Gerînendetiya Ciwanî û Sporê ya Şaredariya Peyasê, piştî 8 salên polîtîkayên qeyûmên tayinkirî, dîsa ket destê rêveberiyên herêmî û bê navber xebatên xwe didomîne. Gerînendetî ji bo spor bigihîjîne her beşên civakê, bi çalakiyên ku di havînê de li dar xistine û planên xwe yên pêşerojê bi her awayî dixebite, balê dikişîne. Ji Gerînendetiyê Hayal Dundar derbarê xebatên sala derbasbûyî ku hatine kirin û tiştên ji bo pêşerojê kirine armancan agahiyên berfireh dan û nêrînên xwe parve kir.
“Em dikin armanc ku sporê bikin çandek!”
Hayal Dundar ji sala 2011’an ve di warê sporê de li Şaredariya Peyasê xebatên xwe didomîne. Hayal Dundar diyar kir ku piştî pêvajoya qeyûman bi dawî bû, ew li Gerînendetiya Ciwanî û Xizmetên Sporê ji cihê ku lê mabû xebatên xwe didomîne û çalakiyên gerînendetiyê bi van gotinan rave kir: “Di havînê de, di beşên avjenî, voleybol, basketbol, futbol û tenîsa kortê de, me ji bo keç û xortên di navbera 7-14 salî de heftê 6 rojan perwerde da. Di şaxa avjeniyê de, ji bilî zarokan, kesên astengdar û jinên mezin jî bi sporê re dan nasîn. Bi giştî 6500 kes ji tesîsên me yên sporê sûd wergirtin.”
Herwiha Hayal Dundar diyar kir ku tesîsên avjeniyê ji bo Şaredariyên mîna Bajarê Nû, ya Sûrê û saziyên jinên ku daxwaz kirine hatine veqetandin û destnîşan kir ku ew dikin armanc ku di warê tesîskirin û gihîştinê de gelek deverên din jî ava bikin.
Rojên havînê bi sporê tijî bû
Gerînendetiya Ciwanî û Sporê ya Şaredariya Peyasê, di serdema havînê de çalakiyên berfireh li dar xist. Hayal Dundar anî ziman ku di vî warî de bi taybetî bal kişandine ser zarokên li gundan dimîmin û wiha domand: “Em çûn 7 gundên girêdayî navçeya me û me hişt ku zarok bi sporê re bigihên ba hev. Bi van çalakiyan re eleqeya zarokan a ji bo sporê zêde kir û bû sedem ku ew bêhtir bi çalakiyên sporê re bên teşwîqkirin. Ji bo keçan me kursên avjenî, futbol, voleybol, basketbol, atletîzm û tenîsa kortê li dar xist. Ji bo kesên astengdar jî me bi mamosteyan re kursên avjeniyê organîze kir.”
Hayal Dundar desnîşan kir ku gerînendetiyê tene ji bo zarokan sînordar neman. Ji meha nîsanê ve li Parkormanê, Meydana Bajêr a Rojava, Parka Sporê û Parka 75an ji bo jinan sporên sibehê hatin organîzekirin. Hayal Dundar destnîşan kir ku ev çalakî ku bi pisporên sporê yên jin re heftê 6 rojan di navbera saet 06.30-08.30 de hatin lidarxistin, bûn sedem ku jin jiyaneke saxlem bijîn û têkiliyên xwe yên civakî xurt bikin. Hayal Dundar, da zanîn ku li tesîsên 500 Evlerê jî sporên sibehê û dersên pîlatesê bi 20 jinan dest pê kir û heta gihîşt 200 jinan ku berdewam kir û wiha domand: “Bi vê xebatê re, di tevahiya havînê de, li vê herêma me ya dezavantaj, bi taybetî li taxa koçberan a ku wekî ‘500 Malan’ tê zanîn, me bi wesayîtên xwe zarok û jinan anîn ber hewzê avê û ew bi hewzê avê re dan nasîn.”
Ji bo jinan cihê hevparbûnê: Spor e!
Hayal Dundar diyar kir ku jin bi rêya çalakiyên sporê tên ba hev û di warên civakî û çandî de jî dest bi hevparbûnê dikin: “Ji meha nîsanê ve jin, ji bilî çalakiyên sporê, di demên cihê de tên ba hev û nîqaşan dikin. Em lêkolîn dikin ku ka di warên aborî û çandî de çi cure xebatan dikarin bikin û di projeyên bi navenda jinan de çawa dikarin cih bigirin. Di warê têkiliyên sazûmanî û danûstendinê de jî hewldaneke me ya cidî heye.”
Serketina Lîseya Sporê û BESYO
Yek ji xebatên girîng ên gerînendetiyê, kursên amadekariyê yên belaş ên ji bo Dibistana Perwerdeya Fîzîkî û Sporê (BESYO) û Lîseya Sporê ku ji bo ciwan û zarokan bû. Hayal Dundar serketina van kursan wiha ragihand: “Me ji bo kontenjana 78 kesî ya Lîseya Sporê ya Amedê 68 xwendekar bicih kirin. Herwiha 2 xwendekarên me ji bo Lîseya Voleybolê ya Enqereyê hatin qebûlkirin. Li gorî encamên nû hatine eşkerekirin, 50 xwendekarên me di bernameyên BESYO yên zanîngehên bajarên cuda de cih girtin.”
Planên pêşerojê: Zêdetir tesîs, zêdetir gihîştin e
Gerînendetî di warê tesîskirin û belavbûna sporê de armancên bi îddîa danîne pêşiya xwe. Hayal Dundar planên pêşerojê wiha anî ziman: “Her çend em bi kêmasiyên tesîsan û pirsgirêkên gihîştinê re rû bi rû dimînin jî, em bê rawestan dixebitin ku li her taxan ji bo gihîştina qadên sporê hêsan bikin, çalakiyên sporê yên demkî li dar dixin û sporê dikin parçeyek ji çandê. Em plan dikin ku tûrnûvayên mîna voleybola plajê, basketbola kolanan û korta tenîsê li dar bixin. Armanca me ew e ku em mirovan ne tenê bi hesta pêşbaziyê, bi armanca hevgirtinê ku demeke xweş û bi kalite bi hev re derbas bikin, wan ber bi qada çalakiyan ve dikişînin. Di sala borî de me çalakiyên wekî tûrnûvaya futbolê ya navbera saziyan, tûrnûvaya voleybolê ya jinan, Peyas Cup ji bo zarokan, tûrnûvaya voleybola biçûkan, tûrnûvaya futbolê ya kolanan û Şahiya Werzîşê ya Peyasê li dar xistin. Lê belê em bi van çalakiyan têr nabin û armanc dikin ku çalakiyên jorîn ên ku me behs kirine jî pêk bînin.”
Herwiha, Klûba Oz Kayapinar Sporê ya Şaredariya Peyasê jî di şaxên voleybol û basketbolê de bû şampiyonê herêmê, di fînalên Tirkiyeyê de cih girt û têkoşîna xwe hîn didomîne.
Bi sporê civak saxlem û bi hêz dibe
Hayal Dundar armanca bingehîn a gerînendetiyê bi van gotinan anî ziman: “Em dixwazin sporê bidin hezkirin, civakeke saxlem ava bikin û piştgirî bidin geşepêdana laşî û zihnî. Ji bo ciwan ji rêyên xirab ên wekî girêdana bi maddeyan, girêdana bi ekranên Tv û Telefonan û zordariyên cihê dûr bixin ku wan bi sporê re bigihînin ba hev, çalakiyên cihêreng organîze dikin.”