Hat zanîn ku pêşkêşvana Medya Haber TVyê rojnameger Heval Aslan êvara 22ê îlonê navenda polîsan a Ninoveyê ya Bruksela Belçîkayê bang lê kiriye ku were qereqolê. Lê pîştî ku rojnameger Heval Aslan çûye navenda polîsan hatiye binçavkirin. Hate ragihandin ku Heval Arslan bêyî biryara dadgehê hate binçavkirin, hemû alavên wê hatin desteserkirin, di lêgerîna tazî re hate derbaskirin û ew xistin hucreyê. Li gorî agahiyan, li navenda polîsan gef lê hatiye xwarin û jê re hatiye gotin, “Wê bişînin Fransayê, ji wir jî bişînin Tirkiyeyê.”
Heval Arslan ku ji sala 2003yan û vir ve li Roj TV, Med Nûçe û Medya Haber TV xebitî, herî dawî li Medya Haber TV bultena nûçeyan pêşkêş dikir. Heval Arslan ku li Fransayê mezin bû û ji beşa çapemenî-weşanê mezûn bû, salên dûr û dirêj rojnamegerî kir. Lê belê tê gotin, Fransayê welatîbûn neda wê, konsolosxaneya tirk jî nûkirina pasaporta wê red kiriye. Ji ber vê yekê mafê wê yê gera bi serbestî û pêkanîna pîşeyê xwe jê hate stendin. Lewma beriya bi demekê li Belçîkayê serlêdana penaberiyê kiribû.
Rojnameger Heval Arslan di heman demê de endama damezrîner a Komeleya Jinên Kurd RO-JIN e ku li Belçîkayê ava bû û endama desteya wê ya rêveber e. Niha li navenda dersînorkirinê ya li Bruggeyê tê ragirtin.
RO-JIN daxuyaniyek da û diyar kir ku eger Heval Arslan radestî Fransayê bê kirin, rewşa wê ya penaberiyê ne diyar e û rîsk heye ku teslîmî Tirkiyeyê bê kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Helwesta bê edalet a Fransayê ya li hemberî çapemeniya kurd tê zanîn. Şandina Heval Arslan ji bo Fransayê xeteriyê bi xwe re tîne ku radestî dewleta tirk bê kirin. Ji ber vê yekê jî fikarên me cidî ne. Weke Komeleya Rojnamegerên Jin ên Kurd RO-JIN em dixwazin dawî li vê bêhiqûqiyê bê anîn û Heval Arslan serbest bê berdan.”