyînî li ser kesayetiya mirov dikin. Kesên ku di zarokatiya xwe de ji zimanê xwe yê dayikê bêpar dimînin, bi pirsgirêkên xwebaweriyê, zehmetiyên ragihandinê û nelihevhatina civakî re rû bi rû dimînin. Herwiha, di civakên ku ziman tê de tê tepeserkirin an qedexekirin de pêşveçûna kesayetiya mirov dikuncire. Di vê çarçoveyê de, pêşveçûna kesayetiya mirovên ku nikarin zimanê xwe yê dayikê bi hêsanî bi kar bînin, diewiqe û tê sînordarkirin.
Pêşveçûna kesayetiyê pêvajoyeke çalak û dînamîk e ku bi riya têkiliya pêkerên derûnnasî, çandî û civakî pêk tê. Ziman di navenda vê pêvajoyê de cih digire. Lewre zimanê dayikê nîşan û dawera hebûna mirov e û mirov jî bi kok, hişmendî û nasnameya xwe ya neteweyî ve girêdayî ye. Her mirov bi saya zimanê xwe yê dayikê ramana xwe dişêwîne, hestên xwe birêkûpêk dike, nirxên xwe yên neteweyî vediguhêze, nasnameya xwe ya civakî pêk tîne û kesayetiya xwe tebût û tekûz dike.