Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku wan êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî bajarokê Behra Wista têk bir. Di encamê de pevçûnên giran qewimîn û 5 şervan şehîd bûn û yek jî birîndar bû.
Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan re hat xwestin û soza tolhildana wan û domandina têkoşînê hat dubarekirin.