Ji pêşengên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Riza Altûn di salvegera koça xwe ya dawî de li mala xwe ya taxa Tuzlûçayir a navçeya Mamakê ya Enqereyê hat bibîranîn. Malbata Riza Altûn, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), endam û nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên giredayî Platforma Saziyên Demokratîk a Enqereyê, siyasetmedar û aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel û gelek kes tevlî bibîranînê bûn.
Li hewşa malê ku bîranîn hat lidarxistin wêneyê Riza Altûn û qûrnefîl hatin danîn. Bîranîn ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê bi deqîqeyeke rêz girtinê destpêkir. Piştî rêzgirtinê sînevîzyona bi stranan wêneyên Riza Altûn nişan dide hat temaşekirin.
Piştî temaşekirina sînevîzyonê hevserokê DEM Partî yê Enqereyê Fetîn axivî û bi lêv kir ku mala ku ew bîranînê li dardixînin xwedî serpehatiyeke têkoşîne ye û got ku Riza Altun li gelek cihan têkoşîneke xurt da ye meşandin û ew bûye meşaleya azadiyê.
‘Divê têkoşîn li gor rihê wan be’
Piştrê jî siyasetmedar û aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel axivî. Sebahat Tuncel anî ziman ku ji ber tunehesibandina gelê Kurd şoreşgeran têkoşîna hebûne da ye û wiha got: “Têkoşîna 50 salî jî têkoşîna hebûnê ye. Birêz Abdullah Ocalan jî di pêyama xwe de got Kurdan bi têkoşîna xwe û berdelan hebûna xwe mîsoger kir. Ew qonaxeke nû ye û destpêkeke nû jî nişanî me dide. Divê aşkera kirina şehadeta Riza Altûn, Alî Haydar Kaytan û hevalên hatin aşkerakirin rast were fehm kirin. Ew qonaxa nû û têkoşîna nû jî divê li gor rihê wan be. Ew berpirsyariya me hemûyan e. Jin jî di vê pêvajoya ku em ê têkoşîna demokratik bigehejin azadiyê wê pêşengiyê bikin. Li vê malê nirx hatin ava kirin. Zimanê van diwaran xwezî hebûna ku qal bikirina di pêvajoya tunehesibandinê de em çawa hatinê pêvajoya hebûnê. Em hemû wê rojeke ber bi koça dawî ve biçin lê ya girîng me çi mîratê li pişt xwe hiştiye. Ew mînakin ku şoreşger mîrateyeke çawa li dû xwe dihêlin. Berpirsyariya siyasetmedar, jin û ciwanan pir e. Berpirsyariya me pir e. Bersiva herî bi watedayîna şehîdan û xeyalên wan pêkanîne.”
Piştî axaftinan bîranîn bi belavkirina loqma bi dawî bû.